Rehan Bayik jiyana xwe ji dest da

Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik wefat kir.

Navenda Nûçeyan – Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik (94) wefat kir. Cenazeyê Rehan Bayikê dê sibe piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Herêmê, li gundê Aşagi Çakmak ê navçeya Kebanê were definkirin. 

Şîna Rehan Bayikê dê li Mizgefta Veysel Karanî ya li Taxa Zanîngeha Xarpêtê bê danîn.