Ayşegul Dogan: Ji bo qanûn were sepandin divê hin gav werin avêtin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe daxuyaniyek da û qanûna çarçoveyî ya ku di Meclisê de hatiye erêkirin nirxand. Dogan diyar kir ku "Ev qanûn dê zemîneke hiqûqî ji bo çareseriyê ava bike û deriyekî nû veke.
Enqere – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, tekildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.
Ayşegul Dogan, diyar kir ku wan qanûna çarçoveyî di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de jî nirxandiye û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem qanûnekî bi vî rengî amade bû. Piştî muzakere û nirxandinên bi rojan, qanûn hat amadekirin. Di encama dengdayîneke mezin bi 467 dengan ew qanûn di Desteya Giştî ya Meclise de hat erêkirin û bû qanûn. Ji bo me qanûneke girîng bû. Cara yekem em jî qanûnekî îmza dikin.”
‘Di pirsgirêka sed salan de cara yekem gaveke qanûnî heye’
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew qanûn ji bo çareseriyê derfetên hiqûqî derdixin û wiha got: “Helbet ev qanûn ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê nayne. Em kêmasiyên wê rexne dikin lê girîngiya wê jî tînin ziman. Cara yekem bi awayekî şênber em derbasî merhaleyeke qanûnî bûn. Di pirsgirêka sed salan de cara yekem gaveke qanûnî heye. Yên li dijî pêvajoyeyê jî hene. Helbet rexne û pêşniyar, pêvajoyê xurt dike. Hinek dibêjin ew pêvajo dewletê lewaz dike. Ew ne pêvajoyeke dan û standinê ye. Bi vê pêvajoyê 86 milyon welatî sûd digirin. Şer û pêvçûnan ji bilî qirîza aborî û demokrasiyê, tiştek bi xwe re neanî. Ji bo wê jî hemû gavên şer bi dawî bike tevî kêmasiyan jî ji bo me girîng e. Ji bo tu dayik negirîn divê em hemû berpirsyariyê bigirin.
‘Ew gav ji bo xurtkirina pêşeroja me ye’
Ayşegul Dogan li ser gotinên ku ji hêla hen aliyan ve tê kirin jî wiha dibêje: “Hinek jî dibêjin ew dayîna tavizan e. Niha rêxistinê xwe fesîh kiriye û ji bo fesîxkirina rêxistinê hiqûqî bibe qanûnek hatiye amadekirin. Di vir de çi tavîz heye. Hinek jî weke ku welat dê parçe bibe propagandayê dikin. Lê berovajî vê propagandayê em qala hevgirtinê dikin. Ew gav ji bo xurtkirina pêşeroja me ye. Hinek jî weke ku pirsgirêk bi polîtikayên ewlehiyê tên çareserkirin propagandayê dikin. Hinek jî dibêjin, ‘berê jî pêvajo destpêkirin lê têk çûn û hûn çawa baweriyê tînin.’ Em jî dibêjin ‘divê hemû alî ji pêvajoyên têkçûne dersan bigirin. Dersgirtin jî bi qanûnê pêkan e. Niha ew yek jî tevî hêdî tê meşandin, lê ji bo pirsgirêk werin çareserkirin gav tên avetin û hewldanek heye.”
‘Ew qanûn ji bo merhaleyeke nû derî vedike’
Ayşegul Dogan, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê ji bo daxwazên wan bi cih werin têkoşîna hevpar bê xurtkirin û wiha axivî: “Ew qanûn helbet hemû bendewariyên me dabîn nake. Lê bi hezaran kes dê di girtîgehan derbikevin. Bi hezaran kes dê bikarin vegerin. Ew qanûn xwedî wê potansiyeleyê ku zemîneke hiqûqî ji bo çareseriyê ava bike. Rêya me hertim aştî û demokrasiyê ye. Heta niha qada siyaseta demokratîk her tim ji ber van hincetan dihat krîmînalîzekirin. Lê niha serdemekê nû destpê dike. Ew qanûn ji bo merhaleyeke nû derî vedike. Pêkanîna qanûn jî tê meraqkirin. Xebatên me jî didomin. Hin destê werin amadekirin lê xebatên wê di rojên pêş de dê diyar bibe.”
Kongre di 6’ê Îlonê de ye
Ayşegul Dogan, da zanîn ku ew dê kongreya xwe di 6ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê li dar bixin û wiha got: “Ew kongre dê bibe kongreyeke amadekirinê ya ji nû ve avakirinê. Amedekariyên me yên kongreyê jî didomin. Bi kongeya 6ê Îlonê em starta ji nû ve ava kirinê bidin. Ji aliyê din vê jî em amadekariya civînên gel dikin. Em tevlîbûna jin û ciwanan pir girîng dibinin. ji bo ew pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe em ê beşên cuda yên civakê re jî civînan li darbixin.”
‘Ji bo qanûn were sepandin divê hin gav werin avêtin’
Ayşegul Dogan, tekildarî hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar Erdogan re jî diyar kir ku ji bo sepandina qanûn hê demeke diyarkirî nîn e û got ku ji bo qanûn were sepandin divê hin gav werin avêtin.
Ayşegul Dogan, tekildarî pirsa rojnamegeran diyar kir ku li gor biryarên Dadgeha Mafê Mirovan divê zû de Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag bihata berdan.
Ayşegul Dogan, di dawiya axaftina xwe de li ser pirsa rojnamegeran a banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî da zanîn ku ew nizanin dê bang kengî û çawa çêbibe û got: “Lê divê di koordînasyonan de birêz Ocalan jî cih bigire.”