Rapora NY: Di şeran de hedefgirtina jin û zarokên keç gihîştiye asteke tirsnak

Raporeke Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku di sala 2025’an de zêdetirî 37 hezar sivîlan di şeran de jiyana xwe ji dest dane ku ji sedî 25’ê wan jin û keç in her wiha şîdeta zayendî ya di dema şer de du qat zêde bûye.

Navenda Nûçeyan – Jin û zarokên keç li herêmên krîz û pevçûnan bi encamên herî giran ên şer û karesatên mirovî re rû bi rû dimînin. Mafên wan ên perwerde û ewlehiyê di bin gefê de ne, ew ji mafên xwe yên herî bingehîn û mafê jiyanê, bêpar dimînin.

Rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Jin, Aştî û Ewlehiyê ya sala 2025’an zêdebûna bûyerên hedefgirtina jinan û zarokên keç li herêmên şer eşkere kir. Di raporê de bang li civaka navnetewî hat kirin ku ji bo bidawîkirina şeran û misogerkirina beşdariya bi bandor a jinan di pêvajoyên aştiyê de, tedbîrên lezgîn bigre. Li gorî raporê, di şerên çekdarî de di sala borî de zêdetirî 37,000 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 25 kesên ku hatine kuştin jin û zarokên keç bûn. Ev hejmar li gorî sala 2021’ê du qat zêde bûye, her roj herî kêm 25 jin û zarokên keç jiyana xwe ji dest didin.

Ciheke jin lê bi ewle bijîn nemaye

Nyaradzayi Gumbonzvanda, Cîgira Rêvebera Jinan a Neteweyên Yekbûyî, destnîşan kir ku şer ji bo jinan  û zarokên keç her diçe kujertir dibin û destnîşan kir ku jin dibin hedefa guleyan. Her wiha da zanîn ku  li deverên ku divê ewle bin jî wek metbex, dersxane, beşên dayîktiyê rastî êrîşan tên û binpêkirin ne tenê bi kuştinê ve sînordar in; şîdeta zayendî ya têkildarî şer jî gihîştiye astên tirsnak.

Neteweyên Yekbûyî di sala 2025’an de 9,788 bûyerên tundiya zayendî yên piştrastkirî tomar kirin. Ev hejmar ji du qatan zêdetirî sala borî ye û hema hema çar qat ji hejmara bûyerên ku di sala 2022’an de hatine tomarkirin zêdetir e. Rapor balê dikşîne ser bêcezatiya berdewam û destnîşan dike ku yek ji 13 peymanên agirbestê yên vê dawiyê hatine îmzekirin, bendek ku van binpêkirinan bi eşkere qedexe dike, nagire nav xwe.

Raporê destnîşan kir ku wêrankirina binesaziyê li herêmên şer pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin girantir dike. Jinên ku li herêmên şer dijîn, li gorî jinên li herêmên bi aram dijîn, pênc qat zêdetir metirsiya mirina ji ber sedemên têkildarî ducanîbûn û zayînê heye. Li Xezayê, wêrankirina nexweşxane û navendên tenduristiyê, kêmbûna pêdiviyên bijîşkî û sînordarkirina gihîştina xizmetên tenduristiyê, bû sedema kêmbûna rêjeya zayîna zindî ji sedî 41 û zêdebûna jiberkirina zarok ji sedî 300.

Sîstemên tenduristî û perwerdeyê têk diçin.

Li Efganistanê, rapor nîşan didin ku îhtîmala mehrûmbûna keçan ji perwerdeyê 2.5 qat zêdetir e. Tê gotin ku zarokên keç ne tenê ji mafê xwe yê perwerdeyê, di heman demê de ji mafên xwe yên bingehîn ên din jî bêpar dimînin.

Sarah Hendriks, Rêvebera Polîtîka û Bernameyan li UN Women, diyar kir ku di sala 2025’an de ji sala 1946’an hejmara herî zêde ya şer û pevçûnan li cîhanê, bi tevahî 185 şer, çêbûne. Di vê heyamê de, lêçûnên leşkerî yên cîhanî gihîştin asta herî bilind a 2.9 trîlyon dolarî, di heman demê de alîkariya navneteweyî ji sedî 23 kêm bû. Hendriks destnîşan kir ku ev newekheviya di fînansmanê de rasterast bandorê li rêxistinên jinan ên herêmî dike ku piştgiriyê didin jinên ji şer bandor bûne û diyar kir ku fînansmana wan a alîkariya mirovî tenê 168 mîlyon dolarî maye.

Hat ragihandin ku ji sedî 45’ê rêxistinên jinan ji bo berdewamiya xebata xwe ji şeş mehan zêdetir fînansmana wan tune ye û di bin xeterea girtinê de ne. Wekî din, ji sedî 77’ê van rêxistinan karmendên xwe winda kirine. Ev rewş tê vê wateyê ku piştgiriya rasterast ji bo jin û keçan li deverên krîzê hatiye astengkirin.

‘Ewlehî ew e ku zarok biçin dibistanê û jin bê tundî bijîn’

Sarah Hendriks destnîşan kir ku jin danûstandinan dikin da ku hevgirtina civakî xurt bikin, wlehiya malbatê misoger bikin û kesên ji tundiyê rizgar bûne biparêzin lê ew ji pêvajoyên aştiyê yên fermî tên dûrxistin. Hat tomarkirin ku di 57 pêvajoyên aştiyê yên di sala 2025’an de hatine kirin de, tenê ji sedî 5'ê wan de di danûstandinan de jin hebûn.

Karbidestên NY’ê tekez kirin ku pêwîst e dawî li normalîzekirina êşên mirovan were anîn û diyar kirin ku daneyên hatine weşandin, berhema hilbijartinên siyasî ne. Diyar kirin ku ewlehiya rastîn ne bi mezinahiya depoyên çekan, de ye, ew e ku gelo zarokên keç dikarin biçin dibistanê, jin dikarin bê tundî bijîn û malbat dikarin bê tirs razên.