Rejîma Îranê di mehek de 4 jê jin 152 kesan bi darve kir

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan, di meha Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve 152 kes hatin bidarvekirin. Di nav wan de 4 jin hene.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê rapora xwe ya meha Gulanê aşkere kir. Li gorî raporê 5 jê Efgan, 19 Belûc, 9 Kurd û 2 jê Ereb herî kêm 152 kes hatine darvekirin. Di raporê de hişyarî hat dayîn ku tevî çalakiyên protestoyî jî dibe ku darvekirin zêde bibin.

Di raporê de hat diyarkirin ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2025’an de herî kêm 511 kes hatine darvekirin, 16 ji wan jin û 32 jî Afgan in. Hat ragihandin ku bi tenê 28 kesên hatine darvekirin ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatine ragihandin. Hat ragihandin ku hejmara darvekirina mirovan di pênc mehên destpêkê yên sala 2025’an de ji sedî 96 zêde bûye, 261 înfazên di heman serdema sala 2024’an de ne.

Bang li raya giştî ya navnetewî

Dîrektorê IHR’ê Mahmût Amîry-Moghaddam got: “Yên tên darvekirin bi awayekî adil nayên darizandin û gelek caran ji beşên civakê yên herî qels in. Tevî ku li Îranê hejmara darvekirinê zêde ye jî civaka navneteweyî bi qasî pêwist dike nerazîbûn nîşanî vê krîza mafên mirovan neda. Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û welatên ku têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Komara Îslamî re didomînin, dixwazin protestoyê zêde bikin hesab ji rayedarên Îranê bixwazin. Eger bertek neyên nîşandan em ê di mehên pêş de bibin şahidên infaza bi sedan mirovên din.”

Di raporê de der barê 152 kesên hatine darvekirin de ev agahî hatin dayîn:

Bi tenê 15 darvekirin ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatin ragihandin.

Li 74 kesan bi sûcê kuştinê cezayê ‘qisas’ hatiye birîn.

Ji kesên hatine darvekirin 68 kes ji ber sûcên têkildarî narkotîkê hatin darvekirin.

4 kes ji ber sûcên ewlekariyê (serhildana çekdarî), fasad-fil-arz (gendeliya li ser rûyê erdê), ‘dijminatiya li dijî Xwedê’ hatin darvekirin. Yek ji wan bi tawana sîxuriya ji bo Îsraîlê hat tawanbarkirin û 3 jî bi diziya çekdarî hatin tawanbarkirin.

6 kes bi tawana destdirêjiyê hatin mehkûmkirin.

4 jin hatin darvekirin.

Di navbera wan kesan de 19 Belûc, 9 Kurd û 2 Ereb hebûn.

Yek ji wan kesan li qadeke giştî hat înfazkirin.