Rêxistin û tevgerên jinan bernameya 25’ê Mijdarê aşkere kirin
Platforma rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê eşkere kir.
Hesekê – Di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” Îro platforma rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê rêzeçalakiyên xwe ragihand. Daxuyanî li parka 4’ê Nîsanê bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî hat xwendin.
Metna daxuyaniyê bi zimanê Kurdî ji aliyê Berdevka Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo ve, bi zimanê Erebî ji aliyê endama Koordinasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya Bişra Mihemed ve û bi zimanê Sûryanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Sûryan a Sûriyeyê Sofiya Yusif ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, têkoşîna me ji dîroka kevnar ve heya roja îro bênavber didome. Ji Rosa Luxsemburg, heya Sakîne Cansiz, ji Rîhan Şêwêş heya Asya Alî, ji Yusra Derwîş heya Zelal Zagros, ji Gulistan heya Hêro, ji Sorxwîn Dêrsim heya Şamîran Xabûr, têkoşîna me berdewam dike. Di şexsê rêhevalên me yên dozê de, em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiye bi cih bînin.
‘Em ê şopdarên berxwedêrên li zindanan bin’
Her wiha ji qadên şoreşa jin em silav û hezkirinên xwe ji berxwedana zindanan re ji bo sembola berxwedana aştî û azadiyê, rêhevalê jinan, Rêber Abdullah Ocalan re dişînin. Bi taybetî jinên di zindanên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Îran de, jinên di zindanên Rojhilata Navîn û cîhanê de li ber xwe didin, di her kêliyê de berxwedanek dîrokî didin meşandin. Soza me ew e ku em ê şopedarên wan bin, em ê bi ruhê vê berxwedanê ji sîstema desthilatdaran re bibêjin na û hezar carî na.
‘Gere em li hemberî polîtîkayên qirkirin û tunekirinê bisekinin’
Di çarçoveya şerê cîhanê yê 3’yemîn de şerên ku tên meşandin, rizandin û tengasiyên sîstema serwer a zilam û ya modernîteya kapîtalîst, çiqas zeyîf dibin ewqasî qirkirinên xwe didin ferzkirin û krîzan mezin dikin. Divê em van polîtîkayên di van şeran de tên meşandin, polîtîkayên qetilkirin, destdirêjî, koçberî, feqîrî û bêmafiyê rawestînin.
Em dibînin sîstemên qirker di bi navên cur be cur de jinan dikujin, qetil dikin bi hovîtiyek mezin û di bin navê şermê de jinan difetisînin, rojane jin li seranserê cîhanê tên hedefgirtin, li pêşiya çavên alemê tecawiz li dijî zarokên keç û ciwanan tê kirin. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker sûcên giran li hemberî jinan, zarokan û gelan pêk tîne ji koçberiyê bigre heya hedefgirtina pêşengên şoreşa jinan, em dibînin kujerên jinan nayên cezakirin. Em bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan û yên mafên zarokan rexne dikin ku heya niha li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dike xwe bêdeng dikin.
‘Werin em hişmendiya xwe biparêzin û zanista xwe bi pêş bixin’
Weke platforma rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû tevgerên jinan ên li Sûriye û Rojhilata Navîn dikin ku li hemberî vê tundiyê, hişmendiya xweparastin û zanistê bi pêş bixin.
Em bang li hemû jinên dilsozên azadiyê dikin em hêza xwe bikin yek li dora felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe biparêzin” hêza xwe ya parastina jinan em mezin bikin.
Em çalakiyên xwe îsal jî rojên 10-25’ê Mijdarê de li dar dixin, di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” xwe biparêze.
Rêzeçalakiyên werin lidarxistin wiha ne:
*Semîner li tax gund û bajaran wê werin dayîn.
*Civînên girseyî dê li bajar û kantonan werin birêxistinkirin, sînevîzyon wê were temaşekirin.
*Di yekitiyên TEV-DEM’ê de semîner bi giştî were dayîn
*10 hezar broşur dê werin çapkirin li nava bajar û gundan werin belavkirin.
*Serdana malan dê were kirin nîqaş dê bên meşandin.
*Nivîsandina nameyên ji bo piştgiriya jinên cîhanê.
*Kom xebat di asta kantonan de dê werin birêxistinkirin.
*Mala Jin di asta giştî de wê komxebatek organîze bike.
*Dewreyên perwerdeya 3 rojan ji bo mêran li her bajarî dê werin vekirin, li ser mijara zagona malbat, zaynedperestî, hevjiyana azad.
*Di 25’ê Mijdarê de meşên girseyî di asta kantona de werin birêxistinkirin.
*Spot bi her zimanî bê çêkirin.
*Pêşwazîkirina şandeyeke ji 4 jinan ji Almanyayê têne ji bo Rojava û bi hev re lidarxistina komxebatê, li ser qetilkirina jinan.
*Meşên mêran wê werin birêxistinkirin.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.