Radyoya Dengê Qudusê ji nû ve dest bi weşanê kir

“Radyoya Dengê Qudusê” li bajarê Xezayê ji nû ve dest bi weşanê kir. Radyo bi weşana xwe meydan ji hilweşîn û xeteran re dixwîne, piştî agirbestê, bû yekem radyoya ku dest bi weşanê kir û nîşan da ku çapemeniya Filistînê tu car bêdeng nabe.

NEXEM KERACÊ

Xeza- Radyoya Dengê Qudusê ku ji ber şerê ji du salan zêdetir e didome, weşanên nedikir, nêzî hefteyek e ji nû ve dest bi weşana xwe kir. Piştî ku agirbest ket meriyetê, radoyê dest bi xebatên xwe kir û bû yekem radyoya ku piştî şer dest bi weşanê kir. Radyoyê bi vê destpêkê nîşan da ku her çendî bombebaran û hilweşîn hebe jî dengê Filistînê tu carî nayê birîn.

Radyoyê, her çendî avahiya wê ya li bajarê Xezayê ji ber êrîşên hewayî pir zirarê dîtibe jî tercîh kir ku weşana xwe lê bidomîne.

Ji ber êrîşên dijwar weşana radyoyê rawestandibûn

Li bajarê ku hê gelek xirbe li erdê ne, bîra wê bi mirinê hatiye dagirtin, dengê radyoyê, ji nû ve bi jiyana rojane re bû yek û ji bo guhdaran di nava xirbeyên şer de şibakeke hêviyê vekir.

Pêşkêşvana “Radyoya Dengê Qudusê” Tesnîm el-Buhayîsî, diyar kir ku denge wê ji bo bi hezaran Filistîniyan, bi bîra sibehan re bûye yek, da zanîn ku ew bi salan di radyoyê de xebitiye û ne ji ber xetera şer nikaribûne weşana xwe bidomînin.

Tesnîm El-Buhayîsî wiha got: “Piştî ku 7’ê Cotmeha 2023’yan şer dest pê kir û li der derê êrîşên dijwar çêbûn, tevî gef û bombebaranê jî rojên destpêkê me xebata xwe domand lewre em bawer dikin ku mayîna li qadê û ragihandina rastiyan peywireke pîşeyî ye lê li herêma ku avahiya radyoyê lê ye, bi belavbûna êrîşan û ji ber hedefgirtinê ne pêkan bû em weşanê bidomînin. Gelek rojnameger bi malbatên xwe re ji neçarî koçberî bajarê Deyr el-Belah ê li başûrê Xezayê bûn. Li vê derê rewş pir zor bû. Ne navendek ku em lê bixebitin hebû ne jî derfetên teknîkî. Tu temînatek tunebû. Di ser de jî artêşa dagirker, li pêş çavên cîhanê û bi bêdengiya ku şerm e ji bo mirovahiyê, bi eşkere rojnamegeran û saziyên çapemeniyê hedef girt. Vê yekê jî ji bo rojnamegeriyê xeter bû.”

‘Dema ku agirbest hat îlankirin me hîs kir ku şibakek biçûk vebûye û em dikarin tê de bêhnê bigrin’

Tesnîm el-Buhayîsî da zanîn ku tevî di mehên dawî de ji bo dest bi weşanê bikin gelek hewl dane jî ji ber mercên ewlehî û teknîkî nikaribûne û wiha domand: “Piştî ku agirbest ket meriyetê, rêveberiya radyoyê biryara vegerê girt. Dema ku agirbest hat îlankirin, me hîs kir ku şibakek biçûk vebûye û em dikarin tê de bêhnê bigrin. Bi ruhê beriya 7’ê Cotmeha 2023’yan û bi berpirsyariya xwe ya ji bo gel me biryara vegerê da.”

Tesnîm el-Buhayîsî wiha behsa roja destpêka kar dike: “Riya ku ber bi avahiya radyoyê ve diçû hêsan nebû baldariyek zêde dixwest. Navenda radyoyê li qata heftan bû. Dema ku di pelican de derdiketim, ji tirsê zêdetir min giraniya berpirsyariyê hîs dikir lewre dizanibûm ku dengê min dê bi hezaran mirovên ku duxwestin bibihîsin sax in temsîl dikir.”

‘Serkeftineke ku ji êşê der bûye’

Tesnîm el-Buhayîsî bal kişand ku derfet pir kêm in û wiha berdewam kir: “Derfet heta tu bibejî bi sînor bûn. Gelek cîhazan zirarê dîtibûn, cereyan her dem tunebû, qelîteya înternetê pir kêm bû lê îrade ji van hemûyan mezintir bû. Em bi derfetên di dest xwe de xebitîn, me bi destên xwe stodyoyê sererast kir, bernameyên me gav bi gav dest pê kirin. Bi taybetî bernameya sibehê ya ku mirov her sibeh hînî guhdarkirina we bûbûn, ji bo min hem ji aliyê şexsî ve hem jî pîşeyî ve bêminetî bû; ji nû ve despêkirina weşanê ji bo min pir girîng bû.”

‘Gelek kesan gotin ku bihîstina dengê radyoyê ji bo wan hesta sibehê vegera jiyana asayî ye’

Li gorî Tesnîm el-Buhayîsî, piştî ku agirbest ket meriyetê, yekem radyoya ku dest bi weşanê kiriye a wan e û got ku weke spîker radyoyê ev yek ne tenê vegera kar e, ‘serkeftina ku ji êşê der bûye’ ye û vê yekê bi gotinên: “Ev yek bi derfet an jî ekîpmanan nayê pîvandin, bi serkeftina ku bi berxwedan û hêza berdewamkirinê tê pîvandin e” pênase dike, wiha didomîne: “Di vê dem û mekanê heyî de weşana zindî, nîşan dide ku rojnamegerên Filistînî paşve gav navêjin û peyama ku gotina azad ji bombebaranê bihêztir e dide. Her wiha ji bo ku têkiliya bi guhdaran re hatiye danîn, bidome motîvasyona min çêbûye. Peyamên ku min piştî destpêkirina weşanê girt pir bi bandor bûn. Gelek kesan gotin ku bihîstina dengê radyoyê, ji bo wan hesta sibehê, vegera jiyana asayî ya ku ji dest wan hatibû girtin ji nû ve çêbûye. Ev hemû dibin sedem ku em risk bigrin û weşanê bidomînin.”

Xebata li Avahiya “Radyoya Dengê Qudusê” ku bi xetera hilweşînê re rûbirû ye, binpêkirin û rewşa rojnamegerên ku di mercên bi xeter de dixebitin nîşan dide. Van binpêkirinan, dikevin çarçoveya sûcên li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî. Hedefgirtina saziyên medyayê û kedkarên çapemeniyê, binpêkirina Peymana Cenevreyê ye ku parastina rojnamegeran digre bin temînatê û nîşan dide ku civaka navnetweyî di warê hesabxwestinê de serkeftî nîn e.