Rejîma Îranê stranbêjiyê li heft jinan qedexe kir

Hat ragihandin ku li parêzgeha Xuzistanê hêzên Îtaleta Îranê heft jinên hunermend gazî îfadeyê kirine û bi zorê îmze bi wan dane avêtin da ku stranan nebêjin.

Navenda Nûçeyan – Zextên rejîma Îranê yên li ser jinan didome. Li gor nûçeya rêxistina mafên mirov a HRNA’yê, duh li bajaroka Behbehanî ya ser bi parêzgeha Xuzistanê hêzên Îtlaetan Îranê heft jinên hunermend gazî îfadeyê kirine.

Di nûçeyê de hatiye gotin, piştî kuher heft jinhatine lêpirsîn kirin, belgeyek bi wan dane îmzekirin û gotina sitranan, tevlîbûna civînên jinan, lêxistina amûrên mûzîkê û belavkirina çalakiyên hunerî li ser medya dijîtal li wan hatine qedexekirin.

Navên her heft jinên hunermend wihane; Îlahe Ehmedî, Mehsan Îhtiramî, Negîn Mensurî Nejad, Azardext Tahirpur, Ramîş Seyîd, Mujde Nesîrî û Zulfa Cemşiyanî.