Polîtîkayên dorpêçê gefê li xwendina bi hezaran zarokan dixwe

Polîtîkayên êrîşkar ên HTŞ’ê niha jî li ser qada perwerdeyê didomin. Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, ji ber dorpêçê, zarok ji perwerdeyê bêpar dimînin û ev êrîş dijî nifşê pêşerojê gefek mezin e.

SÊRÎN MIHEMED 

Heleb Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê yê Sûriyeyê, ragihand ku bi tevahî 13 dibistanên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û rêveberiya demkî ya Şamê ve bi awayekî hevpar tên birêvebirin, ji ber dorpêça ji aliyê rêveberiya demkî ve tê ferzkirin, hatine girtin.

Hejmara xwendekaran daket ji sedî 60

Berpirsa Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Susan Muhammed, da zanîn ku sedema girtina dibistanan astengkirina cîhadîstên HTŞ’ê ya ketina mazota ji bo germkirinê ya ji bo taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye ye û diyar kir ku ev rewş bûye sedem ku rêjeya xwendekaran bikeve ji sedî 60.

Mufredata Rêveberiya Xweser hat astengkirin

Heyama yekem, ji ber ku Heyet Tehrîr el-Şam destûr neda ketina pirtûkên mufredata Rêveberiya Xweser, bi dawî bû. Mamoste, bi formata PDF’ê materyalên dersê didin xwendekaran û xwendekar jî di defterên xwe de dinivîsînin. Ev yek bala xwendekaran a ji bo dersan, dijwar dike.

Susan Muhammed, diyar kir ku ji 25 hezar xwendekaran, 4 hezar li dibistanên Rêveberiya Xweser û 21 hezar jî li dibistanên bi hevpariya rêveberiya demkî tên rêvebirin perwerde dibînin, da zanîn ku betlaneya ji ajiyê komîteyê ve hat ragihandin dê heta roja Yekşemê ango 4’ê Çileya 2026’an bidome û ger dorpêç bidome wê betlane were dirêjkirin.

‘Bila dorpêça li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd bê rakirin’

Susan Muhammed, destnîşan kir ku rawestandina hemû binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê pêdiviyek bingehîn e û got: "Em ê banga xwe ya ji bo yekîtiya Sûriyeyê bidomînin. Bila dorpêça li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd bê rakirin û ji bo xwendekaran pirtûk bên mîsogerkirin. Bila zarokên me perwerdeya xwe bidomînin û li seranserê Sûriyeyê ewlehî û aştî belav bibe."

Bi dorpêçê nifşê nû tê hedefgirtin

Mamoste Hevîn Horo, diyar kir ku ji ber xwendekar nikarin dersên xwe bixebitin, nikarin werin dibistanê û ji ber sermayê nikarin bi pênûsê jî bigin pir xemgîn in. Hevîn Horo, da zanîn ku bi dorpêça li ser taxan armanc ew e ku perwerdeya nifşê nî were astengkirin û wiha got: "Îro ji bo xwendekarên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd hebûna pirtûkan û germkirin bûye xeyalek.”

Hevîn Horo, xwest di sala nû de riyên taxan werin vekirin, ewlehî û aştî bê mîsogerkirin, yekîtiya gelê Sûriyeyê bê avakirin û pevçûn bi dawî bibin û wiha bi dawî kir: "Ereb an jî etnîkek din ferq nake; Kurd, Suryan an jî Xirîstiyan qet ferq nake, em hemû yek in, bi hev re li ber xwe didin û bi hev re dijîn."