Rêveberiya Xweser: Bêdengî dewleta Tirk teşwîqî komkujiyan dike

Rêveberiya Xweser tekîldarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sîvîlên ku berê xwe dan Bendava Tişrînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêdengiya hêzên navnetewî û NYˋyê dewleta Tirk teşwîqî komkujiyan dike.

Navenda Nûçeyan- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da raya giştî û tê de komkujiya ku îro dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê kiriye eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker careke din kombûna sivîlên ku li Bendava Tişrînê hedef girt. Ew sivîl ji bo piştgiriya zarokên xwe li dijî êrişên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker ên li ser pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê, nobedariyê dikin. Di vê êrişa yekser a li dijî sivîlan de, 4 kes şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Digel bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û NYˋyê sûceke din a şer li sicila sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Ev bêdengî dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku sûcên zêdetir li dijî gel û herêmên me yên ewle pêk bîne.

Em diyar dikin ev sûc qanûnên navneteweyî bin pê dikin, hewldanên pêkanîna îstîqrara li Sûriyeyê hedef digirin û bi armanca valahiyek ji bo vegera teror û tundrewî çêbibe, ye.

Divê cıvata navneteweyî û raya giştî ya cîhan, Sûriye û Kurdistanê bi awayekî lezgîn tev bigerin û berpirsiyariyên xwe pêk bînin û ji bo sînordarkirin û rawestandina van sûcên li dijî xelkê me bixebitin.

Em diyar dikin ku em ê parastina destekeftiyên gelê xwe û parastina wî bidomînin û bang li tevahî pêkhateyên gelê xwe dikin ku hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî hembêz bikin. Divê em bi berxwedanê bawer bin ku garantî û rêya yekane ya têkbirina tevahî planên dijmine.

Şehîd namirin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re.”