Rêwîtiyek dirêj: Dayîkên zarokên wenda
8 sal, têra ceribandina birînên bi xwîn û rawestina rondikên dayîkên zarokên ku xwe winda kirine nekir. Ev zarok, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û aqûbeta gelekan hê jî nayê zanîn.

BERAA CALÎ
Reqa – Ger bikariba wê bi destên xwe veşarta, agirê di dilê wê de dê hinekî sivik bibûya; lê di nava vê bendawariya mirinê de asê ma. Ev hesta dayîkên bajarê Reqayê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rojavayê ku nikarin rizgariya xwe ya serketî ji destê DAIŞ’ê pîroz bikin. Ji ber ku zarokên wan ên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin hê jî winda ne.
Êşa dayîkan a bendewariyê, şahidiyek zindî ya bi salan jibîrnekirina êşa ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye hiştin e. Tevî ku di ser rizgarkirina Reqayê û pêkanînên hovane yên DAIŞ’ê yên li dijî jin û mirovan re 8 sal derbas bûn jî, çarenûsa bi dehan kesan hê jî ne diyar e.
20’ê Cotmehê salvegera rizgarkirina Reqayê ya ji terora DAIŞ’ê ye. Serdestiya DAIŞ’ê di jiyana gel de mîna lekeyek tarî ma. Rizgarkirina Reqayê ji bo bajar û jinên bajêr xalek dîrokî bû. Lê belê ev kêfxweşî kêm ma; ji ber ku hêj gelek kesên winda hene û çavên dayîkan li rêyan e.
Nîv saet bi salan berdewam kir
Kurê Fatma Serac el-Simayl a 60 salî dema ku hewl da ji DAIŞ’ê bireve, winda bûye. Fatma bi van gotinan dest bi çîroka revandina kurê xwe kir: “Kurê min ji bo ku ji destê DAIŞ’ê bireve, dixwest bi malbata re ji bajer derdikeve. Amedekarî kir û beriya derbikeve got ezê herim taziyeya cîranek xwe û piştre wesayita xwe bidim çêkirin. Telefon kir û got “nîv seat berdewam nake”. Lê nehat. Tirs hêdi hêdî ket hundirê min û min telefon kir, gotin ji bo perçeyek çûye ba hevalê xwe. Li wir çeteyên DAIŞ’ê hatine û kurê min bi hevalên wî re binçav kirine. Piştî demeke hevalê wî got ku DAIŞ’ê êrîşê wan kiriye, kurê min birîndar bûye û dest danîne ser wesayîta kurê min.”
Gotin ewê bê berdan
Fatma Serac el-Simayl, ragihand ku kurê wê beriya niha demekî di artêşa rejîma Sûriyeyê de kar kiriye û lewma hatiye girtin. Fatma da zanîn ku ji bo ku ji DAIŞ’ê agahî bistîne gelek hewl daye û wiha berdewam kir: “Gotin ji ber ku beriya niha endamê artêşa rejîmê bûye hatiye girtin û dê di nav çend rojan de were berdan. Em li bendê man. Kesekî ji min re got ku di girtîgehê de ye. Ev bû agahiya dawî ku min jê bihîst.”
‘Nehiştin ez kurê xwe bibînim’
Fatma Serac el-Simayl, ji bo ku çarenûsa kurê xwe bizanibe, serdana hemû baregehên DAIŞ’ê kir. Lê belê, çekdarên DAIŞ’ê rêz li jinê û dayîkê negirtin û dayîk rastî tundiyê hat. Fatma wiha got: "Ez bi neviyê xwe re çûm bendeke li Kolana El-Emasî. Çekdarek çekek dirêjî min kir, sîngê min nîşan girt û min avêt erdê. Ji min re got, 'Kurê te terorîstê rejîma Beşar e.' Her çiqas min got 'Kurê min bêguneh e,' guh neda. Piştre çekdarek din hat û navê kurê min pirsî. Min jî got, 'Elî Ebdul Muara.' Çû girtîgeha li şîkeftê û navê kurê min qîr kir. Min dengê kurê xwe bihîst! Dilê min şewitî. Lê dîsa jî nehiştin ez kurê xwe bibînim. Ez bi bêhêvîtiyek mezin vegeriyam malê."
Fatma diyar kir ku piştî demek kesek hatiye ba wê û gotiye kurê te birîndar e û li Nexweşxaneya Dewletê ya Reqayê ye û axaftina xwe domand: “Ev nexweşxane beriya demekî mîna girtîgehê dihat bikaranîn û vê demê operasyonên rizgarkirinê dest pê kiribûn. Bombebaran û pevçûn dijwar bûn, lewma em neçar man koç bikin.”
‘Bi hêvî çûm lê min nedît’
Fatma Serac el-Simayl, destnîşan kir ku gelek sal derbas bûne û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Reqa û Tebqayê rizgar kirine û wiha got: “Em wek penaber çûn Tebqayê û li her derê li wî geriyan. Me wêneyên wî li kolanan û li avahiyên niştecihbûnê daliqandin. Karmendek dît û ji me re got kurê te li girtîgeheke Kobanî ye. Ez bi wî re çûm Kobanê û rêveberê girtîgehê ji min re got hemû girtiyên li Reqayê ji bo Qamîşloyê hatine veguhastin."
Bêhêvîbûn tenduristiya mirovan distîne. Hêza liberxwe dayîna jinek 60 salî, namîne. Dayîka Fatma anî ziman ku bi xemgînî vegeriyaye malê û wiha pê de çû: “Nêzî du mehan nikaribûm ji nav ciyan derkevim. Ez bi hêvî çûm, lê min nedît. Piştre çûm Qamîşloyê. Min belge, wêne û dîroka windabûna wî dan. Ji min re gotin ku ew li wir nîne. Ez careke din bêhêvî vegeriyam. Lê vê carê, min bi her awayî hêviya xwe winda kir.”
‘Ez dixwazim hemû kes hesab bidin’
Dayîka xemgîn, anî ziman ku ev 9 sal in, her roj êş dikşîne û wiha got: “Bi taybetî bişev dema hewl didim razêm, ew tê bîra min. Ez ji ber tiştên ku DAIŞ’ê bi me kir, xwe dispêrim Xwedê. Dema ku ez keçên wî yên cêwî dibînim, dilê min hîn bêtir diêşe. Niha diçin rêfa 5’emîn. Ez dixwazim QSD ji DAIŞ’ê û hemû kesên bûne sedema vê êşê, hesab bipirsin. Ez carna dibêjim min hêviya xwe winda kir, lê ez hertim perçeyek hêvî di nava xwe de hildigrim. Ez hêvî dikim berî ku bimrim kurê xwe bibînim."
Êşa windakirina 2 zarokên xwe
Umm Muhammed a 65 salî du kurên xwe bi hev re winda kir. Kurê wê yê mezin Omer, di serdegirtina li ser mala xwe de ji aliyê DAIŞ’ê ve hate girtin. Kurê wê Ehmed jî dema li derva bû hate girtin. Her du jî bi sûcdariya rejîma kevin hatin sûcdarkirin. Omer du keçên xwe yên biçûk li pey xwe hişt. Dayîk û bavên Omer, wan mezin dikin. Lê belê bavê Omer, beriya demek felc derbas kir û ev yek barê malbatê girantir dike.
Umm Muhammed a bi hevjinê xwe re çû lêgerîna zarokên xwe, wiha got: "Me gelek caran telefon kir. Lê wan tu agahî nedan me. Me ji ofîsa eşîrên DAIŞ’ê belge stend. Qaşo me li girtîgehên wan lêgerîn kiriba. Lê wan nehiştin em bikevin hundir. Gotin, ‘tê lêpirsînkirin’ û daxwaza me red kirin. Piştî demek dirêj gotin hatine cezakirin û qetilkirin. Em çûn piştrast bikin, lê înkar kirin. Gotin tiştên hatine gotin nerast in, lê piştre sûcê xwe qebûl kirin. Qebûl kirin ku destpêkê Omer û piştre jî Ehmed qetil kirine. Lê cenazeyên wan nedan.”
‘Ez ji bo neviyên xwe dijîm û li ber xwe didim’
Umm Muhammed, windakirina herdu kurên xwe wiha tîne ziman: "Jiyan jehrî bû; her tişt bêreng û bêtam bû. Jiyan ji bo min qediya. Lê ez ji bo neviyên xwe dijîm û li ber xwe didim. Min her tim digot xwezî ev tişt derew be. Ez niha ji her demê bêtir wan bi bîr tînim. Ez hûrguliyên herî biçûk jî ji bîr nakim. Cilên dawetê yên Ehmed hîn jî li gel min e. Ez carna derdixim û bêhn dikim. Bêhna parfuma wî hêj li ser cilê wî ye. Dilê min careke din dişewite."