Qeyûm tayinî şaredariyên Pulur û Dêrsimê hate kirin
Ji aliyê Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Dêrsim û Pulurê qeyûm hatin tayînkirin.
Navenda Nûçeyan- Şaredariya Dersimê ya ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û şaredariya Pulurê ya ku ji aliyê Partiya Komarê ya Gel (CHP) ve tên birêvebirin, hatin desteserkirin. Kesên li şaredariya Dersimê nobetê digirin, bi darê zorê ji avahiyê hatin derxistin. Sekna li ber şaredariyê didome.
Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyeyê ragihand ku li şûna hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan waliyê Tunceliyê Bulent Tekbiyikoglû û li şûna şaredarê Pulurê Mustafa Sarigul jî qeymeqam Huseyîn Şamîl Sozen hatine tayînkirin.
Cevdet Konak û Mustafa Sarigul Sarigul ji doza ku dihatin darizandin di 20’ê Mijdarê de bêyî îfadeya wan bên girtin bi îdîaya “endamên rêxistinê ne" 6 sal û 3 meh ceza li wan hat birîn.