Li gor lêkolînan desteka ji bo biryarên kongreya PKK'ê ji sedî 71,5 ye
Di lêkolîna Sosyo Politik a li ser pêvajoyê de, desteka ji bo biryarên kongreya PKK'ê ji sedî 71,5 ye. Piraniya hemwelatiyan diyar kirin ku pêşketina pêvajoyê girêdayî helwesta meclis û hikûmetê ye.

Navenda Nûçeyan – Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 18-20'ê Gulanê de li 16 bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînek kir û meyla raya giştî ya Kurd a ji bo pêvajoyê raxist pêş çavan. Li gorî anketa hatiye çêkirin piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e. Di anketê de ku hevdîtina rû bi rû bi 1.504 kesan hate kirin, piştgiriya xurt a ji bo biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê bal kişand.
Ji sedî 71.5 ê beşdarên anketê, biryara 'fesixkirinê' ya Kongreya 12'yemîn a PKK'ê bi erênî pêşwazî kir.
Di nava vê rêjeyê de yên ku biryarê 'gelekî erênî' dibînin ji sedî 15.1, yên ku 'erênî' dibînin jî ji sedî 56.4 bû.
Ji sedî 17.4 ê beşdaran diyar kirin ku ew bê biryar in û tenê ji sedî 6 ê beşdaran biryar neyînî nirxand.
Ji bo pirsa "Bi dîtina we, ev biryar wê aştiyê pêk bîne?" ji sedî 36.8 ê beşdaran gotin "Erê", "ji sedî 27.9 ê beşdaran gotin "Dibe", ji sedî 22.7 ê beşdaran jî gotin "Na."
Piraniya beşdarên anketê ragihandin ku berpirsyariya aştiya mayinde beriya her tiştî li ser milê Meclisê (ji sedî 48.4) û partiyên desthilatdariyê AKP-MHP (ji sedî 39) e. Yên ku berpirsyarî danî ser milê DEM Partiyê ji sedî 6.1, yên ku civak xist bin berpirsyarî jî ji sedî 2.5 bû.
Ji sedî 79 ê beşdaran diyar kirin ku divê meclîs bi rengekî çalak înîsiyatîfa pêvajoyê werbigire. Ji sedî 8.7 ê beşdaran diyar kirin ku ew bê biryar in, ji sedî 6 ê beşdaran jî di vê mijarê de bersiva "Na" dan.
Ji beşdaran re her wiha pirsa pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê hate pirsîn. Ji sedî 68.9 ê beşdaran gotin krîza aboriyê û bêkarî, ji sedî 16.4 gotin pirsgirêka Kurd. Li dû van jî qala pirsgirêkên perwerde, hiqûq, demokrasî û hwd. kirin.
Rêjeya mirovên ku di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriyeke mayinde pêwîstî bi destûra bingehîn a nû heye ji sedî 67.4 bû. Bersivên li ser rêveçûna pêvajoyê jî bi vî rengî bûn:
* Gavên demokratîk û cihê baweriyê (%13,6)
* Karê ji bo aştiyê (%7,6)
* Tevlîbûna meclîsê û partiyên siyasî li pêvajoyê (%7)
* Misogerkirina mafên Kurdan bi destûra bingehîn (%5,8)
* Berdana girtiyên siyasî û guhertina destûra bingehîn (%4,5’er)
Ji beşdarên anketê re her wiha pirsa "Eger vê Yekşemê hilbijartin bibe hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" hate pirsîn. Ji sedî 44.9 ê beşdaran gotin DEM Partî, ji sedî 19.5 gotin AKP. Bi vî rengî rêjeya dengên DEM Partiyê li gorî hilbijartinên giştî yên 2023'an bi 3.7 pûanan zêde bû, yên AKP'ê jî bi 5.9 pûanan kêm bû.