Rêveberiya Xweser: Binpêkirin dewam dikin

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji dema dagirkirina kantona Efrîn-Şehbayê û vir ve binpêkirin dewam dikin û got, “Hikumeta veguhêz komên çekdar nikare kontrol bike.”

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera yekemîn a koçberkirina şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di ser koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrîn û Şehbayê re salek derbas bû. Di 2’yê Kanûna 2024’an de bi sed hezaran ji gelê me neçar ma malên xwe terk bike û ber bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçe. 

Ji dema dagirkirinê (2018) ve komên çekdar ku tevahî nirxên mirovî û peymanên navneteweyî binpê kirin, gelek êriş û binpêkirinên sîstematîk, hemû cureyên tacîz, koçberî û desteserkirina milkan li dijî gel Efrîn-Şehbayê pêk anîn. Ev binpêkirin heya roja me ya îro berdewam dikin, ji ber ku desthilata demkî ya Sûriyeyê nikare wan koman kontrol bike, dibe  ji kiryarên wan jî razî ye. Ev jî dihêle ku birîna şêniyên me vekirî bimîne û heta niha nekewiyaye.

‘Heya niha rê nayê dayîn ku şênî awayekî ewle vegerin bajarên xwe’

Tevî ku ji dema rûxandina rejîma Baasê ve guhertin di qada Sûriyeyê de pêk hatin, lê heya niha rê nayê dayîn ku şêniyên me yên Efrîn-Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî û deverên din bi awayekî ewle vegerin bajarên xwe, malên xwe û zeviyên xwe. Ji bo vegera ewle pêk were tevgereke lezgîn a nîştimanî û navneteweyî hewce dikin ku mafên vegerê, rawestandina binpêkirinan û jiyaneke birûmet ji tevahî sûriyeyan re mîsoger bikin. 

Dosyaya koçberan yek ji rojevên me yên sereke ye. Em bi domdarî vê dosyayê di civîn û hevdîtinên xwe yên ligel hêzên siyasî û civakî û navneteweyî nîqaş dikin, ji ber ku dosyayeke navendî ye. Bêyî vegera ewle, qedandina dagirkeriyê û rawestandina binpêkirinan aştî û ewlehî li Sûriyeyê pêk nayên. Vegera şertekê bingehîn ên avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de ye. Em bang li civaka navneteweyî bi hemû rêxistin û saziyên wê yên navneteweyî û dewletên xwedî bandor di dosyaya Sûriyeyê de dikin ku mercên guncaw ji bo vegera ewle ya koçberên bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin, amade bikin.

‘Hikumeta demkî gotinên kîndarî û fitneyan gur dike’

Her wiha em îro dibînin ku rewşeke gotinên nefretê, tevlihevî û handana tundiyê bi pêş dikeve ku aliyê platformên ragihandinê ve têne kirin. Di heman demê de di axaftinên siyasî ve yên di xwepêşandanan de û li ber çavên rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê têne lidarxistin. Hikumeta demkî gotinên kîndarî û fitneyan di navbera pêkhateyan de gur dike. Ev nêzîkatî hewldanên her projeyeke ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya li ser esasê demokrasî, edaleta civakî û jiyana hevbeş asteng dikin. Berdewama van nêzîkatiyan xizmeta dijminên aştiyê tenê dike û dihêle ku temenê aloziyê dirêj bibe û parçebûnê di nava gelê Sûriyeyê de çêdike. Li ser vê yekê divê desthilata veguhêz a Şamê helwesta xwe li hemberî van provokasyonan û gotinên kîndariyê bide. Her wiha hesab ji çi kesên ku van kiryaran dikin û dibin sedema astengkirina hatina sûriyeyan a li gel hev bipirse.

Pêkanîna armancên şoreşa Sûriyeya bi mîsogerkirina vegera ewle ya koçberan a li warê xwe, diyaloga navxweyî ya rasteqîn a dûrî dûrxistin û paşguhkirinê dest pê dike ta Sûriyeke demokratîk a nenavendî ku mafên tevahî gelê wê mîsoger bike, ava bibe."