Ji sînorên Kobanê bang kirin: 3 daxwazên lezgîn ên jinan heye

Jinên li ser sînorê Kobanê kom bûn, ji bo Rojava 3 daxwazên lezgîn rêz kirin; Dorpêçê rakin, ji berpirsyaran hesab bipirsîn û mafê Kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê divê bê naskirin.

Rojane

Ji sînorên Kobanê bang kirin: 3 daxwazên lezgîn ên jinan heye

Jinên li ser sînorê Kobanê kom bûn, ji bo Rojava 3 daxwazên lezgîn rêz kirin; Dorpêçê rakin, ji berpirsyaran hesab bipirsîn û mafê Kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê divê bê naskirin.

Riha- Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye, li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava rabin û piştgiriyê bidin berxwedana Rojava, ji bajarên Tirkiyeyê bi rêketibûn û berê xwe dabûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Înîsiyatîf îro gihîşt Pirsûsê û li Qada Navçeyê daxuyanî da. Endamên Înîsiyatîfê xwestin ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê Kobanê bê vekirin.

Jinan bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Piştgiriya jinan sînoran derbas dike”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu di destpêkê de axivî û spasiya jinên ji bajarên Tirkiyeyê hatine kir û got: “Gelê Kurd û dostên Kurdan li dijî êrişan li ser pêyan e. Heta êriş rawestin berxwedana me ya li dijî êrişan dê bidome.”

‘Divê deriyê sînor vebe’

Piştre jî metna daxuyaniya 216 rêxistinên jinan a ji bo piştgiriya Rojava hat xwendin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Komeleya Parastina Jinan Hîvda Yucekaya ve hat xwendin. Hîvda Yucekaya anî ziman ku ji bo alîkarî derbasî Kobanê bibin divê deriyê sînor vebe û aştiya vê herêmê girêdayî aştiya li Rojava ye û daxwazên xwe wiha anî ziman:

* Êrişên li diji gelê Kurd û hemû gelên din ên Sûriyeyê div? demildest bên rawestandin! Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê divê were rakirin, têketina kelûpelên ku dê hewcedariyên jiyanî dabîn bike divê were mîsogerkirin. Dewleta Tirkiyeyê dikare vê yekê îro ji vir bi vekirina korîdorekê pêk bîne.

* Mafê Kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê divê bê naskirin û dawî li êrişan bê anîn.

* Sûcê şer ên li diji gel, berxwedêr, jinan û LGBTÎ+ divê bi dawî bibe.”

‘Wezîrê Karên Navxwe piştgiriyê dide DAIŞ’ê’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî axivî û bi lêv kir ku heta êrişên li ser Rojava bidomin li Tirkiyeyê aştî pêk nayê û wiha got: “Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan jî li dijî vê xwest li ser sînorê Kobanê vê daxuyaniyê bidin. Lê nehiştin jin biçin ser sînor jî. Jin hatine dorpêçkirin. Em li vir dibêjin Wezîrê Karên Navxwe li dijî aştiyê ye. Piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Lê em dizanin piştgiriyê çawa Kobanê rizgar kir dîsa dê rizgar bike, ji bo wê ditirsin. Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan li ser pêyan e. Em jî dibêjin; li wir şer li vir aştî nabe. Tenê Kurd winda nakin, hemû gelên din jî dê winda bike. Jixwe pergala kapîtalîzme dixwazê gelan ji hev cuda bike û bike dijminê hev. Li dijî vê yekê divê hemû kes hişê xwe bide serê xwe. Çi dikin bila bikin em ê dengê piştgirî û aştiyê bilindtir bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û teqez jinan azad bikin. Weke TJA’yê em jî dixwazin deriyê sînor bê vêkirin û li Sûriyeyê jî aştî pêk were. Her wiha dixwazin Tirkiye vegere ser maseya muzakereyê û pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.”

‘Divê tavilê deriyê sînor vebe’

Hevşeredara Bajarê Mezin a Amadê Serra Bucak jî diyar kir ku jin li dijî êrişan di nava piştgiriyê de ne û wiha got: “Ew şer ji aliyê hişmendiya zilam vê tê birêvebirin û herî zêde jin û zarok rastî qirkirinê tên. Em li vir dibêjin jiyanekî bi hev re û wekhev divê were sazkirin. Heke deriyê sînor bên vekirin em dikarin alîkariyê bişînin Rojava. Lê ji ber deriyê sînor girtî ne, em nikarin alîkariyê derbasî Rojava bikin. Divê tavilê deriyê sînor vebe. Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ji bo alîkariyê kampanyayek da destpêkirin. Em bang li hemû kesan dikin ku werin piştgiriya vê kampanyayê bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştinê li dar xistin û paşê jî derbasî avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê bûn.