Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê goristan veguherîn qadên çalakiya
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di çarçoveya bîranîna 40 rojî ya kesên di xwepêşanan de hatin qetilkirin de, li gelek bajaran goristan veguherîn qadên çalakiy
Navenda Nûçeyan - Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di roja 53’yemîn de didomin. Dîrokên 7-8’ê Çileyê ku hêzên rejîma Îranê dest bi hedefgirtina gel a rasterast a bi çekan kir, ji aliyê gel ve mîna destpêka komkujiyan hate qebûlkirin. Gel rojên 17 û 18’ê Sibatê, mîna destpêka merasîmên şîna 40 rojî pêşwazî kir. Bi hezaran kes li bajarên ku merasîmên şîna 40 rojî lê hatin lidarxistin, herikîn kolanan. Gelê ku li goristanan û hinek deverên bajêr li hev kom bûn, wêneyên kesên hatin qetilkirin hilgirtin. Piraniya merasîman, veguherîn berdewamiya xwepêşandanan. Gelên ku di nava lorînan de kom bûn û bi dirûşmeyên mîna "Mirin ji Xameneyî re" xwepêşandanên xwe domandin.
Li Tehranê dorpêç
Li Tehranê, beriya merasîmên ku dihat plankirin di 17’ê Sibatê de bên lidarxistin, binê pira Sattar Xan a li meydana duyemîn a Sadeghiyê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate dorpêçkirin. Her wiha li Tehranê gelek qad jî ji aliyê muhafizên taybet ên çekdar ve hatin dorpêçkirin. Li gorî çavkaniyên herêmî jî, bazara kevneşopî ya Sattar Xan bi tevahî hat girtin. Hêzên rejîmê yên bi motorsîklet hewl dan li Kolana Dolat kombûnan asteng bikin, li bajêr dewriyê avêtin.
Li Sine û Bokanê, bi sedan kes ji bo merasîmên 40 rojî li goristanan kom bûn. Li Şîrzadê ya girêdayî bajarê Bokanê ku di xwepêşanan de hezar û 404 kes hatin qetilkirin, bi sedan kesên li goristanê kom bûn, di nava lorînan de dirûşmeyên li dijî hikûmetê qîr kirin.
Bîranîn û xwepêşandan
Li bajarê Abdananê ya girêdayî eyaleta Îlamê ku di xwepêşanan de veguherî sembolek jî, kesên ku di xwepêşandan de di 17’ê Sibatê de hatin qetilkirin, nehatin jibîrkirin. Gel xwest bi meşên girseyî û serdanên goristanan wan bibîr bîne. Lê belê hêzên rejîmê ji serê sibê ve bajêr ji jor û jêr ve dorpêç kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên rejîmê kesên dixwestin Serferaz Elîreza Sayidî ya di xwepêşandanan de hate qetilkirin bibîr bînin, gulebaran kir. Li gorî vegotinên çavkaniyên herêmî, di encama gulebaranê de kesek hatiye qetilkirin û ev îdia nehat piştrastkirin.
Her wiha di tevahiya şevê de li navenda Abdananê prostesto, meş û dirûşm berdewam kirin.
Li Zencanê jî ji bo Javid Rezaeî yê 17 salî ya di xwepêşandanên 8’ê Çileyê de hate qetilkirin, bi beşdariya malbat, hezkiriyên wî û gelek welatiyan li ser gora wî bîranînek hate lidarxistin.
Bajarê Îsfehanê jî şahidiya bîranînên bi heybet kir. Bi sedan kes beşdarî bîranînên li Necefabadê jî bûn. Girse bi dirûşmeyan ber bi goristanan ve meşiyan.