Prensîbên dadê ne an azadiya rejîma Talîbanê?

Talîbanê di rêziknameyên dadgehê yên nû derxistine de, mafên jinan paşguh kir û bi tevahî prensîba bingehîn a serxwebûna dadwerî binpê kir.

BAHARAN LEHİB
Efganistan
- Çend roj berê, Talîbanê rêziknameyên dadgehê ji nû ve derxistin. Ev jî, yek ji belgeyên herî girîng ên ku pergala dadwerî li Afganistanê ji dema ku komê kontrol bi dest xistiye ve tê hesibandin. Rêzikname ne tenê çarçoveya pêvajoyên dadwerî diyar dike, di heman demê de nêrînên Talîbanê li ser edalet, qanûn, Şerîet û cihê mirovan di avahiya desthilatdariyê de jî nîşan didin. Dêstpêkê, rêziknameyên dadgeha Talîbanê ‘bicîhanîna Şerîeta Îslamî’ mîna çavkaniya yekane ya qanûndanînê tekez dikin. Di vê pergalê de, tu referansek li ser qanûnên sivîl ên berê, destûra bingehîn a Afganistanê, an jî erkên navneteweyî yên welêt tune. Ev yek bû sedema hilweşandina tevahî ya pergaleke hiqûqî ya modern û redkirina destkeftiyên hiqûqî yên dehsalên borî.

Bi tevahî prensîba bingehîn a serxwebûna dadwerî binpê dike

Yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên destûra dadgeha Talîbanê, di destên rêberên Talîbanê de, komkirina desthilata dadwerî ye. Bi taybetî jî di destê Heybatullah Akhundzade de. Dadwer ne li ser bingeha jêhatîbûna pîşeyî an serxwebûna dadwerî, li ser bingeha dilsoziya îdeolojîk û guhdariya rêxistinî têne tayînkirin. Ev bi tevahî prensîba bingehîn a serxwebûna dadwerî binpê dike. Destûra dadgeha Talîbanê mafên bersûcan bi zelalî destnîşan nake. Mafê gihîştina şêwirmendiya hiqûqî, mafê bêdengmayînê, texmîna bêgunehiyê û mafê darizandinek adil an bi tevahî tune ne an jî bi awayekî nezelal tên îfadekirin. Ev ji bo binpêkirinên berfireh û biryarên kêfî bingehek berhemdar diafirîne.

Daraz dixwaze tirsa civakî biçîne û Talîbanê xurt bike

Di vê pergalê de, mijara şehadetê jî li gorî şîrovekirina hişk û kevneşopî ya hiqûqê ya Talîbanê tê şekilkirin. Nirxa şahidiyên ji jinan, kêmneteweyên olî û kesên ku nerînên Talîbanê parve nakin bi giranî sînordar e an jî tê paşguhkirin. Ev cudakariya avahîsaziyê di nav pergala dadwerî de nîşan dide. Rêziknameyên dadgeha Talîbanê cûdahiyek zelal di navbera binpêkirinên sûc, siyasî û ehlaqî de nakin. Gelek reftarên kesane û civakî, nemaze yên li dijî jinan, bêyî pîvanên qanûnî yên zelal û rast wekî ‘sûcên Îslamî’ têne pênasekirin û cezakirin. Armanca sereke ya vê pergalê ne ew e ku kesan sererast bike an edaletê peyda bike, dixwaze tirsa civakî biçîne û desthilatdariya Talîbanê xurt bike. Biryarên dadgehên Talîbanê bi piranî li pişt deriyên girtî û bêyî çavdêriya serbixwe têne girtin.

Edaletê wek fonksiyonek berjewendiyên Talîbanê pênase kirin

Di gelek rewşan de, biryara dadwer wekî dawî û bê îtîraz tê hesibandin. Di van rêzikan de, Talîban xwe di şîrovekirina qanûna Îslamî de wekî desthilatdariya dawîn nîşan dide. Hemû dadwerên Talîbanê di heman demê de rolek ewlehiyê an îstîxbaratê jî heye ku çewsandina sîstematîk û niheqiya berfireh hêsan dike. Derbarê dijberên siyasî û rexnegirên rejîma Talîbanê de, darizandinên bilez dibin sedema cezayên dijwar ku xwezaya zextkar a dadweriyê eşkere dike. Kêmneteweyên etnîkî û olî jî di nav vê pergala dadweriyê de ji parastina wekhev sûd nagirin. Qanûn mafên wan nas nake, dabeşbûnên civakî û bêbaweriya gel kûrtir dike. Bi gelemperî, qanûna dadgehên Talîbanê li şûna mîsogerkirina edaletê li ser domandina desthilatdariya zextkar a komê disekine. Di vê çarçoveyê de, edalet ne wekî prensîbek mirovî, wekî fonksiyonek berjewendiyên siyasî û îdeolojîk ên Talîbanê tê pênasekirin.

Di gelek rewşan de, şahidiya jinan nayê qebûlkirin

Di rêziknameyên dadgehên Talîbanê de, jin ne wekî welatiyên xwedî mafên serbixwe, wekî "kesên di bin kontrola Şerîetê de" têne pênasekirin. Ev nêrîn bingeha hemû biryar û rêziknameyên ku rasterast an nerasterast bandorê li jiyana jinan dikin, pêk tîne. Jin bi tevahî ji avahiya dadweriyê tên derxistin. Tu bend behsa îhtîmala ku jin wekî dadwer, dozger an memûrên dadweriyê xizmet bikin nake. Vê yekê, pergala dadweriyê bi tevahî ji hêla mêran ve serdest û îdeolojîk kiriye. Beşdarbûna jinan a di pêvajoya dadweriyê de jî, bi sînorkirinên giran re rû bi rû ye. Di gelek rewşan de, destûr nayê dayîn ku jin bêyî ‘mahremek şerîetê’ (weliyê mêr) derkevin dadgehê. Ev jî, gihîştina wan a edaletê bi giranî lawaz dike. Li gorî vê qanûnê, şahidiya jinan bi qasî ya mêran girîng nayê dîtin. Di gelek rewşan de, şahidiya jinan an nayê qebûlkirin an jî erêkirina mêran hewce dike.

Tiştê ku ji jinan re sûc e, ji mêran re nîne

Ev, cudakariya zayendî ya sazûmanî nîşan dide. Jin di dozên ‘sûcên ehlaqî’ an ‘sûcên li dijî pakbûnê’ de ji mêran pirtir têne darizandin. Pênaseya nezelal a van sûcan rê dide îstismar, zordarî û bindestkirina berfireh a jinan. Reftar, cil û berg, tevger û têkiliyên civakî yên jinan dikarin wekî binpêkirinên olî werin hesibandin, lê heman reftar bi gelemperî ji bo mêran wekî sûc nayên hesibandin. Di dozên zînayê an têkiliyên derveyî zewacê de, Talîban dîsa jinan bêyî delîl sûcdar dike. Di encamê de, jin bi cezayên dijwartir re rû bi rû dimînin. Rêziknameyên dadgehê yên Talîbanê cûdahiyek zelal di navbera razîbûn, zorê û şîdeta cinsî de nakin. Ev yek rê li ber jinên ku qurbaniyên tecawizê ne digire ku bighîjin parastina qanûnî. Di nakokiyên navmalî yên wekî hevberdan, welayet û nefeqê de, şîroveya Talîbanê bi awayekî sîstematîk mêran tercîh dike. Jin wekî xwedî mafê biryardayîna serbixwe nayên naskirin û rola parêzvanên mêr jiyana wan serdest dike.

Jinan ne wek xwediyên mafan, wek çavkaniyek ‘xetereya ehlaqî’ dibîne

Tundjiya navmalî ya li dijî jinan wekî sûcek cuda nayê pênasekirin. Nebûna vê pênaseyê bêcezatiya sûcdaran zêde dike û îstismara jinan a di nav malbatê de didomîne. Di bicîhanîna cezayan de, jin bêtir rastî cezayên giştî û şermok tên; ev ceza ne tenê bedenên wan di heman demê de rûmet û ewlehiya wan a derûnî jî hedef digirin. Bi tevayî, bendên derbarê jinan de di rêziknameyên dadgeha Talîbanê de nîşan didin ku belge jinan ne wek xwediyên mafan, wek çavkaniyek ‘xetereya ehlaqî’ dibîne ku were kontrolkirin û birêvebirin. Di encama sepandina van rêziknameyên reftara de, tirsê cihê baweriya bi edaletê girtiye. Gelek welatî, nemaze jin, di şûna ku biçin dadgehê, serî li bêdengiyê an lihevhatina bi zorê didin. Rêziknameyên reftara Talîbanê ji bo dadgehan ne tenê di mîsogerkirina edaletê de bi ser neketin, di heman demê de bûne amûrek ji bo xurtkirina serdestiya siyasî û îdeolojîk. Li şûna çareserkirina nakokiyan, ev pergala dadwerî bi xwe bûye çavkaniyek tundî û niheqiya nû. Heta ku ev cure rêziknameya reftara bingehîn a edaletê be, hêviya ji bo edaleteke serbixwe, berfireh û mirovî li Afganistanê pêk nayê. Em tenê dikarin bi têkoşîna berdewam a jin û mêrên hişmend ji van hemû êşan birevin.