Radyo Star FM 9 sal in dibe dengê jin û jiyanê
Rêveberiya Radyoya Star FM Solîn Serhan da zanîn ku ji bo bibin dengê jinan û şoreşa Rojava bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” dest bi weşanê kirine.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Radyoya Star FM a yekemîn radyoya jinan e ku di 15’ê Kanûna 2017’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi weşanê kir, 9 sal in bênavber dibe deng û awaza jinan. Radyoya Star FM ji bo bibe amûreke serkeftî di ragihandina heqîqet û hûnandina nasnameya jinên azad de di şert û mercên şoreşa jinan de roleke girîng dilîze. Bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ jinên rojnamevan di bajarekî biçûk de, dest bi weşana bernameyên taybet kir, nûçeyên jinan di heman demê de awazê jinan li her derê weşand. Bênavber ji wê demê ve heta niha xebatên xwe didomîne, dozên jinan û destkeftiyên şoreşê radigihîne.
Rêveberiya Radyoya Star FM Solîn Serhan behsa 9 salên xebata Radyoya Star FM ji ajansa me re kir.
‘Radyoya Star FM dikeve sala xwe ye 9’emîn’
Solîn Serhan da zanîn ku yekemîn radyoya jinan li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin Star FM bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Radyoya Star FM dikeve sala xwe ya 9’emîn, ku yekemîn radyoya jinan li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin. Star FM di bin dirûşma “Dengê jin û jiyanê” weşana xwe dest pê kir, ji ber ku em dixwazin li gorî demê jin û jiyanê bin deng, destkeftî zehmetiyên jinan ragihînin. Di destpêka weşana me de heya salekê tênê stran bûn, heta ku me weke ekîb perwerde dît ji ber ku em nizanibûn radyo, nûçe û pêşkêşvanî çi ye em bi Star FM hîn bûn me dest bi kar û xebatê kir.”
Bernameyên bi sê zimanan
Solîn Serhan bal kişand ser kar û xebatên ku Radyoya Star FM pê radibe û wiha berdewam kir: “Em gelek bernameyan pêşkêş dikin bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ji ber ku em ne tenê Kurd li vir dijîn. Bernameyên ku tên pêşkêşkirin siyasî, civakî, hunerî û pêşbirkan jî em çêdikin. Ji ber ku her kes li bernameyên siyasî guhdar dike yan em bibêjin ên civakê em li gorî civakê dimeşin û tiştên ku mirov dixwazin ji bo wê jî em bernameyên curnecur pêşkêş dikin.”
Solîn Serhan diyar kir ku radyoya Star Fm deng daye, her kes lê guhdarî dike wiha pê de çû: “Doz û dengê jinan li ku derê be em dixwazin ragihînin heta asteke baş bi riya bernameyên me yên curbecur. Gelek caran tê pirsîn Star FM heta çi astê tê gudarkirin, em dibînin dema ku star FM weşana wê hebe û pirsgrêkeke teknîkî derkeve her kes dipirse dibêje çima weşan sekiniye. Di wê demê de em dizanin ku Star FM heta asteke pir baş tê gudarkirin ew jî ji bo me serkeftinek e. Hinek caran ji me re dibêjin radyo kes nema lê guhdar dike kevin bûye lê kesên bi temen mezin yan ên ku di wesayîdên xwe de kar dikin li me digerin dibêjin em dixwazin li vê stranê guhdar bikin yan ji me re vî bernameyî pêşkêş bikin em wê demê dizanin ku her kes me dişopîne.”
‘Em ê weşana xwe li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin’
Solîn Serhan diyar kir ku wê di sala 2026’an de weşana xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û wiha bi dawî kir: “Star FM weşana wê ne li her derê Rojavayê Kurdistanê bû tenê li Kantona Cizîrê bû lê niha bi hatina sala nû re em dixwazin mizgîniyê bidin guhdaran û temaşevanên xwe ku em ê weşana xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Em ê rojnamevanên jin ên Radyoya Star FM bibin dengê hemû jinan û em dizwazin xwe bigihîjînin hemû jinên cîhanê çîrokên wan ragihînin.”