Radyoya Darb ji bo dozên jinan hişyariyan dike

Çalakvan û hiqûqnas Buşra Ebdo teqez kir ku Radyoya Darb li Mexribê bi pêşkêşkirina bernameyên li ser pirsgirêk û dozên wan pireke pêwendiyê di navbera karkerên komeleyan û civakê de çêkirine.

RECA XERAT

Mexrib - Gelek çalakiyên jinan û komeleyên çalak di dozên jinan de dest bi çalakiyan kirin da ku dozên jinan, mafên wan û têkoşîna li hemberî hemû cureyên cudakariyê pênase bikin.

Radyoyên komeleyan gelek xalan pênase dikin

Çalakvan û hiqûqnas a ku dozên jinan dişopîne û seroka Komeleya Rûbirûbûna ji bo Wekhevî û Welatîbûnê Buşra Ebdo got: "Radyoyên komeleyî roleke gelekî mezin di pênasekirina mafên mirovan, jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de lîstine. Her wiha tecrubeyeke cuda di warê zêdebûna şiyariya li ser dozên mafên mirovan û jinan de çêbûye.”

Buşra Ebdo wiha berdewam kir: "Radyoyê pireke têkiliyê, di navbera karkerên di komeleyan û civakê de dixebitin de çêkiriye, bi riya pêşkêşkirina pirsgirêk û dozên wan ên taybet. Radyoyên komeleyî radyoyên têkoşer in roleke gelekî mezin di têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan û cudakariyê de lîstine. Her wiha perwerdeya li ser bingeha nirxên mirovî û perspektîfên mafên mirovan ava kirine. Di heman demê de bûne cihê gelek jinan da ku bikaribin kul û derdên xwe bibêjin û zagona malbatê nas bikin."

Armanca Radyoya Derb hişyarî ye

Der barê tecrubeya xwe ya di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku radyoyeke bi navê Radyoya Derb a Komeleya Rûbirûbûyîna Wekhevî û Welatîbûnê, heye. Buşra Ebdo bal kişand ku ji navê wê jî dibe ku ev radyo, di warê maf, azadî û nirxên mirovahiyê de weşanê dike û hewl dide têkoşîna li dijî tundiyê û hemû cure cudakariya li ser jinan pênase bike.

Buşra Ebdo wiha domand: "Ev radyo ne weke radyoyên din e. Armanca wê vegotina karê komeleyê û girîngiya şiyariya di warê dozên mirovî û jinan de ye. Karê Radyoya Derb di dema niha de tomarkirina bernameyan û weşandina wan li ser torên medyaya dîjîtal e. Ev yek jî bi riya Komeleya Rûbirûbûyîna Wekhevî û Welatîbûnê û hinek komeleyên din pêk tê. Hinek çalakiyên mafên mirovan û dozên din jî pêşwazî dike. Bernameyên ku tên weşandin jî dê jinên mêvan di nava xwe de bigrin da ku pirsgirêkên xwe bînin ziman. Li kêleka wan jî dê derûnînas, parêzer û civaknas hebin. Her wiha dê li ser hinek dozên ku ji tevgerên jinan û mafan bi giştî re girîng in werin nîqaşkirin."

Buşra Ebdo bal kişand ku radyo hê negihîştiye armancên xwe yên sereke lê belê bi riya vê bernameyê bingeha xwe ya têkiliya di navbera jinan de çêkiriye û cih daye wan ku bikaribin biaxivin û pirsgirêkên xwe bînin ziman.

‘Zehmetiya herî sereke ew e ku zagonên van radyoyên komeleyan tune ne’

Buşra Ebdo wiha berdewam kir: "Yek ji zehmetiyên ku li pêşiya me derdikevin ew e ku; têkiliya bi welatiyan re ne bi rengekî berdewam e. Ew li gorî demê ne. Ev yek dibe sedem ku gelek komeleyên jinan û yên din jî daxwaza zagonek ji bo van radyoyan bikin da ku birêxistin bibin û parastina karkerên tê de dixebitin bikin."

Buşra Ebdo got: "Ji xebatkarên di van radyoyan de tê xwestin hemû dozên der barê dosyayên mezin ên tevgera jinên Mexribê, di nav de zagona malbatê di nava xwe de bigre. Her wiha zagona cînayetê û zagona tundiyê 103-13, zagona azadiyên giştî, zagona rewşa sivîl şîrove bikin. Divê pirsên welatiyan der barê van dozan de werin bersivandin."

‘Pêwîstiya radyoyên komeleyan bi zagoneke ku wan bi rêxistin bike heye’

Buşra Ebdo di dawiyê de diyar kir ku radyoyên komeleyan ên li Mexribê pêwîstiya wan bi zagoneke ku wan birêxistin bike heye û bihêle kar li gorî pîvanên di warê guhdarkirin û dîtinê de bikin. Komeleyên jinan ên ku bi berxwedaneke mezin meşiyane îro, pêwîstiya wan bi ragihandineke nêz heye ku bihêle bikeve doza jinan û bibe dengê wan û jinên li herêmên paşguhkirî û dûr.