Rastiya Fermana 74’an û têkoşîna jinên Êzidî - Analîz
Bila îro dilê me li Şengalê ji bo tevahî jinên dîlgirtî, yên hatin firotin, kuştin û îro rizgar dibin lêbide. Bila dilê me di sînga her zarokekî Êzidxanê de lêbide.
ZEHRA ŞENGALÎ
Em ketin 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku civaka me Êzidî jiyan kir. Deh sal tije serpêhatî û çîrokên bi êş. Deh sal tije tekoşîn, hêvî û qehremantiya keç û xortên Êzidxanê. Deh sal ji nûve rabûn û zayîna xwe ji fermanê xilas kirî. Deh sal rastiya fermana 74’an û tekoşîna jinên Êzidî. Belê fermana 74’ê ne wê bê ji bîr kirin û nejî carekî din bê jiyîn. Ev sond û ji nûve jîndarkirina hafîzeya dîroka berxwedanê ya jin û civaka Êzidî ya li hemberî dîroka fermana ye. Êş û janeke hem bi ziman e hem lale. Li hemberî viya îro di deh saliya fermanê de rastiyek li Şengalê olan dide, ew jî rastiya jinên têkoşer û berxwedêr e. Ev zimanê çalakiya herî dijwar ya li dijî zihniyeta fermanê ye.
Ez beriya ku dest bi vê nivîsa xwe bikim, di serî de hemû mirov, jin û zarokên ku ji 1 rojî heta kesên 70 salî di fermanê de jiyana xwe ji dest dan bibîrtînim. Li hemberî wan mirovên herî hêja, herî pîroz û bi qedir ku bê dem û bi rengekî herî hovane ji nav me birin bejna xwe ditewînim. Em tev bagirê hêvî û daxwezên di çav û dilê wan zarok û jinên Êzidî de nîvçe mayî ne. Bi hêrsekî mezin berpirsyarên ku ev hovîtî pêk anîn hebûna wan li ser vê dinyayê red dikim. Ka em di 3’ê Tebaxê ango îro tenê carekê, kêliyek û saniyek lêdana dilê xwe bixin sînga wan zarok û jinên di kêliyên fermanê de ji hêza herî hov ya li ser rûyê vê dinyayê direviyan bi cih bikin. Tenê kêliyek em xwe bixin dewsa wan jinên Êzidî yên ku di roja 3’ê Tebaxê de ji mirina herî giran direviyan. Em çiqasî li peyvan û pênaseyan xwe mikur tên dîsa jî em bi bin dikevin. Ji ber ku mezinbûna êşa dan jiyan kirin, ji mezinbûna çand û baweriya Êzdayetiyê dihat. Vaye jinên Êzidî di tekoşîna deh salan de ev heqîqet hunandin û îro ji hemû sucdaran hesab dipirsin û ji dinya re meydan dixwînin.
Birîna kûr û bi gewde ya di sala 2014’an de li Şengalê vekirin birîna me hemûya ye. Birîna hemû jinan û civakên Rojhilata Navîn ên li hemberî zilmê û kedxwariyê li ber xwe didin e. Çawa ku deh sale ev birîna giran bi zayînekî nû ya jiyana azad êşa xwe dikewîne û derman dike di kêliya em lê sekinî de ne jî heman biryardarî, heman bawerî û heman hêvî tê jiyîn. Ev heqîqet îro, piştî deh salên tije tekoşîn û berxwedan di rastiya rabûn û serî rakirina jinên Êzidî de bi qasî ku em qala şoreşeke jin bikin xwe şênber kiriye.
Di sedsala 21’emîn de fermana 74’ê ya li ser civak û jinên Êzidî bi şêwayê herî tûnd yê qirkirina fîzîkî-çandî-rûmet û baweriyê ku bi awayekî hovane pêk anîn hate jiyankirin. Fermana 74’an deh sal temam kirin lê, hîna gelek aliyê wê hene ku di siyaset û plangeriyên îro rojaneyî de werin nirxandin, dîtin û eşkerekirin. Ji ber ku piştî deh salan hîna hêz û sucdarên mîna PDK-AKP ku bi zihniyeta qirker û faşîst ev ferman li ser civaka Êzidî plan kirin û pêk anîn li ser desthilatê ne. Pişta xwe dane hêzên navnetewî yên ku xwediyê heman sucî ne. Civaka Êzidî viya wekî berdewama fermana li ser xwe dibîne. Eger ku em îro dibêjin hîna jî zihniyeta fermanê berdewame, sucdar nehatine darizandin û hesab ji wan nehatî pirsîn em qala vê rastiyê dikin. Civaka Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî deh sale bi heman daxwezan salvegera fermanê pêşwazî dikin. Lê heta niha tû gavekî ber bi çav yê ku dilê vê civakê rihet bike û ji birînên wan re bibe alîkar nehatiye avêtin. Tiştekî hatiye kirin heye ew jî ev deh sale civaka Êzidî bi pêşengiya jin destkeftiyên avakiriye wekî çavê xwe û dilê parastiye û xwedî lê derketiye. Ev deh sale li dijî vê hişmendî û hêzên qirker jinên Êzidî, xwe ji êşên xwe afirandin û li hemberî viya tekoşîna herî dijwar didin. Her çiqas van hêzan dilê xwe xweş dikin û bawer bikin wê taca desthilatdariyê her tim li ser serê wan be lê, ew di bîr û wîjdanê civaka Êzidî de di van deh salan de hezar carî hatine kuştin. Ev mirin di her kêliya deh salên borî de pêk hatî.
Çawa ku di dema fermanê de hemû dinya li hemberî vê qirkirina mezin ker, lal û kor bû niha jî bi heman rolê dileyize. Heta bi awayekî herî rû reş di nav heman rol û helwestê de ye. Bi qasî ku em rastiya fermanê ji aliyê dîrokî ve lêkolîn dikin û dispêrin dijminahiya ku hêzên desthilatdar di navbera gelan de li ser esasê nakokiya ol û baweriya ava kirî dibînin. Hewce dike em bi rastiya pergala kapîtalîst ya ku îro bi hemû argûmanên xwe veguheriye cenewirekî yê tinekirina rûmeta gelan û nirxên mirovî jî bibînin. Û bîra wê ya rojaneyî ku mirov ne di ferqê de ye çi dike bandora wê ji kûr de bibîne û heta şaneyên xwe hîs bike. DAIŞ û hemû hêzên mîna wê bûne xwînmijên civakan berhemê pergala kapîtalîst in.
Rêber Apo di parêznameya xwe de dema ku behsa kirêdî û zihniyeta hilweşîner ya pergala kapîtalîst û mêr dewletê dike wiha dibêje; “Heta ku mirov ji vê pergala kapîtalîst venerişê, wê nikaribe xwe ji jiyana ew pêşkêş dike xilas bike û xwe bi temamî jê pak bike”. Ji bona wê tirsa civaka Êzidî ya herî mezin ew e ev ferman werê ji bîrkirin. Di serî de pêwîste her Êzidiyek vê fermanê ji bîr neke û hestên hesab pirsînê di hundirê xwe de tune neke. Civakek li ser jiyînên xwe dikare xwe berdewam bike û hebûna xwe carekî din biparêze. Li Şengalê di nava deh salên derbas bûyî de ev heqîqet hate jiyanîkirin. Dema ku ferman di bîra civakekê de werê hêrandin û veguherê hêrsekî li dijî mirina ku dijmin bi me dide jiyîn ew civak dikare rêya xwe bibîne û carekî din rabe ser piyan. Civaka Êzidî bi pêşengiya jin piştî fermanê viya bi serxist. Îro li Şengalê di şexsê jin û civaka Êzidî de pêşketinên çêbûye wekî bersiva herî mezin ya li hemberî fermanê tê dîtin. Çawa ku êşekî kolektîf ku hemû civaka Êzidî para xwe jê wergirt dan jiyan kirin, îro jî berovajî pêwîstiya vê civakê bi jiyanekî kolektîf, bi parastin û hesab pirsînekî kolektîf ya ji xiyanetkar, xwefiroş û dijminê koka Êzidî ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê pê heye.
Jinên Êzidî bi vê zanebûnê, bi vê berpirsyarî û erka xwe ya dîrokî carekî din di nava şert û mercên herî zor de rola pêşengiyê girtiye ser milê xwe û barê rabûna civaka xwe girtiye ser xwe. Tekoşîna jinên Êzidî di vê sedsalê de tekoşîna herî manîdar û bi nirx e. Zanekirina her jineke Êzidî çekeke li hemberî aqilê fermanê û sucdarê wê. Di tekoşîna deh salan de viya hatiye avakirin, serxistin û parastin. Li ser vê ezmûn û tekoşîna deh salan eger di sala 10’emîn ya fermanê de jinên Êzidî bi dengekî bilind hêvî û daxwezên xwe li pêşberî hemû dinyayê biqîrin wê hêzên ku xwestin vîna jinên Êzidî bişkînin û hebûna wê tine bikin carekî din bên kuştin. Zihniyeta ku li hemberî vîna jina azad werê kuştin ew êdî mahkûmî binkeftin û tunebûnê ye. PDK-AKP di deh saliya fermanê de carekî din li hemberî hebûna azad, û serfiraziya jinên Êzidî bi bin ketine û di mêjî û dil de hatine kuştin.
Her çiqas em hemû şahidê wê roja reş, roja 3’ê Tebaxê ne, lê şahidên herî dilşewat, yê herî berdêlên giran dan, ji can, rih û cigera xwe janên dijwar û ne kewandî jiyan, jinên Êzidî bûn. Rastiya fermanê piştî deh salan di heqîqeta jinên Êzidî yên xwedî dîroka berxwedan û kevneşopiya çand û baweriyê ne de heliyaye.
Bila îro dilê me li Şengalê ji bo tevahî jinên dîlgirtî, yên hatin firotin, kuştin û îro rizgar dibin lêbide. Bila dilê me di sînga her zarokekî Êzidxanê de lêbide. Bila îro em bi hevre, bi rihekî kolektîf jana giran û dijwar ya 3’ê Tebaxê carekî din di 10’emîn salvegera fermanê de kolektîf hîs bikin û bidin hîs kirin.