Radical Women ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêyam şand
Rêxistina femînist sosyalîst Radical Women (Jinên Radîkal) a DYE û Awistiralyayê bi pêyama xwe piştgirî dan têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina femînist sosyalîst Radical Women (Jinên Radîkal) a DYE û Awistiralyayê bi pêyama xwe piştgirî dan têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Pêyama ku îmzeya Organîzatora Netewî ya Radical Women a DYE Helen Gilbert û Organîzatora Netewî ya Radical Women a Awistiralyayê Debbie Brennan cih digre wiha ye:
“Ji bo xwişkên me yên wêrek ên li Sûriyeyê,
Radical Women ji DYE û Awistiralya pêyama xwe ya piştevaniya şoreşgerî û femînîst radigihîne. Ji ber ên herî zêde ji ber rejîma Baasê êş kişandine jin in loma we anî ziman ku ji bo avakirina civaka nû divê di refên herî pêş de bin. Em dixwazin kêfxweşiya xwe ya ji bo van gotinên we bînin ziman. Demek pir dirêje ku hûn barê hovîtiyekê bi piştevaniya emperyalîst hildigirin. We li ber xwe da û hunê dewletekî din a zextê dike, webûl nekin. Bi biryardariya we îlhamê dide hemu gelên bindest ên cîhanê û heta kesên di nav hêzên emperyalîst de jî.
Em têkoşîna dîrokî ya jinên Sûriyeyê silav dikin ku ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekheviyê têdikoşin. Eniya ku we bi jinên ji netew û olên kêm daya avakirin, ji bo hemu tevgerên li her derê mînakek bihêz e. Mîna berxwedana jinan a li hemberî qirkirinê û qirkirina jinan, em jî ji wê bawer dikin ku azadiya jinan tê wateya civakek demokratîk û wekhev a ku her kes bikaribe tê de bijî. Weke femînistên sosyalîst ji Xezayê heyanî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji wê wêdetir jî em bi hemu kesên ku li dijî qirkirin û pêkutiyê têdikoşin re, di nav piştevaniyê de ne.
Jin, Jiyan, Azadî!”