Li Îranê zêdetirî milyonek xwendekar ji xwendinê bêpar mane
Serokê Rêxistina Xêrxwaziyê ya Îranê ragihand ku zêdetirî milyonek xwendekar li welêt ji perwerdeyê bêpar in. Ev statîstîk nîşan dide ku Îranê ji her aliyan ve hilweşînekê dijî û yek ji wan jî têkçûna sektora perwerdê ye.
Navenda Nûçeyan – Di 26’ê Gulanê de Serokê Rêxistina Xêrxwaziyê ragihand ku zêdetirî milyonek xwendekar li Îranê ji perwerdeyê bêpar in û di nav van de, duhezar û 808 zarokên ku di bin lênêrîna xizmetên civakî de ne.
Derbarê rewşa van zarokan de, rayedar diyar kir ku planek ji bo ji nû ve entegrekirina wan di pergala perwerdehiyê de di rê de ye.
Li Îranê perwerde bûye pirsgirêkê herî giran
Li Îranê di salên dawî de, dûrxistina zarokan ji perwerdeyê bûye yek ji pirsgirêkên herî giran di warê perwerdeyê de. Zehmetiyên aborî, hejarî, rewşa malbatî, nebûna derfetên perwerdeyê û hin pirsgirêkên civakî jî faktorên sereke ne ku rê li ber berdewamiya xwendina zarokan digirin.
Mafê perwerdeyê yek ji mafên bingehîn ên zarokan tê hesibandin. Li gorî qanûnên neteweyî û hem jî li gorî erkên navneteweyî, ji misogerkirina mafê zarokan, dewlet ji ber gihaştina zarokan bo perwerdeyê berpirsiyar in.