Rapora DFG ya Nîsanê: Dadgehkirina rojnamegeriyê sûc e

Di rapora xwe ya Nîsana 2025’an de, DFG diyar kir ku di çar mehên pêşîn de 25 rojnamevan hatine girtin û got: "Rojnamegerî ne sûc e, lê darizandina wê sûc e."

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirinên mafên mirovan a Nîsana 2025’an di 3’ê Gulanê, Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de eşkare kir. Di raporê de, DFG tekez kir ku zextên li ser rojnamevanan sîstematîk bûne.

DFG diyar kir ku Tirkiyeyê 3’ê Gulanê di rewşek zext û sansûreke dijwar a li ser rojnamevanan de pêşwazî kir û got: "Çerxa zextê, ​​ji astengiyên di şopandina nûçeyan de bigire heya sansûr, doz û girtinan, mezin dibe."

'Tirkiye paşve çû'

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2025’an ku ji hêla Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ve hatiye weşandin, Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 159’an de ye. DFG destnîşan kir ku Tirkiye, ku par di rêza 158’emîn de bû, îsal cihekî din daketiye û cihê xwe di kategoriya "pir cidî" de parastiye û tekez kir ku Tirkiye "ji ber şert û mercên neyînî yên li ser asta neteweyî dîsa paşve çûye."

Di çar mehên pêşîn ên 2025’an de 25 rojnamevan hatin girtin

Li gor rapora DFG'ê, di çar mehên pêşîn ên 2025’an de 65 rojnamevan hatine binçavkirin û 25 jî hatine girtin. Rewş di meha Nîsanê de jî neguheriye: 8 rojnamevan hatine girtin û polîs gef li rojnamevanekî xwariye. Di raporê de hat gotin ku "Rojnamevanan di meha Nîsanê de hema hema hemû demjimêrên xwe yên xebatê li korîdorên dadgehê derbas kirin." Di nav darizandinên girîng de danişînên 8 rojnamevanên ku xwepêşandanên Saraçhaneyê şopandin, 12 rojnamevanên ku hevkarên xwe yên kuştî bi bîr anîn û rojnamevanên girtî Necla Demir Arvas û Welat Ekin bûn.

Li gor raporê, di meha Nîsanê de bi tevahî 47 rojnamevan hatine darizandin û di van rûniştinan de 6 rojnamevan bi tevahî 9 sal, 6 meh û 4 roj cezayê girtîgehê wergirtine. Herwiha, lêpirsînên nû li dijî 5 rojnamevanan hatin vekirin û lêpirsînên berdewam ên li dijî 13 rojnamevanan bûn dosyayek. Niha li Tirkiyeyê 36 rojnameger di girtîgehê de ne.

Derbeya dadwerî li dijî azadiya çapemeniyê

Rapora DFG, ku cezayê 11 meh û 20 rojî yê girtîgehê yê ku ji rojnamevanê Swêdî Joakim Medin re hatiye dayîn jî dihewîne, tekez kir ku cezayê ji ber nivîsên wî yên nûçe û medyaya dîjîtal li Joakim Medîn hatiye birîn "derbeyek dadwerî ye ku armanc dike azadiya çapemeniyê têk bibe" Di raporê de wiha hat gotin: "Em vê cezayê qebûl nakin û daxwaza serbestberdana tavilê ya Medîn dikin."

Sansûr û astengiyên gihîştinê zêde dibin

Li gor raporê, di meha Nîsanê de 172 hesabên medyaya dîjîtal û 4 malper hatine astengkirin. Komeleyê diyar kir ku Bluesky jî beşdarî sansura ku ji hêla platforma (X) ve hatiye sepandin bûye û bal kişand ser zexta giran a li ser medyaya dîjîtal.

Divê rojnamevanên girtî serbest bên berdan

Di raporê de, DFG behsa 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê kir û got: "Divê hemû hevkarên me yên girtî tavilê werin berdan. Rojnamegerî ne sûc e, lê darizandina wê di rastiyê de sûc e! Bêyî çapemeniya azad, behsa civakek azad û demokratîk nayê kirin."