Raja Dahmani bû Seroka Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê

Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê piştî kongreya xwe ya 4’emîn rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Raja Dahmani bû seroka dema nû ya komaleyê.

Tûnis – Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê (ATFD) di dîrokê 2-3’yê Mijdarê de 4’emîn Kongreya xwe bi dirûşma “Femînistan di berxwedanê de, femînistan di piştevaniyê de ne” li dar xist. Di kongreyê de serok û rêveberiya nû hat hilbijartin. Raja Dahmani bû seroka dema nû ya Komaleya Jinên Demokratîk a Tûnisê.

Raja Dahmani di hevpêyvîna xwe ya ku berê dabû ajansa me de diyar kiribû ku tevgera jin a li Tûnisê di qada siyasî û giştî de xwedî rolekê girîng e û têkoşîna jinan hiştiye ku jinên Tûnisî bigihijin cihê biryargirtinê û di rêveberiya welat de xwedî gotin bin.

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê

Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê yek ji komeleyên herî girîng û yekemîn ên tevgera femînîst a Tûnisê ye. Komeleya ku di sala 1989’an de ji aliyê xwendekarên çepgir, aktîvîstên siyasî û jinên rewşenbîr ve ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan, pêşxistina çareseriyan û hilberandina polîtîkayan li ser pirsgirêkên jinan hate avakirin, ji bo komkirina tevgerên jinan ên li welat û afirandina qanûnên bi bandor rolek aktîf lîst.

Navên di rêveberiyê de cih digirin

Ji bo rêveberiya nû hatiye avakirin ev navên jêrîn hatin tayînkirin; Sekreterê Giştî Hala Bensalem, Sekretera Darayî Suhair Adris, Berpirsa Ragihandin û Çapemeniyê Fathia Saidi, Berpirsa Komîteya Perwerde û Çandê Ahlam Basroual, Berpirsa Komîteya Yasayî Yousra Daaloul, Berpirsa Komîteya Tenduristiyê Inès Chehaoui, Berpirsa Têkiliyên Derve Nadia Ben Hamed û Aborî, Berpirsa Komîteya Mafên Mirovan, Civakî û Çandî Mufîda Baçîr.