Li Xezayê rûxmê peymana agirbestê jî êrîşên Îsraîlê didome
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, hejmara kesên ku ji destpêka agirbestê û vir ve di bombebaranên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
					Navenda Nûçeyan – Rûxmê ku peymana agirbestê di meriyetê de ye jî, êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didome. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di êrîşên nû de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Hêzên Îsraîlê îro danê siharê, li bajarê Xan Yûnis ê başûrê Xezayê gelek malan bombebaran kir û her wiha wesayîtên Îsraîlê ji rojhilat û bakurê herêmê gule reşandin. Ev êrîşan rûxmê agirbestê jî, di nava dorpêça giran a li ser Xezayê de qewimî.
Di nava 24 saetên dawî de 7 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 7 Filistînî jiyana xwe ji dest dane. Hate diyar kirin ku 3 ji wan di bombebarana nû de, 3 ji wan dema rizgarkirina ji bin kavilan û yek jî ji ber birînên xwe jiyana xwe ji dest da. Her wiha 6 kes jî bi pileyên cûda birîndar bûn.
‘236 kes jiyana xwe ji dest dan’
Wezaretê, diyar kir ku ji destpêka agirbestê ya 11’ê Cotmehê û vir ve, bi tevahî 236 kes jiyana xwe ji dest dan û 600 kes jî birîndar bûne. Her wiha hate diyar kirin ku cenazeyê 502 kesan jî ji bine kavilan hatiye derxistin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji destpêka şerê qirkirinê yê Îsraîlê ya 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve, li Xezayê piraniya wan jin, zarok û extiyar bi giştî 68 hezar û 865 kes jiyana xwe ji dest dan û 170 hezar û 670 kes jî birîndar bûn. Hate destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê agirbestê binpê dike û li herêmên cûrbecûr bombebaran û çalakiyên sekvaniyê pêktîne.
Rûxmê berdewamiya agirbestê jî, bombebaranan didome û alîkariyên mirovî jî ji ber peymanê nikarin bikeve Xezayê.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî, ragihand ku li Xezayê hêj zêdetê milyonek zarok li hewceyê av û xurekê ne, bi hezaran her şev birçî xew dikin û nêzî 650 hezar zarok nikarin vegerin dibistanê. UNICEF’ê, destnîşan kir ku agirbest şert û mercên jiyanê yên dijwar ên li Xezayê neguhertiye.