Jinên li qadan ji têkoşînê îlham û moralek mezin digrin

TJA xwe ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan amade dike. TJA li dijî şîdetê atolyeyên şiyarî û rêxstinbûnê li dar dixe. Endama TJA’yê Arzu Karaman bi gotinên; “Xweparastina me bi rêxistinbûna me ye” banga mezinkirinê têkoşînê kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Jin weke her sal, îsal jî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan pêşwazî dikin. Jinên ku li dijî şîdeta li Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê zêde bûye, rêxistinbûna xwe mezin dikin, îsal jî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li kolanan xebatên xwe didomînin.

Tevgera Jinen Azad (TJA) 6’ê Mijdarê li Amedê bi dirûşma; “Li dijî şîdeta şîdeta mêr dewletê Jin Jiyan Azadî” li qesra Îskender Paşa deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir. Di deklerasyonê bal hat kişandin ser têkoşîna bi rêxistinkirî ya jinan, çalakiyên ku dê jin di 25’ê Mijdarê de li dar bixin jî hatin eşkerekirin. Ligel şahiyên jinan, hevdîtin û atolyeyan dê fînala bernameya 25’ê Mijdarê, meşa girseyî be.

Endama TJA’yê Arzu Karaman, xebatên 25’ê Mijdarê nirxand.

‘Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîn didome’

Endama TJA’yê Arzu Karaman, diyar kir ku li Rojhilata Navîn ku her diçe şîdet zêde dibe, têkoşîna jinan bûye çavkaniya motîvasyonê. Arzu Karaman got ku ji xwişkên Mîrabel heta niha hem têkoşîna jinan, hem jî rêveberiyên dîktator û faşîst didomin û têkoşîna jinan a gihîştiye van rojan bi van gotinan nirxand: “Hemû cîhan dizane ku xwişkên Mîrabel li dijî faşîzm û dîktatoriyê çawa têkoşiyane. Ev berxwedan îro li her qadê roja 25’ê Mijdarê bi derketina jinan kolanan tê bibîranîn. Ji sala 1960’an heta niha, faşîzm û şîdeta li dijî jinan her diçe zêde dibe. Ev şîdet bi awayê hovanetir li Rojhilata Naîn didome. Em jinên Kurd her roj dibin şahidên şîdet û êrişên li ser jinan.”

‘Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li ber xwe didin’ 

Arzu Karaman diyar kir ku li dijî şîdeta li ser jinên Kurd, bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” berxwedan didome û wiha domand: “Jinan li dora vê felsefeyê hev girtin û li dijî şîdet û qirkirinê xwe bi rêxistin kirin. Bi salan e em polîtîkayên netew dewletan ên li dijî azadiya jinan in dibînin. Polîtîkayên ku îro hewl didin li Kurdistanê bixin meriyetê, li Îranê jî, li Efganistanê jî; li welatên ku jin nayên dîtin jî di meriyetê de ne. Em jinên Kurd bi salan e bi van polîtayan re têdikoşin. Li dijî her cure êriş û polîtîkayên çewisandinê, jinên Kurd tu carî ji nasnameya xwe tawîz nedan. Vê têkoşîna ku li hemû cîhanê belav bûye, îro li gelek welatên Rojhilata Navîn, ji jinan re pêşengiyê dike.”

‘Xweparastin rêxistinbûn e’

Arzu Karaman got ku têkoşîna jinan gihîştiye asteke cîhanî, bal kişand ku tevgera jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya ku bi salan e didomîne, îro pêşengiyê dike. Arzu Karaman diyar kir ku ew ê li her derê li ba jinan bin, di warê xweparastinê de wan bi rêxistin bikin û wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo parastina jinan polîtîkayên bi bandor nayên meşandin. Bi zagonên heyî jî destkeftiyên jinan hedef digrin. Mêr bi cesareta ku ji êrişan digrin, şîdeta xwe didomînin. Tevî van êrişan jî li welat têkoşîna jinan heye û her diçe mezintir dibe. Ev têkoşîn li dijî dîktatoriya heî mezin dibe. Armanca me ya herî mezin ew e ku li dijî vê şîdeta heyî û qetliaman xwe bigihîjînin jinan û wan bi rêxistin bikin.”

 ‘Têkoşîn îlham dide’

Arzu Karaman, Şoreşa Rojava weke encama berxwedana jinan pênase kir û wiha domand: “Her qada ku jinan bi dest xistiye û li ber xwe daye, ji aliyê mêran ve hedef tê girtin. Di bin navê şer û ewlehiyê de van destkeftiyan tên hedefgirtin. Tevî vê jî li hemû welatên Rojhilata Navîn, têkoşîna jinan a li dijî dîktatoriyan, ji bo me hemûyan dibe îlham û moral dide me.”

‘Tevli meşa 25’ê Mijdarê bibin’

Arzu Karaman li ser girîngiya 25’ê Mijdarê jî got ku bi rojan e li kolanan dixebitin û bang li hemû jinên Amedê kir ku tevli meşa fînalê ya roja 25’ê Mijdarê bibin. Arzu Karaman wiha bi dawî kir: “Em roja 25’ê Mijdarê bi zanîna têkoşîn û rêxistinbûnê pêşwazî dikin. Bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” em ê werin ba hev û têbikoşin. Têkoşîna jinan, têkoşîneke cîhanî ye. Ev têkoşîn heta ku polîtîkayên şîdet û zextê li cîhanê hebin dê bidome. TJA’yê bi vê zanînê dest bi çalakiyên xwe kir. Em ê bi aolyeyên jinan, çalakî û xebatên çandî heta roja 25’ê Mijdarê li kolanan bin. Em ê di roja fînalê de bi hezaran jinan re bimeşin lê dê xebat ji wê rojê û şûnve jî bidomin. Li pêşiya me 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê heye. Em ê ji bo êkoşîna jinan a ku cîhanî bûye û her diçe xwe bi rêxistin dike li her derê û li kolanan bin.”