Puran Nazemî bi kefalet demkî hat berdan
Çalakvana sivîl Puran Nazemî, ji bo domandina dermankirina xwe bi kefaletê hat berdan.
Navenda Nûçeyan- Xwişka Puran Nazemî, ragihand ku xwişka wê ji bo domandina dermankirina xwe bi kefaletê hatiye berdan.
Mehşid Nazemî, di parvekirina xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal X de diyar kir ku Puran Nazemî bi kefaleta demkî hatiye berdan.
Hêjayî gotinê ye ku çalakvana sivîl Puran Nazemî, Nêrgiz Mohammadî û Sepîdeh Guliyan jî di nav de bi çend çalakvanên din ên sivîl û girtiyên siyasî yên berê re di dawiya meha Kanûnê de di merasîma bîranîna roja heftemîn a parêzer Xosrow Alikordî de hatin binçavkirin.