Rejîma Îranê 5 girtiyan bi darve kir

Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin. Li gorî ÎHR’ê, ji destpêka salê ve heta niha herî kêm 245 kes hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) ragihand ku li girtîgeha Vakîlabad a li bajarê Meşhed ê Îranê, 5 girtî hatine darvekirin. ÎHR’ê diyar kir ku roja Çarşemê bêyî agahî bidin malbatên wan, girtî hatine darvekirin û wiha hat gotin: “Îşkence li van mehkûman hat kirin û bi rengekî ne adilane hatin darizandin, bi cezayê kuştinê hatin mehkûmkirin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 4 ji kesên hatine darvekirin endamên civatek Misilman a Sunî bûne, kesê din jî ji mezheba Şiî bûye.

Kesên ku hatine darvekirin di sala 2015’an de hatine girtin û li gorî hiqûqa rejîma Îranê ji sûcê ‘Bagî’ ku tê wateya ‘îsyanê’ ceza li wan hatibû birîn.

Li gorî ÎHR’ê ji destpêka salê ve heta niha herî kêm 245 kes hatine darvekirin.