Rapora NY: Zêdeyî hezar û 700 Elewî hatin qetilkirin

Di rapora Komîteya Lêkolînan a NY’ê ku têkildarî qetlîamên li herêmên nifûsa Elewî lê dijîn hatî amadekirin de, hate ragihandin ku zêdetirî hezar û 700 kes hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Lêkolînan a Neteweyên Yekbûyî rapora têkildarî qetlîamên di meha Adarê de li herêmên ku nifusa Eelwî lê zêde li Sûriyeya dibin rêveberiya HTŞ’ê de weşand.

Di raporê de hatiye kirin ku bûyerên tundiyê yên ku di Adara îsal de li peravê li dijî elewiyan hatine kirin, plankirî û berfireh bûn. Li gorî raporê di encama bûyerên tundiyê de 90 jê jin ku navên wan hatine belgekirin, zêdetirî hezar û 700 kes hatin kuştin.

Komîteyê ku di raporê de xwe dispêre zêdetirî 200 hevpeyvînan û serdana gorên komî, diyar kir ku binpêkirin (kuştin, êşkencekirin, talankirin, şewitandina malan) ku ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz û çekdarên alîgirên wê ve hatine kirin, digihijin asta sûcên şer.

Di raporê de bang li rayedaran hatiye kirin ku hemû sûcdaran ceza bikin, gumanbaran tavilê ji kar dûr bixin û ji bo parastina civakan jî tedbîrên lezgîn bigirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku revandina jinan û destgîrkirin jî di nav de, binpêkirin dewam dikin.