‘QSD ewlehî û aramiya gelên Sûriyeyê ye’

Jinên ji bajarê Eyn Îsayê dibêjin; “Serkeftina pêvajoya entegrasyonê di navbera QSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê girîng e. Ev entegrasyon dê aştî û ewlehiyê bîne hemû herêmên Sûriyeyê û sûdê bide hemû civak û koman.”

NORŞAN EBDΠ

Eyn Îsa – Hewldanên entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji bo bidawîbûna kiryarên rêveberiya demkî ya Sûriyeyê didomin. Dewleta Tirk roleke neyînî di gihîştina çareserî û rêkeftinên di navbera aliyên Sûriyeyê de dilîze. Dewleta Tirk, ji bo parçekirinê zextê dike û nahêle rêveberiya demkî entegrasyona demokratîk bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re qebûl bike. Bi nêzbûna bidawîbûna dema peymana 10’ê Adarê re, jinên Ereb ên li bajarê Eyn îsayê dijîn ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Ezîza Hesen, da zanîn ku şervanên QSD’ê zarokên vê herêmê ne û wiha got: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ji aliyê zarokên xwe û hêza wan ve tên parastin. Serkeftina pêvajoya entegrasyonê di navbera QSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeye de girîng e. Ev entegrasyon dê aştî û ewlehiyê bîne hemû herêmên Sûriyeyê û dê sûdê bide hemû civak û koman. Em QSD’ê mîna temsîla nasname û îradeya gelê herêmê dibînin. QSD li herêmên me li gorî nirx, exlaq û prensîbên şoreşê ji bo parastina gelê herêmê hat damezrandin. Lewma ew hêza aştî û demokrasiyê ye. QSD yekane hêz e ku ji bo belavkirina aştî, parastina yekîtiya gelên Sûriyeyê û axa wê dixebite.”
‘Divê nasnameya Yekîneyên Parastina Jinan bê parastin’

Ezîza Hesen, bal kişand ser prensîbên şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an û wiha axivî: "Jinên herêmê, bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di qadên leşkerî, siyasî û civakî de gelek destkeftî bi dest xistin. YPJ hêzek e cewherî ye, nasname û hebûna jinan diparêze. Ji bo rizgarkirina her jina ku rastî tundiyê hatiye têdikoşe. Lewma divê nasnameya cihêreng a YPJ'ê bê parastin ku bikaribe hemû jinên li Sûriyeyê biparêze."

‘Rewşa jinên li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de xirab e’

Ezîza Hesen, da zanîn ku destkeftiyên jinan bi saya fedakarî û berxwedanê ji nû ve hatine bidestxistin û axaftina xwe wiha domand: “Îro em dikarin mafên xwe bi kar bînin û xwedî hêza birêvebirina xwe û herêmên xwe ne. Em bêtirs mafên xwe dixwazin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveber, siyasetmedar û şoreşger in. Lê li herêmên din ên Sûriyeyê, rewşa jinan trajîk e. Jin ne xwedî rol û ne jî xwedî maf in. Lewma, em ê rêveberiya herêmên xwe ya ji aliyê komên cîhadîst ên girêdayî rêveberiya demkî ve qebûl nekin. Van koman li dijî pêkhateyên cihêreng ên gelê Sûriyeyê qetlîaman pêk tînin.”
‘Entegrasyona demokratîk dê şeran bi dawî bike’
Endama Mala Jin a Kampa Til Semin Nûra Osman jî da zanîn ji bo bidawîbûna kuştin, revandin û komkujiyên li dijî kom û civakên cihêreng ên Sûriyeyê piştgirîdayîn pêvajoya entegrasyona QSD’ê girîng e û wiha axivî: “QSD ewlehî û hêza gelê herêmê ye. Ger Hêzên Sûriyeya Demokratîk ne hêz bûna, me yê jî êş û trajediya ku hat serê pêkhate û komên cuda yên Sûriyeyê bihata serê me jî. Sûriye, bi yekkirina gelê xwe û pêkanîna demokrasî û pergala ne navendî dê bibe welatekî azad û demokratîk. Dê şer û komkujî bi dawî bibin. Ji ber ku şervanên QSD’ê keç û kurên me ne. QSD nûnertiya Sûriyeyê dike, nûnertiya me dike û îradeya me temsîl dike. Em ê tu êrîşên li dijî van hêzan qebûl nekin. Çawa ku ew me ji binpêkirin, êrîş û komkujiyan diparêzin, em ê jî wan biparêzin.”
‘Em jiyana hevbeş dijîn’
Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Şehil Esaf jî da zanîn ku di bin ala Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, hemû pêkhateyên herêmê bi hev re bêyî cudakarî di nava aştî û ewlehiyê de dijîn û wiha axivî: “Bi pêkanîna pergala neteweya demokratîk, em jiyana hevbeş dijîn. Ji ber ku em hemû gelên Sûriyeyê ne. Em ji ber êşên ku gelê Elewî û Durzî dikşînin pir xemgîn in û em êş wan mîna êşa xwe dibînin. Em hêvî dikin ku aştî û ewlehî li seranserê herêmên Sûriyeyê belav bibe. Ev yek dê bi hebûna QSD’ê ya di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de pêk were."

‘Em ê bi hev re Sûriyeya demokratîk ava bikin’
Şehil Esaf, anî ziman ku QSD ji roja hatiye damezrandin ve heta niha tu sûc nekiriye û wiha got: “QSD’ê tu kesê nekuştiye, îşkence nekiriye û êrîşî kesê nekiriye. QSD’ê civak û jinên ku rastî zilm û îşkenceyê hatine parast. Lewma em ê di piştgiriya xwe ya ji bo van hêzan de dudilî nebin û bi hev re destkeftiyên xwe, erd û milkê xwe biparêzin. Ez bang li hemû jinên Sûriyeyê dikim ku li dijî kesên li hemberî gelê Sûriyeyê komkujiyan dikin rabin. Em ê bi hev re Sûriyeya demokratîk ava bikin da ku hemû civakên xwe di nav xwe de bigre û mafên wan biparêze.”