Remziye Canbeg: Ji bo azadiyê em di xaleke bê veger de ne

Pêvajoya nû ya siyasî gelek pirs û hêvî bi xwe re anîne. Dayîka Remziye Canbeg a ku bi salan e têkoşîneke dijwar dimeşîne, da xuyakirin ku ew ê mil bi mil bi zarokên xwe re li derve têkoşînê bidomînin.

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Bedlîs – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, bi pejirandina "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê re, gihîşt qonaxeke nû.

Tê payîn ku dê di çarçoveya qanûnê de 3 hezar û 900 girtiyên siyasî werin berdan, vê yekê ji bo civaka Kurd û malbatan, bû hêvî. Lê belê nebesiya çarçoveya qanûnê jî nîşaneyên pirsê û nîqaşên nû bi xwe re anî.

Yek ji dayîkên ku li benda azadiya kurê xwe ye Remziye Canbeg e.

'Dema ku kurê min were berdan em ê li derve bi hev re têbikoşîn’

Herekol Aso Canbeg ê kurê Remziye Canbeg, 11 sal in di girtîgehê de ye. Dayîka Remziye Canbeg a mîna malbatên din ên girtiyan, bi kelecan li benda roja gihîştina kurê xwe ye, wiha dibêje: "Dema ku kurê min were berdan, ji bo min têkoşîn bi dawî nabe; em ê li derve bi hev re têbikoşîn."

Kurê wê Herekok Aso ku navê wê berê Mesûd bû, piştî hat girtin, bi biryara dadgehê navê xwe guherand kir Herekol Aso.

Dayîka Remziye Canbeg, kurê xwe yê ku bi salan e bêriya wî dike, bi van gotinan vedibêje: "Herekol, di zarokatiya xwe de pir kedkar û rast bû, di 14 saliya xwe de çû Stenbolê. Piştî çû wê derê em difikirîn dê li wir bixebite. Jixwe di vê heyamê de dev ji dibistanê jî berdabû, li Stenbolê beşdarî xebatên ciwanan bibû. Di sala 2005’an de jî beşdarî Tevgera Azadiyê bû. 4 salan me jê agahî negirt. Ez 4 salan ketim pey şopa wî. Piştî 4 salan, me agahî girt ku tevlî bûye, bêguman em kêfxweş bûn. Li qada Bakur bû.”

11 sal in di girtîgehê de ye sirgûnê gelek girtîgehan bû

Remziye Canbeg, pêvajoya girtina kurê xwe Herekol bi van gotinan vedibêje: "Me bihîst ku kurê min di pêvajoya şerê Sûrê de bi du hevalên xwe re li Sûra Amedê tevlî berxwedana rêveberiya xweser bûye. Di sala 2016’an de jî li Pirsûsê hat girtin. Tevî ku di dema binçavkirina xwe de rastî îşkenceyên giran hat jî qanûna poşmaniyê qebûl nekir. Kurê min cezayê muebetê girt. 3 meh li Rihayê û piştî ku 4 sal li Alanyayê ma, ji nû ve hat sirgûnkirin. Niha li girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê dimîne. Nêzî 8 meh in ez nikarim biçim hevdîtina wî.”

Remziye Canbeg, sedema guhertina navê kurê xwe wiha vedibêje: "Keça min Gulistan di sala 2012’an de li Rojava tevlî YPJ’ê bû. Navê xwişka wê Gulistan, di nava tevgerê de Aso bû. Dema xwişka wê jiyana xwe ji dest da, navê wê li nasnameya xwe zêde kir."

'Em bawer in ku em ê bi keda zarokên xwe re destkeftiyên mezin bi dest bixin'

Remziye Canbeg a da zanîn ku dema Herekol Aso Canbeg tevlî Tevgera Azadiyê bû, 16 salî bûye, diyar dike ku bi kurê xwe serbilind e û got: "Kurê min ji bo gelê xwe têkoşîn meşand. Em bi têkoşîna wî re serbilind in. Serê min bilind e. Bêguman, ez dayîkek im û dilê min diêşe. Dema ku em çûn serdana wî li girtîgehê, me bi malbatên hevalên wî re jî sohbet kir û têkilî danî. Dema ku min têkoşîna wan di nava çar dîwaran de, dîsîplîna wan a jiyanê û hevaltiya wan dît, pir kêfxweş bûm. Ev têkoşîn di heman demê de ji bo Rêberê wan e. Em ê ji bo Rêbertiya xwe li ber xwe bidin. Çavên me li rê ye, em hêvî dikin ku hem ew û hem jî hevalên wî werin berdan û azad bibin. Em hêvîdar û em piştrast in em ê bi keda zarokên xwe re  destkeftiyên mezin bi dest bixin. Em heta dawiyê baweriya xwe bi Rêbertiya xwe tînin. Em hêvî dikin hemû dayîk bigihîjin zarokên xwe.”

'Têkoşîna dayikên din hêz da min'

Remziye Canbeg, diyar dike ku zarokê wê yê mezin kurê wê Herekol Aso Canbeg e û wiha dibêje: "Dema ku Herekol di dergûşê de bû, min vê têkoşînê dizanibû ji bo wê ked dida. Zilma dewletê bi salan berdewam kir û hê jî hewl didin wê zilmê bidomînin. Her roj bi ser mala me de digirtin û îşkence li me dikirin. Jiyana me ya pir dijwar bû. Bi tevlîbûna Aso (Gulistan Canbeg) re tundî û zilm du qat bû. Di vê têkoşînê de bi hezaran dayik hene û ev yek hêzê dide min. Divê em xurt bisekinin divê hişê zarokên me li ser me re nemîne. Min di tevahiya jiyana xwe de her dem vê yekê kir rêgez.”

'Em ne li bendê me ku werin li gel me rûnin’

Remziye Canbeg, tekez dike ku baweriya wê bi serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye û axaftina xwe bi van gotinan didomîne:

"Ez ne li bendê me ku Herekol Aso Canbeg piştî were berdan, li gel min rûne. Em jî dixwazin di vê pêvajoya nû de bi zarokên xwe re têkoşînê bidomînin. Yekane daxwaza me afirandina qadeke têkoşînê ye ku em bikaribin zarokên xwe bibînin. Pêvajo gihîşt astek. Edî di xaleke ku nayê vegerandin de ye. Em hêvî dikin ku dê bi serkeftinê bi encam bibe. Bi saya pêvajoya ku ji aliyê Rêbertiya me ve tê birêvebirin, demek dirêj e em agahiyên mirinê nagirin û dayîk nagirîn. Her wiha em hêvî dikin ku ev pêvajo veguhere aştiyeke bi rûmet. Li dijî me hemû rêbazên şer ceribandin lê dîsa jî nikaribûn îradeya me bişkînin. Çav û guhên me di her kêliyê de li ser Rêbertiya me ne, em wî dişopînin. Em baweriya xwe bi Rêbertiya xwe tînin. Bêguman ew ê ber bi serkeftinê ve biçe."

'Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin'

Remziye Canbeg, diyar kir ku dixwaze bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hevdîtinê bike û wiha domand: "Bi tu awayî nahêlin em bi Rêbertiya xwe re hevdîtin bikin. Ji dema ku ev pêvajo dest pê kiriye ve heta niha em bi hêviyeke mezin li bendê ne. Lê fikarên me berdewam dikin. Em bi fikar in, di aliyê din de jî em ji Rêbertiya xwe û têkoşîna zarokên xwe bawer dikin."

Remziye Canbeg, da zanîn ku bi hêviyek mezin li benda roja berdana zarokê xwe ye û got: "Bi salan e, me li malê xwarinên ku Herekol jê hez dike, çênekir. Dema ku min behsa vê yekê ji Herekol re kir got ‘Wisa neke.’ Em bi hêvî ne ku dema zarokên me werin berdan, em ê xwarinên wan ên bijare bi hev re çêkin û bixwin. Em bi hêviya nûçeyên berdana girtiyan in, bi berdewamî medyaya dîjîtal û televîzyonê dişopînin. Her cara ku em diçin serdana wan li girtîgehê, em bi zextên giran re rû bi rû dimînin. Lê belê em di her şert û mercî de dibêjin, 'Gelo em çawa dikarin Rêbertiya xwe azad bikin?' Tevî her tiştî, em ji bo ku moralê wan xira nebe û kêfxweş bimînin, behsa muameleyên ku em rast tên, nakin.”

'Mirina keça min dilê min şewitand’

Dayîka ku behsa zarokek xwe ya din a bêriya wê dike kir wiha dibêje: "Aso ne wekî hevalên xwe yên din ên li gund bû. Mînak planek wa ya amedekirina cihêz an jî zewacê tunebû. Keça min zêdetir ji bo kar bi coş bû. Aso, dema ku ciwanan didît, bê sebir dibû ku wan beşdarî xebatan bike. Her dem pirtûkên Rêbertiyê û tevgerê dixwend. Dema ku 17 salî bû, me xwest wê bi pismamê wê re bizewicînin. Aso, di şeva hineya xwe de beşdarî Tevgera Azadiyê bû.”

Remziye Canbeg, da zanîn keça wê li Geverê jiyana xwe ji dest daye û wiha domand:

"Piştî ku Aso tevlî bû, her roj leşker û polîs dihatin ber deriyê me û digotin, 'Herin keça xwe bînin.' Min jî digot, 'Ger derfeta we hebe, hûn bi xwe herin wê bînin.' Piştre me bihîst ku Aso şehîd ketiye. Dadgeha Wanê gazî me kir. Aso, di pevçûnek de bi hevalekî xwe re şehîd ketibû. Piştre me serlêdan kir, wan em gelek mijûl kirin û di dawiyê de me cenazeyê wê girt. Polîsan hewl da rê li ber beşdarbûna mirovan a merasîma cenaze bigrin lê bi sedan kes beşdar bûn. Her çi kirin jî nekaribûn rê li ber beşdarbûna merasîma cenaze bigrin.

'Min cenazeya wê şûşt û destên wê hine kir’

Remziye Canbeg, bi van gotinan veguherîna êşa mezin a ji bo têkoşînê, tîne ziman:

"Polîsan nehiştin cenaze bibin mizgeftê. Min cenazeyê wê girt û bi keçên xwe re di hemama mala xwe de şûşt. Min destên wê hine kir. Min cenazeyê wê bi rengên kesk, sor û zer xemiland. Min soz da xwe û got çi dibe bila bibe, ez ê xwedî li têkoşîna wan derbikevim. Ez bawer dikim ku bi saya vê têkoşînê wê Kurdistan azad bibe û ev têkoşîn wê bi encam bibe. Şikur, du zarokên min çûn û min zarokên xwe yên din jî girêdayî vê têkoşînê mezin kirin.”