Rewşa tenduristî ya Werîşe Mûradî xirabe
Kampanya Azadî ji bo Werîşe Mûradî ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Werîşe Mûradî xirabe û got: “Rayedarên zindanê rê nadin ku biçe derve bê dermankirin.”

Navenda Nûçeyan – Kampanya Azadî ji bo Werîşe Mûradî derbarê rewşa tenduristî ya Werîşe Muradî agahî da. Hate ragihandin ku rewşa Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evîn tê ragirtin xirabe, rê nayê dayîn ku bê dermankirin.
Hate diyarkirin ku Mûradî bi nexweşiya çerm û mile wê diêşin û got: “Rayedarên zindanê rê nadin ku ji derve bên dermankirin.”
Werîşe Mûradî 1’ê Adara 2023’an li Sine hate binçavkirin. Cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.