Rêber Apo bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ komployê vala dexist – ANALÎZ

Rastiya Rêber Apo êdî ji Kurdistan, Rojhilata Navîn bihûrî kûrewî bûye. Bi vê pêngavê re hêza gelan, hêza jinan, derket holê.

LAVA ŞENGALÎ

Komploya li dijî Rêber Apo 26 salên xwe temam kir. Di tevahî serdemên dîroka mirovahiyê de, tu carî mirovahî bi rêbazeke wiha ya komployê re rû berû nemabû. Di dîrokê de komploya herî mezin, herî xedar û herî bi pergal destpêkê li dijî jina dayik û paşê li dijî ewladên wê yên herî hêja hatine pêşxistin. Koka komployên bi vê rengî di dîrokê de gava xwe ya pêşî wisa avêtiye. Li pişt vê rastiyê armancên mezin ên pergala mêr-dewletê hebûye. Komployên pergala mêr ên bi vê rengî her dem li dijî hêza ku dikaribûye wê derbas bike bi pêş ketiye. Rastiya jin dayik ji ber ku heqîqeteke wiha di hundirê xwe de dihewand, pergala desthilatdar vê ji bo hebûna xwe xeter dît lewma ev pergal veguherî cinawirekî û hewl da her tiştî daqurtîne.

Aqilê ku pergala mêr-dewletê birêve dibe jî di vê astê de tirsanek û bi xeter e ji bo her rastiya mirovbûnê û pergala jin-dayikê. Rêber Apo rastî û daneheva di hundirê xwe de dihewîne nirxên heqîqeta jina dayik e. Derketina Rêber Apo tolhildana ji hemû çerxên pergala mêr-dewletê ye. Pergala ku bi hemû rêbazên xwe, bi hemû argûmanên xwe veguheriye hebûneke herî kirêt û herî hov wê mirovahî çi jê hêvî bike, wê çi jê bixwaze û çawa bikaribe tehemul bike. Armanca komployê dîrokî ye, bi qasî wê jî tola ji zayîna dema duh îro û sibê ye. Armanca komployê, tolhildana ji mîmarê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye. Armanca komployê tunekirina me hemûyan e. Rêber Apo bi derketina xwe re kêlî û dem, jin û civak, çand û exlaq, nirx û manewiyetê ji nav lepên pergala kapîtalîst û ji mîmarê desthilatdariyê mêr-dewletê xilas kir ji ber wê jî bi plangeriyeke navneteweyî hat hedefgirtin. Komplo li ser vê rastiya dîrokî ya mezin ku Rêber Apo di xwe de temsîla wê dike hat destpêkirin û heta roja îro bênavber û bi awayekî herî dijwar berdewam dike.    

Di nava komployê de komplo

Pergala kapîtalîst û hêzên hegemon wisa bawer kiribûn ku ger Rêber Apo dîl bigrin wê bikaribin li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin û eniya sermaye û serdestiya xwe ya li ser jin, civak û dîrokê berfireh bikin. Ji bo wê, di nava 26 salên komployê de prototîpa komploya mezin bi pêş xistin. Di nava komployê de komplo ava kirin. Li hemberî her heqîqeta ku Rêber Apo di rastiya rêbertiya xwe de temsîl dike komplo ava kirin. Vê jî herî zêde li dijî Rêber Apo dikin. Li dijî jin û hêza azadîxwaz dikin. Li dijî heqîqeta gelên berxwedêr kirin û dikin. Hêzên herî tarî di vê cîhana xweşik de ava kirin bi ser mirovahî û nirxên wê de şandin. Hêza ku Rêber Apo dîl girt temsîlkarê hêza herî tarî bû. Dewletbûyîn bi xwe tarîbûn e. Çeteyên DAIŞ’ê yek ji berhema dewletbûyîn a vê pergala gemar a ku heta qirikê ketiye nava qirêjiyê bû. Hêza herî tarî, ya herî xedar li hemberî nirxên civakê û hebûna jinan derxistin û berê wê dan ser jin, civak û nirxên wê yên madî-manewî. Dewleta Tirk mîna ku ji bo tunekirina cîhana herî xweşik a gelên Rojhilata Navîn hatibe erkdarkirin, bi rola xwe ya kirêt radibe. Hêzên ku xwe qaşo hegemonên cîhanê bi nav dikin dewletekî mîna dewleta Tirk li serê Rojhilata Navîn û Kurdistanê kirine belaya herî mezin, jê re palpişt in û çepikan lêdixin. Em weke jin-civak û weke Kurdistaniyek xwedî dijminek wisa ne, ne pêkan e were jibîrkirin.

Komplo, dagirkerî û peymana 9’ê Cotmehê

Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de êrîşa dagirkeriyê ya li ser Girê Spî û Serêkaniyê ku dewleta Tirk pêk anî, encama vê dijminahiyê ye. Di vê rojê de pêkanîna vê êrişê encama zihniyeta komploger bû. Îsrara domandina komploya mezin a li dijî Rêber Apo bû. Heman zihniyetê di 9’ê Cotmeha 2020’an de jî li dijî Şengalê peyamana qirkirin û temamkirina fermanê li ser civaka me ya Êzidî bi destên dewleta Tirk, PDK’ê û Iraqê hat mohrkirin. Van êrîşên dagirkeriyê û peymanên ku hatin çêkirin heta roja îro berdewam dikin. Ev plangeriyên ku dewleta Tirk a qirker pêk tîne, ne ji zîrekiya wê tê. Her gavekî di Rojhilata Navîn de tê avêtin bê fermana hêzên derve nayê kirin. Şerê dagirkeriyê yê li ser Kurdistanê didome, şerê niha li Rojhilata Navîn kûr bûye û xwe berfereh dike em nikarin ji komploya mezin a li ser Rêber Apo cuda bigrin dest. Rewşekî wisa ye ketiye zik hev û viya jî tenê bi xwe re çirava ku pergal ketiye hinek din rê li ber zayîna krîz û qeyranên nû vebike. Şerê cîhanê yê sêyemîn ku niha mirovahî pê re rû bi rû ye bingeha wê bi destpêkirina komploya li ser Rêber Apo hat avêtin. Rêber Apo got; “Hêzên sermayedar gava pêşî ya destpêkirina şerê cîhanê yê sêyemîn bi beralîkirina min xwestin dest pê bikin.” Tesbîta Rêbertî bi şerê ku îro berfereh bûye re îsbat bû.     

Komploya navdewletî li hemberî paradîgmaya Rêber Apo têk çû bi ser neket

Di serî de em dikarin bibêjin Rêber Apo bi têkoşîna ku bi pêş dixe, bi berxwedana bêhempa û dîrokî heta vê kêliyê jî ruxmî hemû berdêlên tên dayîn şerê herî mezin ê azadiyê dimeşîne. Di bin şert û mercên ewqas giran de Rêber Apo bi rastiya komployê re, pergala desthilatdar heta şaneya wê dahûrand û li hemberî wê paradîgmayeke altarnatîf bi pêş xist. Li hemberî komploya mezin û dîrokî ya pergala mêr-dewletê Rêber Apo jiyana nû ya li ser esasê azadiya jin û civakê bi pêş dixe ava dike. Em dema ku dibêjin komplo vala hat derxistin jî nikarin bi rehetî bibêjin. Berdêlên herî giran hatin dayîn. Tekoşîneke herî dijwar û pir bi zehmet tê meşandin. Gerîla li dijî komplo û hemû hêzên komploger şerekî dîrokî dide meşandin. Li hemberî dagirkeriya Tirk û hêzên li pişt wê berxwedaniyeke bêhempa bi pêş dixe.

Parçeyek ji komployê ye

Hêzên navneteweyî û dewleta Tirk a qirker niha ji bo komplo bigihîje armanca xwe hemû hêza xwe ji bo tunekirina gerîla bi kar tînin. Bi taybetî di sê salên dawî de şerê herî giran, rêbazên herî hovane li çiyayên Kurdistanê li ser gerîla tên meşandin. Çawa ku bi salan e bênavber siyaseta qirkirinê li Îmraliyê bi awayekî pir giran tê meşandin, di heman demê de li dijî gerîla jî wisa ye. Dewleta Tirk hemû hêza li dora Rêber Apo kom bûye dike hedefa xwe. Lê gerîla bi awayekî kûrtir û di çarçoveya siyaseta xwe ya şer de bi taybetî dike hedef. Hebûna gerîla dijmin jî baş dizane ji bo Rêber Apo çi îfade dike. Dijmin vê careke din di şexsê hevrê Sara, Rûken, Rojhat û Erdal de dît. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo her gerîlayek hebûna şer û aştiyê ye.

Şerê dagirkeriya dewleta Tirk ê niha li dijî me didomîne jî parçeyek ji plana domandina komployê ye. Hebûna Rêber Apo ya fîzîkî di bin şert û mercên wê dîlgirtinê de bi serê xwe rewşekî pir taybet e, rastiyeke pir dijwa re di hiş û hestên me de ku hê jî êşa wê em ji kûr ve dikşînin. Carna rastiya komployê mîna agirekî me bişewitîne derdikeve pêşiya me. Di şertên wisa de me careke din berpirsyariya herî giran, a herî dîrokî ji Rêber Apo re hişt.

Fikrên ku belavî cîhanê dibin

Îro li cîhanê paradîgmaya Rêber Apo her diçe belav dibe. Felsefeya Jin Jiyan Azadî li seranserê cîhanê hîmê xwe yê bingehîn daniye. Fikrên Rêber Apo li cihê ku digihîjinê, li wê derê hinaseya jiyanê ji nû ve bi xwe re tîne. Qalibên pergalê ava kirine parçe dike û qelîştokan lê vedike. Bandora xwe mîna pêşteqandina volqanek dide nîşandan. Mirovahiya ku ewqas birçiyê heqîqeteke mîna heqîqeta Rêber Apo ye êdî xilasiya xwe di azadiya fizîkî ya Rêber Apo de dibîne. Hêza Rêber Apo ya rêberane vê ava dike. Heqîqeta Rêber Apo, ya mîna şoreşa jin dayik, bi bandor e vê yekê ava dike. Em dikarin hê jî di bin bi sedan sernavên cuda de paradîgmaya Rêber Apo û bandora wê li ser jinan bi taybetî û tevahî cîhanê rêz bikin.

Rêber Apo bi sekna li hemberî komployê dide nîşandan, pergala kapîtalîst û hêzên hegemonîk xistiye nava tirseke mezin a jidestdana desthilatdariyê. Her ku paradîgma cihê xwe dibîne, xwe lê bi cih dike û pê re deriyê jiyanê vedibe ew der dibe zemîn ji bingeha şoreşa jinan û şoreşa mirovahiyê re. Li hemberî komploya mezin a pergala mêr-dewletê meznahiya Rêber Apo di heqîqeta jin û gelan de bi beden dibe û bi ser dikeve. Xeteriya komployê ya herî mezin ew e me hê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neaniye. Ger em di vê erka xwe de bi ser bikevin wê hemû xeteriyên heyî bi dawî bibin û planên nû çênebin.     

Bêhiqûqiya ku li Îmraliyê tê kirin

Hiqûqa li Îmraliyê tê meşandin, rasterast zihniyeta mêr-dewletê ye. Li ser navê hiqûqê tu tiştek nîn e. Li cihekî pergala îşkence, tecrîda mutlaq û siyaseta qirkirinê lê hebe em nikarin, behsa hiqûqê bikin. Rastiya Îmraliyê bi xwe ji bêhiqûqiyê hatiye avakirin. Pergala ku li îmraliyê tê meşandin, pergala şerê herî mezin ê vê serdemê ye. Ji rastî û zemînê wê yê madî bigre heta hemû rêbazên şer, xwedî cihekî wisa ye. Rêber Apo li ser pergala Îmraliyê gelek dahûrîn bi pêş xistin û hê jî dike. Hem dahûrînên dîrokî hem ên rojaneyî. Hebûna cihekî wisa wê her dem di nav dîroka mirovahiyê de mîna lekeyek reş bê vegotin. Em li rastiya Îmraliyê binêrin em ê rastiya pergalê baştir dahûrînin. Di esasê derketina têgeha hiqûqê de sebebekî manîdar dikare bê dîtin. Lê niha ew sebeb bi rastiya dewlet-desthilatdariya mêr re bûye parî parî û li ser maseya guran tê gerandin.

Ne hiqûqa navneteweyî xwedî pîvan û prensîbên mirovî ye, ne jî em dikarin behsa hiqûqa dewleteke mîna dewleta Tirk a qirker û dagirker bikin. Hiqûqa dewleta Tirk faşîzm e, talan e, şer e, înkar e, dagirkerî û qirkirin e. Hiqûqekî li ser bingeha tunekirina gelekî din û heta şaneyên xwe bi hestên nijadperest hatibe strandin em ê çawa jê re bibêjin hiqûq. Temenê dirêjkirina komployê û avakirina vê rewşa ku tu pêwendî bi Rêber Apo re nemaya; ji rastiya vê hiqûqa sexte çavkaniya xwe digre. Di serî de jî saziya CPT sûcdarê herî sereke yê vê rastiyê ye. Ev sazî û yên mîna wê ku qaşo bi roleke serbixwe radibin di rastiya hiqûqa li Tirkiyeyê heyî de hatiye helandin û bi fermana hêzên navneteweyî û dewleta Tirk di vê sedsalê de bêhiqûqiya herî mezin dikin.      

Bi komployê xwestin derbe li projeyê azadiya jinan bixin

Rêber Apo nîv sedsal e ji bo azadiya jinan têkoşînê dimeşîne. Girêdan û rêhevaltiya Rêber Apo ya bi jinan re tu hêzekî di nava pergalê de nikare vê heqîqetê fam bike û bi rehetî qebûl bike. Pergala ku xwe li ser kolekirina jin, zayendperestiya civakî heyîna xwe didomîne, zilamê ku li ser tunehesibandina îradeya jinan desthilatdariya xwe ji dest nade, dewleta ku bi hemû argûmanên xwe yên zorê îradeya gelan teslîm digre wê çawa li pêşiya têkoşîna Rêber Apo ya di ber azadiya jin û civakê de dide nebe kelem? Pergala modernîteya kapîtalîst şerê herî mezin ji bo vê li dijî Rêber Apo dimeşîne. Ji bo ku her jinek berê xwe bide projeya azadiya jinan a Rêber Apo divê pêşî ji pergala mêr a heyî verişe û têkiliya xwe bi tevahê jê bibire.

Êrişên li dijî jinan

Çawa ku pergal şerê herî mezin li dijî Rêber Apo, li dijî fikir, felsefe û paradîgamaya wî dimeşîne. Di berferehiya vê xeleka şer de hedefa yekemîn ya pergalê jin e. Hemû cîhan ji bo jinan veguheriye zindana servekirî. Her roj jin tên kuştin. Li hemberî projeya Rêbertî ya ji bo azadiya jinan, pergala mêr-dewletê jî projeya qirkirina jinan bi pêş dixe. Eger di roja îro de navgîna hemû êrîşan jin hedef hatibe nîşandan, çavkaniya xwe ji rastiya komploya mezin a li ser Rêber Apo dimeşe digre. Pergalê wisa kiriye ku mala jin tê de dijîn bûye cihê goristana jinan. Îro eger herî zêde jin di refên herî pêş ên tekoşînê de cih digrin li dijî Komplo disekinin ev bingeha xwe ji girêdana herî dîrokî, herî watedar, tije heskirin û hêvî ya jinan bi Rêber Apo ve digre. Rêber Apo bi pêşxistina projeya azadiya jinê hişt ku pergala ku xwe bi hişmendiya hezarî sala saz kiriye ji binî ve biheje.

Ger heta niha şensê vê pergalê ya xwe domandin û xilasiye çêbûye ev ji nebûna projeya azadiya jinê çavkaniya xwe digre. Lê di sedsalê de êdî ev şens wê tunebe. Ji ber ku Rêber Apo dibêje; ‘Her ku dibêje wê karker cîhanê rizgar bikin, ez jî dibêiim wê jin cîhanê rizgar bikin.’ Projeya Rêber Apo ya ji bo jinan ev e, wê jin bi tekoşîna xwe, bi hêza xwe ya rêxsitinî, bi hêvî û Rêbertiya Azad re vê cîhanê rizgar bikin. Jinên ku di çareyeka sedsalê de bi felsefeya jin jiyan azadî li hemberî pergala desthilatdar û aqlê mêr-dewletê serî hilda ye, êdî ne pêkane hêzek bikaribe jina ket riya azadî û xilasiya cîhanê ji vê zilmê paşve gav pê bide avêtin.    

Pêngava cîhanî

Her diçe paradîgmaya Rêber Apo belavî cîhanê dibe. Destpêkirina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo vê heqîqetê îfade dike. Bi taybetî di deh salên dawî de felsefeya Rêber Apo ji aliyê hemû gelan ve tê hembêzkirin. Hêviyeke nû dide hemû mirovahiyê. Di nava çerxa 24 saetî ya pergala kapîtalîst de xwe gîhandina paradîgma Rêber Apo, pê bandorbûyîn, ji bo xwe kirina hîmê jiyana nû, ev ne tiştekî hêsan e. Tirsa mezin a hêzên komploger ev bû, heqîqeta Rêber Apo ya rêberane negehîje gelan. Bingeha komplo jî li ser vê hişmendiyê avêtin. Ji ber wê pêngav salekî tijî dike. Lê em dikarin îsal li gel hemû qirêjiya şerê cîhanê yê sêyemîn, hesab û berjewendiyên hêzên hegemon li cîhanê azadiya Rêber Apo ya fîzîkî mhora xwe lêda. Di asta kûrewî de hem paradîgma Rêber Apo ji aliyê jinan û gelan ve rojeva sereke bû, hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bingehê eniyekî berfereh yê di vê tekoşînê de cih bigre hat avêtin. Rastiya Rêber Apo êdî ji Kurdistan, Rojhilata Navîn bihûrî kûrewî bûye. Bi vê pêngavê re hêza gelan, hêza jinan, derket holê.

Ev bi rastiyê re zêdetir nêzî gotina Rêber Apo ya dibêje; ‘parêznameyên min li ku derê bin ez li wir im.’ Bi vê pêngavê re Rêber Apo ji her demê zêdetir li cîhanê geriya, hevdîtina Rêber Apo ya bi mirovahiyê re her diçe dibe heqîqeteke pêkhatî. Ji bo wê bi rastî bandora vê pêngavê li ser belavkirina felsefeya Rêber Apo li cîhanê pir zêde heye. Hêzên hegemonik jî vê rastiyê dîtin. Ji ber wê li ser siyaseta qirkirinê, tecrîda mutlaq û pergala îşkenceyê ya li îmraliyê bûne yek û hemû rêbazên şer xistine dewrê ku vê bandorê têk bibin. Em di roja îro de bi vê xeteriya ku pergala di ferqê de ye re rû berû ne. Ji bo wê bi vê pêngavê re hêza derketiye holê, tê xwestin di sala pêş me de em hîn bi xurtî têkoşîna li dijî pergala Îmraliyê bidin meşandin. Tekoşîna vê salê, hêvî û bawerî daye jinan û hemû mirovahiya xwedî wijdan. Êdî hêrsa li hemberî komployê her diçe zêdetir bêtehemuliya heyî ji holê radike. Di cîhana her jinek de hêvî heye, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev pêngava kûrewî dikare bi vê rolê rabe. Pergala modernîteya kapîtalîst a şer îro careke din ji ber encama krîza ku dijî siyaseta şer berfereh kiriye. Di esasê vî şerî de domandina pergala Îmraliyê heye. Dem hatiye û derbas bûye, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ji bo wê di dema pêş me de çi bê xwestin pêwîst e were kirin.