Rewşa tenduristiyê ya girtiya siyasî Sumeye Reşidî krîtîk e

Rewşa tenduristiyê ya Sumeye Reşîdî, girtiya siyasî ya li Girtîgeha Qerçekê, roj bi roj xirabtir dibe. Malbata wê diyar dike ku rayedar hewl didin nexweşiya wê ya ku ji ber rakirine nexweşxaneyê weke “hewldana xwekuştinê” nîşan bidin.

Tehran – Sumeye Reşîdî di 24’ê Nîsanê de li taxa Cevadiyê ya Tehranê hate binçavkirin û wê şandin Girtîgeha Veramînê ya li Qerçekê. Ji ber xirabûna rewşa tenduristiyê ya Sumeye Reşîdî û nobetên wê yên domdar, wê rakirin Nexweşxaneya Meftehê. Malbata wê ji jiyana wê bi fikar e.

Sumeye Reşîdî di 26’ê Nîsanê de ji Navenda Binçavkirinê ya 15’ê Hezîranê ji bo beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat şandin. Piştî êrîşa ku Îsraîlê di 23’ê Hezîranê de li ser Girtîgeha Evînê kir, wê şandin Girtîgeha Qerçekê. Çavkaniyên nêzî wê diyar kirin ku Sumeye di dema binçavkirinê de rastî tundiyê hatiye û bi mehan e ji serêş û pirsgirêkên fîzîkî gilî dike. Lê doktorên girtîgehê daxwazên wê yên tenduristiyê wekî “numarekirin” binav kirine û tenê dermanên sinêrê jê re nivîsandine.

Doktoran asta şiûra Sumeye Reşidî wekî 5 nirxandiye û hişyarî dane ku ger ev ast ber bi 3’yan ve dakeve, xetera mirinê gelekî cidî ye. Malbatê destnîşan kir ku rayedar hewl didin vê rewşê weke “hewldana xwekuştinê” nîşan bidin.

Sumeye Reşidî kî ye?

Sumeye Reşîdî berê di sala 2009’an de jî hatibû binçavkirin. Ew çalakvana Kampanyaya Yek Mîlyon Îmzeyan bû, yek ji xwendekarên “stêrkirî” bû ku nehiştin ew di warê xebatên jinan de lîsansa bilind bixwîne.

Ji bo sewqkirina nexweşxaneyê pere tê xwestin

Komeke jinên girtiyên siyasî yên li Qerçekê, berê nameyek ji serokê Erka Dadweriyê re nivîsandibûn û diyar kiribûn ku ji ber nêrînên xwe yên siyasî mafên wan tên binpêkirin. Her wiha, hat ragihandin ku rayedarên girtîgehê ji malbatan pere dixwazin ji bo sewqkirina girtiyan bo navendên tenduristiyê. Ev yek jiyana zêdetirî 1200 girtiyan ku di navbera wan de 60 girtiyên siyasî hene, dixe xeterê.

Dermanên bê teşhîs xeter in

Girtiyek ku berê li girtîgeha Qerçekê mabû diyar kir ku derman bêyî teşhîsa doktorên pispor ji girtiyan re tên dayîn ku ev yek di hinek rewşan de dibe sedema giranbûna nexweşiyan û mirinê. Rêxistinên mafên mirovan gelek caran hişyarî dane ku di Îranê de bêparhiştina girtiyên siyasî ji dermankirinê weke amûreke bêdengkirin û zordariyê tê bikaranîn.