Prof. Kariane Westerheim: Pêwîst e civaka navnetewî aktoran teşwîqî tevlîbûna li pêvajoya aştiyê bike

Prof. Kariane Westerheim, biryara PKK’ê ya Kongreyê wek qonaxek dîrokî nirxand û diyar kir ku pêwîst e civaka navnetewî, girîngiya gavê hatiye avêtin bipejirîne û hemû aktoran teşwîqî tevlîbûna li pêvajoya berfireh a aştî û lihevhatinê bike.

BERFÎN EVRAN

Navenda Nûçeyan – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe lidar xist. PKK’ê di vê kongreyê de biryar da ku xebatên xwe yên bi navê PKK’ê dimeşîne, bidawî bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kiribû û PKK’ê li ser vê yekê Kongreya xwe pêk anîbû. Di daxuyaniya PKK’ê de wiha hat gotin:

"Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK’ê mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vê bingehê Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin, biryarên wekî; fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina metoda têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê dimeşand, bi dawî kiriye."

Profesor Kariane Westerheim, têkildarî biryara PKK’ê û metodên divê ji bo mayîndekirina aştiyê bên bikaranîn, pirsên me bersivand.

*Berî ku em biryarên Kongreya PKK’ê binirxînin, gelo te çawa PKK’ê nas kir? Ciyê wê li ba te çi ye?

Nêzî 20 sal beriya niha çûm serdana yekîneyên PKK’ê yên li çiyayan. Li Xinêrê bihar bû, lê wê çaxê jî hê mirov nikaribû bi hêsanî xwe bighîne wir. Min digot gelo ezê wek lêkolînerek û bi esasî wek biyaniyek çawa bêm pêşwazîkirin. Di nav kelecanek de bûm. Tiştek ku ez jê fikar bikim tunebûye. Pêşwazîkirina wan ji gelek pêşwazîkirinên ku hûn di jiyana sivîl de dibînin zêdetir bi dilgermî bû. Naxwazim jiyana li çiyayan ji bo yên bi dehan salan li wir şer kirine an jî ji bo yên nû romantîze bikim. Ji ber ku jiyana li wir gelek dijwar e û carna fanteziyên me yên herî li derveyî rastiyê ne jî, derbas dike. Ev qas pir mirov bi salan çawa li hember vê jiyanê liberxwe dane? Divê mirov li hember vê sekna wan rêzdariyek mezin nîşan bide. Lê evqas mirov demeke dirêj li cîhek evqas nêzî hev bijîn û dijmin her tim li ber derî be, jixwe jî ewê lihevnekirin, qirecir û nakokî jî derkevin holê.

Lê bandora mezin a ku bi taybetî jinan û têkoşîna wan a du qatîn di heman demê de li ser min kiriye, ez nikarim neynim ziman. Bi min re cihê xewê, xwarinan û pola xwe parve kirin. Tiştê herî girîng jî, tevlî axaftin û nîqaşên cur bi cur ên polîtîk, îdeolojîk û rojane bûm. Gava ku min tevgera Kurd nas kir, tiştê kuherî zêde bandor li min kir, helwesta germ û dostane ya ku pê mirov pêşwazî dikin û mêvanperweriya ku nikarî li cîhekî din bibînî ye.

Gerîlayan dixwestin tiştan fêr bibin, xwe azad bikin û nêrîn, fikir û modelên xwe bi kesên din re parve bikin. PKK bîlesebeb ji xwe re nabêje şoreşa perwerdehiyê. Ev yek şahidiya ehlaqeke bilind û civateke nirxan dike ku bi qasî ku pêkan e ji yên bi gerîlayên çekdar ve girêdayî, ne dûr e.

Ne tenê di nav gerîlayan de, ev piştevanî û rihê têkoşînê ku di tevahiya tevgerê de heye, rêçên kûr li ser min hiştin. Lewma jî mirov bizanibe ku serdema dîrokî ya PKK'ê bidawî bûye û ewê cîhê xwe ji tiştek ku hê em nizanin ka çi ye re bihêle, di heman demê de hestek dilşikestî dihêle.

*PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe pêk anî. Di Kongreyê de biryara fesihkirina PKK’ê hat dayîn. Tu vê biryarê çawa dinirxînî?

Gava ku xebera fesihkirin û bêçekkirina PKK'ê hat, ev tiştek nû nebû, ev demeke dirêj e li ser dihat axaftin. Lê bi taybetî piştî banga dîrokî ya ku Birêz Ocalan îsal di 27’ê Sibatê de kir, bendewarî zêde bûn.

Li gor fikra min, gelek bertek hene û hinek ji wan jî gelek bihêz in. Niha mirovan bê bawerî û dibe ku bi bêhêvîtiyek bertek nîşan dane. PKK, wek amûrek rizgarkirinê yê ku dijmin dûr digre û wek qertek pêbawer hat fikirandin. Kurdan xwe, zarokên xwe û xizmên xwe ji bo şer fêda kirin. Bi hezaran hatin kuştin an jî birîndar bûn. Paşê di şevek de, êdî tiştek bi navê PKK’ê nema. Ez gelek baş fam dikim ku zehmet e dilê mirov baristan bide. Lê tevî her tiştî jî divê mirov biryara PKK’ê ya fesihkirin û bêçekkirinê wek pêşketinek dîrokî û encamên wê gelek girîng binirxîne. Gava ku em di aliyê avakirina aştiyê û veguherîna demokratîk de binhêrin, ev biryar guhertina paradîgmayek potansiyel destnîşan dike. Pevçûnên çekdarî ev bi dehan sal in ku li Tirkiyê û li herêma berfirehtir, rewşa sosyopolîtîk çêdike û gelek caran derfetên tevkariya demokratîk û jiyana bi hev re, sînordar dike. Her çiqas tevgera ber bi bêçekbûnê ve hê gelek hesas be jî, ji bo diyalog, perwerdehî û tevlîbûna welatiyan qadeke vedike; ev hemû jî ji bo aştiyek demdirêj jênegerek e. Lê ez dixwazim wek perwerdekarek bînim ziman ku bandora esasî, dê girêdayî pêkanîna biryarê û berteka ku aktorên din, bi taybetî jî dewleta Tirk li hember biryara 12’emîn Kongreya PKK’ê nîşan bide be.

Her çiqas biryara PKK'ê bi tevahî mirov matmayî nekiribe jî, ev li gor saziyên Tirkiyeyê rewşeke nedihat hêvîkirin bû. Pêvajoyek destpê kiribû û her çiqas negotibin ku gelek pêşketin çêbûne û nêzî muzakereyan in jî, dawiya dawî hinek tiştên ku dê rê li ber tiştek vekin, dihatin jiyîn. Di destê PKK'ê de qertek çekdarî yê bazarî yê wek HPG'ê hebû. Lê êdî piştî ku her tişt tê girtin, baweriya bi muzakereyên Tirkiyeyê jî zor dibe. Ji ber ku hê gavek ji bo vê yekê nîşan bide hatiye avîtin, tuneye.

*Li gor nêrîna te, ev biryar wê rê li ber pêvajoya avakirina aştiyê li Tirkiyeyê û çareseriya demokratîk a meseleya Kurd veke?

Ev biryar sedîsed derfetek ava dike. Dibe ku ev derfeta herî girîng a dîroka me ya nêz e. Bêçekbûn dikare astengiyek li pêşiya diyaloga vekirî ji holê rake û bi rêya guherandina têgihîştina rayagiştî bibe sedem ku pirsgirêka Kurd ne mîna gefa ewlehiyê, wek meseleyek siyasî, çandî û dîrokî ya ku çareseriyên demokratîk pêwîst dike, bê nirxandin. Di demeke dirêj de perwerdehî dê li vir rolek girîng bilîze: perwerda aştiyê, naveroka berfireh û nasîna nasnameyên cuda, divê bi reformên siyasî re bên meşandin. Dîsa jî ev rêyek mîsoger nîne. Gelo ewê hikûmeta Tirk, ji nêzikatiyên xwe yên di navenda wan de ewlehî heye, derbasî polîtîkayên berfireh û li ser bingeha mafan in bibe an na? Ev pêvajo girêdayî vê yekê ye. Ger ku reformên avahî û yasayî neyên kirin û vîneke siyasî ya rastîn daneynin holê, dikarin vê derfetê ji dest bidin. Lê mixabin ji aliyê Tirkan de bersivek tuneye. Berovajî wê, Tirkiye êrîşên xwe yên li hember hedefên li herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê ne, didomîne. Her wiha di mijara biryar girtinê (siyaset) de ji bo ku Kurdan dûr bigre, çi ji desta bê, dike.

Hê tu nîşaneyek ku em bêjin rayedarên Tirk ji bo vê biryara PKK'ê dê bersivek erênî bidin, tuneye. Piştî ku biryar hat aşkerakirin, Serokomar Erdogan daxuyaniyek kurt da. Erdogan, got ku biryar li gor wî erênî ye û di demeke kin de dibe ku li hêviya surprîzan bisekinin. Hê kes nizane ku ev surprîz çi ye û hê ev surprîz pêk nehatiye. Dibe ku bi Birêz Ocalan re û dibe ku bi yên din ku li odeya paşîn in re hevdîtin tên kirin. Lê em di vê mijarê de pir kêm tiştan dizanin.

*Li gor te ev biryar dê bandora xwe li Rojhilata Navîn jî bike?

Belê, dibe ku bandorên wê li tevahiya herêmê pêl bi pêl belav bibin. Pirsgirêka Kurd Îraq, Sûriye, Îran, dîasporaya Kurd û jê wêdetir digre nav xwe. Pirsgirêkek ku aliyên wê yên siyasî û çandî hene û ji sînoran wêdetir e. Ger ku PKK derbasbûnek aştiyane pêk bîne, dibe ku ev bandorê li nêzîkatiya wan a li hember têkoşîna tevgerên Kurd ên li deverên din bike û bi awayê potansiyelî dikare tevlîbûna siyasî teşwîq bike. Di heman demê de bi taybetî li cîhên ku xweseriya Kurd û nasnameya Kurd gelek tên nîqaşkirin, dikare stratejiyên hêzên herêmî biguherîne. Lê aliyê herêmî tevlihevî û guherbar e. Lewma jî di texmînkirina encaman de divê em baldar bin.

Bi taybetî jî rola Tirkiyê ya li Sûriyeyê ne diyar e. Di piraniya tiştên li wir diqewimin de tiliya Erdogan heye. Heta niha jî hewl dide ku Kurdan ji hemû tiştên bihêlin derfeta tevlîbûna li pêşeroja Sûriyeyê bide, dûr bigre. Lê Kurdên li Sûriyeyê bi hêz in û tevî ku ewqas êrîş hatin kirin jî berxwedana xwe domandin. Ew di avakirina demokrasiyek û civakek saxlem de li ser bingeha cihêrengiya etnîkî û olî, wekhevî û azadiya zayendî bi ser ketine û ev civak ji bo cîhanê modelek mînak e. Ger ku Tirkiye neyê astengkirin û hêzên din alîkarî bikin, ev hemû di xeteriyê de ne.

*Piştî biryara PKK’ê erkek çawa dikeve ser milê sazî û civakên navnetewî?

Divê ev biryar wek destpêkek krîtîk bê dîtin, ne wek encamek. Derfetek dide hemû aliyan; Li Tirkiyeyê û li herêmek berfirehtir jiyana bi hev re, welatîbûn û demokrasî dikare çawa ji nû ve bê xeyalkirin? Lê şer tenê têkildarî tunebûna çekan nîne; têkildarî edalet, rûmet û nasandina beramber e. Ez wek zanistek perwerdê, di wê baweriyê de me ku ji bo perwerdê, mafên ziman, feraseta dîrokî razemenî bê kirin, dê aştî gelek saxlem bibe. Niha em bi kêliyek wisa re rû bi rû ne ku guherîna sembolîk divê bi veguherîna saziyî û civakî re bibe yek. Ev dê pêk bê an na, ev jî hê ne diyar e.

Bi taybetî saziyên navnetewî dikarin serketin û binketinên derbasbûna aştiyê bi teşe bikin. Erêkirin, destek û dîplomasiyên wan dê bersivek çawa bide vê mijarê, ev girîng e. Pirsa girîng ev e: Civaka navnetewî û saziyên siyasî û dewletên netewî yên wekî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, di vê mijarê de pêwîst e bertekek çawa nîşan bidin û çawa tevbigerin?

Di aliyê destek dayîna civaka navnetewî ya ji bo vê qonaxa dîrokî ya potansiyel de, rolek wê ya jiyanî heye. Biryara PKK'ê ya bêçekbûnê û belavkirina yekîneyên xwe yên çekdarî, divê neyê piştguhkirin an jî bi bêdengî neyê pêşwazîkirin. Saziyên wek NY, YE, KE û netew dewlet, pêwîst e girîngiya vî gavê ku PKK’ê avêtiye, erê bikin û hemû aktoran ji bo tevlîbûna li pêvajoya aştî û lihevkirinê, teşwîq bikin. Tirkiye tevî ku PKK’ê hewldanek wiha nîşan daye jî, nahêle ku aliyên sêyemîn tevlî bibin. Lê dîsa jî divê em hemû, dîplomasiyê bipêş bixin, ji bo ku saziyên pêşeng bikevin nav liv û tevgerê wan teşwîq bikin, zextê bidin ser wan, ne tenê di gotinê de, di aliyê çalakiyan de jî divê em hebin.

Dikarin bi awayek aşkera piştgiriyê bidin çareseriyên demokratîk ên aştiyane yên ji bo pirsgirêka Kurd. Dikarin di şûna bersivên hatine mîlîtarîzekirin de, fikra diyaloga siyasî bihêz bikin. Dikarin di rewşên guncaw de ji bo pêvajoyên derbasbûnê yên ku entegrasyona ji nû ve û mekanîzmayên gotina rastiyan jî di nav de ne, desteka siyasî bidin. Ji tecrubeyên navnetewî yên di çareseriya pevçûnan de, dikarin sûd bigirin. Mafên mirovan, mafên kêmnetewan û mafên çandî, wek bingehên ku di çarçoveya aştiyek di pêşerojê de nekarî li ser wan muzakere bên kirin, teşwîq bikin. Pirsgirêka Kurd, ziman, nasname, temsîla siyasî û pêşketina herêmî ev demeke dirêj e di hêla siyasî û leşkerî de tên piştguhkirin. Heta ku ev piştguhkirin û gilî û gazinc jî neyên nirxandin, ev pirsgirêk çareser nabin. Pêwîst e ku saziyên navnetewî ne tenê ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê ya ji bo vê biryarê, di heman demê de ji bo gavên berbiçav ên berfireh ên ji bo pirrengî, edalet û demokratîkbûnê gavên berbiçav bên avêtin, bên teşwîqkirin.

Di heman demê de pêwîst e ku civaka navnetewî mijarê ji bo berjewendiyên jeopolîtîk nekin amûrek an jî wek fikarek ewlehiyê nebînin. Avakirina aştiyê hesabên stratejîk naxwaze, sozên demdirêj ferz dike. Saziya civakî, medya û aktorên navnetewî de jî di aliyê destek dayîna ji bo pêvajoyek wiha de xwedî rolên girîng in. Îro divê saziyên navnetewî prensîbên demokratîk û mafên mirovan bikin pratîkê. Bersivek ne çalak, hatiye bêdengkirin an jî nayê dîtin, ewê tenê li Tirkiyeyê derbek li pêvajoya aştiyê nexe. Di heman demê de dê ji aktorên derveyî dewletê ku ji bo rêyên siyasî bêçekbûnê difikirin jî, peyamek ku cesareta wan dişkêne, bişîne.