Raziya Tahîr di 53 saliya xwe de dîplomaya lîseyê girt

Raziye Tahîr a li gundewarên Yemenê dijî, di zarokatiya xwe de nikaribû bixwîne lê bi daxwaza xwe, di 53 saliya xwe hînî xwendin û dibistanê bû, xwe qeyd kir û bi ji sedî 76 pûanî dîplomaya lîseyê girt.

RAHMA ŞENZUR 

Yemen- Li welatekî ku li gorî texmînên navneteweyî, li hinek deverên gundewar rêjeya jinên xwendin û nivîsandinê nizanin ji sedî 60 e. Raziya Tahîr a 53 hînî xwendin û nivîsandinê bû, dîplomaya lîseyê girt.

Çîroka Raziya Tahîr li navçeya El-Maafir a li parêzgeha Taizê ya li başûrê Yemenê dijî, ji bo gelek jinan bû îlham. Ji ber ku paşverûtiyên heyî bi hinceta perwerdeya zarokên keç "şerm" e, bûn sedema astengkirina perwerdeya wê. Ev "şerm" hê bi hezaran zarokên keç ji mafên wan ê perwerdeyê bêpar dihêle. Lê belê Raziya Tahîr di têkoşîna xwe de bi ser ket û bi pêkanîna xeyala xwe ya zarokatiyê, bi rêjeya serkeftina ji sedî 76 dîplomaya lîseyê girt.

Rêwîtiya ku ji kursa xwendin û nivîsandinê destpê kir

Rêwîtiya Raziye Tahîr dema ku di 40 saliya xwe de li navendek xwendin û nivîsandinê qeyd bû, dest pê kir. Raziye Tahîr serpêhatiya xwe wiha vedibêje: "Ji zarokatiyê min ve xeyala min xwendin bû lê wê demê şert û mercan rê nedidan zarokên keç biçin dibistanê. Di dema me de, zarokên keç berpirsiyarên karên çandiniyê, xwedîkirina ajalan û karên malê bûn. Perwerde tenê ji bo zarokên kur bû."

Ruxmê vê yekê jî Raziye Tahîr tu caran dev ji xeyala xwe ya xwendinê berneda. Lê Raziya Tahîr neçar ma di temenekî biçûk de bizewice û piştre bi zarok û karên malê re mujil bû. Lê hewesa wê ya veşartî qet winda nebû. Raziye Tahîr a ji bo dabînkirina dahata malbata xwe zêdetirî 20 salan terzîtî kir 9 zarokên xwe mezin kir. 6 kur û 3 zarokên keç ên Raziye hene. Zaroka wê ya herî mezin 30 salî û ya herî biçûk jî 14 salî ye. Piştî salên dirêj li gundekî nû bi cih bû, derfet dît ku beşdarî kursa dirûtinê ya ji bo jinan a li enstîtuyeke girêdayî meclîsa gund bibe.

Raziye Tahîr vê derfetê wiha vedibêje: "Ji min xwestin ez navê stajyeran tomar bikim. Ez xwendin û nivîsandin nizanibûm û nikaribûm binivîsim. Lê rêveber min qebûl kir û min fêr kir. Ji wê demê şûnve, gavên min ên rast ber bi fêrbûnê ve dest pê kirin.”

‘Min heta dawî berdewam kir’

Xeyalên wê bi vê yekê sînordar neman; beşdarî navenda xwendin û nivîsandinê bû, perwerdeya xwe ji serî heta dawiyê temam kir. Raziye Tahîr, da zanîn ku mîna zarokan ji sifrê fêrî xwendin û nivîsandinê bûye û wiha axivî: “Ez sê salan çûm navenda xwendin û nivîsandinê. Her tişt ji destpêkê ve fêr bûm û êdî ez dikarim bixwînim û binivîsim. Piştre min salek navber da lê ez careke din vegeriyam û min ji xwe re got; 'divê ez berdewam bikim û perwerdeya xwe temam bikim’.”

Raziye Tahîr, 3 salan li navendê xebitî û xwendin û nivîsandin fêr bû. Ve yekê jî daxwaza berdewamkirina rêwîtiya perwerdeyê xurtir kir. Raziye Tahîr, gaveke nû ku li gorî hinekan mîna dînîtî ne avêt û biryar da ku qeyda xwe ya dibistanê çêbike û bi xwendekarên ku jê pir biçûktir in re di heman polan de rûnê û wiha dibêje: "Ez roja ewil dema ketim polê bi bîr tînim, hinek xwendekar keniyan û gotin, 'Ma di vê temenê xwe de hatiye dibistanê?' Lê min guh neda wan gotinan.”

Zehmetiyan biryardariya wê neşikand

Vegera dibistanê ne hêsan bû bi pirsgirêkên civakî û derûnî re rû bi rû ma. Raziye Tahîr a li kêleka xwendekarên di temenê zarokên xwe de dibistanê domand, vê pêvajoyê wiha tîne ziman: "Di destpêkê de hinek xwendekaran ji ber ku ez mezin bûm, tinazên xwe bi min dikirin. Lê belê dema  biryardarî û kesayeta min dîtin dev ji tinazan berdan ji min hez kirin û rêz girtin. Bi demê re xwendekarên din ji min re digotin "Dayîka Raziye" û min hem mîna hevala xwe hem jî dayîka xwe dîtin.”

Raziye dide zanîn ku zehmetî bi vê yekê re sînor nebûn. Qelsbûna dîtîna wê, bi taybetî di ezmûnan de astengdariyek mezin bû. Raziye Tahîr got: “Carna bersivan dizanibûm lê ji ber pirsgirêkên dîtinê, nikaribûm pirsê baş bixwînim."

‘Mirov 50 salî be jî dikare fêr bibe’

Raziye Tahîr, piştî hewldanên bi salan, gihîşt pola dawî ya lîseyê. Ev bi tena serê xwe, serkeftinek mezin bû lê tenê perwerdeya xwe berdewam nekir; rêjeya serkeftinê ya ji sedî 76 bi dest xist. Ev xeyala wê ya ewil a zarokatiya wê bû. Raziye Tahîr, der barê roja eşkerekirina encaman de wiha dibêje: "Roja ku encam hatin ragihandin, ez giriyam. Min hîs kir ku zarokê di hundurê min de di dawiyê de rehet bûye. Ger îrade hebe, temen ne asteng e. Mirov 50 salî be jî dikare fêr bibe.”

‘Ya girîng berdewamkirin e’

Îro Raziye Tahir bi serbilindî dîplomaya xwe ya lîseyê digre û îsbat dike ku îrade dikare mûcîzeyan biafirîne. Raziye Tahîr, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Jiyan her dem li gorî dilê me naçe; kêliyên xweş jî kêliyên dijwar jî hene. Ya girîng berdewamkirin e.”