Rapora meha Hezîranê ya DFG’ê: Em ê parastina rojnamegeriyê bidomînin
DFG’ê di rapora xwe ya dawî de ragihand ku di meha Hezîranê de der barê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin û 16 rojnameger hatine binçavkirin, 6 ji wan hatine girtin.

Navendê Nûçeyan – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha Hezîranê ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran” aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku meha Hezîranê bûye yek ji mehên herî zêde êrîş li ser azadiya fikir û xweîfadekirinê çêbûne û hat diyarkirin ku êrîşa li dijî kovara Lemanê jî berdewamiya van êrîşên sîstematîk e.
Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Hezîranê de 16 rojnameger hatine binçavkirin, 6 ji wan hatine girtin. Di raporê de ev tişt hat gotin:
“Di 3’yê Hezîranê de edîtora Bianetê Tugçe Yilmaz, bi hinceta xala 301’emîn bi awayekî dijhiqûqî hat binçavkirin. Di 13’ê Hezîranê de jî rojnameger Eylem Emel Yilmaz, Ozan Cirik, Yavuz Akengîn û Dîcle Başturk hatin binçavkirin û bi hinceta ku nûçeyan ji sazî û dezgehên derveyî welat re çêkirine, hatin girtin. Di çarçoveya heman operasyonê de rojnameger Metîn Yoksu jî ji bo îfadeyê çû emniyetê û ew jî hat girtin. Di 21’ê Hezîranê de rojnameger Fatîh Altayli, ji ber gotinên gef li Oktay Saral ê AKP’î xwariye hat girtin. Vê bûyerê jî nîşan da ku rojnameger li ser fermana AKP’ê tên girtin. Bi girtina 6 rojnamegeran re hejmara rojnamegerên girtî bû 34 kes.”
Êrîşên li ser kovara Lemanê
Di raporê de tiştên piştî hedefgirtina Kovara Lemanê hatin parvekirin û wiha hat gotin:
“Di roja dawî ya meha Hezîranê de komek olperest bi hinceta karîkaturê ku Kovara LeManê weşandiye, bi ser ofîsa xebatê ya kovarê de girtin û xesar dan ofîsê û welatiyên derdorê. Her wiha çar xebatkarên Kovara LeManê hatin girtin. Binçavkirina van xebatkaran binpêkirina mafên raman û azadiya derbirînê ye. Em êrîşa li dijî Kovara LeManê weke êrîşek ji rêzê nabînin. Em vê êrîşê wek êrîşa AKP’ê ya li dijî çapemeniyê, raman û azadiya derbirînê dibînin. Em vê êrîşê şermezar dikin.”
Derbarê 9 rojnamegeran de lêpirsîn
Di raporê de hat destnîşankirin ku êrîş tenê bi binçavkirinan re sînordar nebûne û wiha hat gotin: “Rojnameger ji ber nûçeyên çêdikin rastî êrîşan tên. Gef li wan tên xwarin. Ev yek metirsiyê li ser rojnamegeran çêdike. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Durgut li Şirnexê nûçeya ‘Çeteya Fihûşê’ çêkiribû. Hinek kesên ku ji nûçeyê aciz bûn, li Zeynep Durgut geriyan û gefan lê xwarin. Ev jî berdewamiya polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Her wiha gefek bi heman rengî jî li rojnameger Alîcan Uludag hat xwarin. Uludag ji ber nûçeya ku îşkence û cînayeta li qereqola cendirmeyan çêkiribû, bi gefan re rû bi rû ma. Di meha Hezîranê de 26 rojnameger hatin darizandin. 24 dosyayên darizandinê yên rojnamegeriyê hene. Zîlan Gul li Amedê rojname belav kiriye û bi boneya nûçeyek di rojnameyê de hatiye darizandin û bi awayek dijhiqûqî 2 sal û mehek ceza lê hatiye birîn. Di meha Hezîranê de der barê 9 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û lêpirsîna 13 rojnamegeran jî veguheriye dozê.”
‘Em ê parastina rojnamegeriyê bidomînin’
Di raporê de hat destnîşankirin ku êrîş û zextên li ser çapemeniyê, raman û azadiya derbirînê her roja diçe zêdetir dibin û wiha hat gotin: “Li dijî van êrîşan em girîngiyê didin têkoşîna hevpar û em ê têkoşîna heqîqetê berdewam bikin. Em ê li dijî van pêkanînên antî-demokratîk ên li ser çapemeniyê her dem parastina rojnamegeriyê bikin. Her wiha em ê di avakirina civaka demokratîk de bi rola xwe ya pêşeng rabin.”