Polîtîkayên dewleta Tirk rê li ber krîza avê vekiriye

Piştî dewleta Tirk ava Stasyona Elok qut kir û wek polîtîkayek qirkirinê bikar tîne, Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê bi derfetên herî kêm avê ji gel re peyda dike.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Stasyona Elokê stasyoneke avê ye ku avê dide bajarê Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê yên Kantona Cizîrê. Stasyon bi dagirkirina Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve av li ser 3 milyon zêdetirî kesan hat qutkirin. Gel êdî bi pirsgirêkên peydakirina ava vexwarinê re rû bi rû maye.

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destpêkê ji bo zêdetirî 3 hezar koçberên Efrîn, Serêkaniyê, gundewarên Zirgan û Til Temirê ligel şêniyên bajar û gundewarên wê tevî Çiyayê Kizwanan, hewl dide bi derfetên herî kêm alternatîfan ava bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi dehan menhelên avê yên taybet li bajar û gundewaran heye ku beriya krîza Sûriyeyê, bîrên ji bo çandiniyê hatin kolandin, niha veguherî ne jêdera ava gel û koçberan. Niha nêzî 94 sarinc avê digihîjînin komînên gel, koçber û xetên agir ligel Çiyayê Kizwanan. 

Têkildarî vê mijarê jî Rêvebera Beşa Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê Hemdiya Hisên ji ajansa me re axivî.

Bi dagirkirina Serêkaniyê av jî hat qutkirin

Hemdiya Hisên got ku çavkaniyên ava Til Temirê qut û zuha bûne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Çavkaniya sereke ya ava vexwarinê li Til Temirê ji kevn ve, çemê Xabûr bû. Piştî qutkirina çem ji hêla dewleta Tirk ve, gel bîrên ava şor ji bo pêwîstiyên xwe û avdana erdan, kolandin. 20 sal berê, dîsa Til Temir pirsgirêka ku îro heyî wê demê jiya. Lê gel dikaribûn bi derfetên kêm vê pirsgirêka demkî çareser bikin lê bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an torên avê yên Til Temir li ser Stasyona Elokê hat girêdan û wiha ji şoreşê û vir de çavkaniya ava Til Temirê bûye stasyona Elok. Lê di Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk êrişî Serêkaniyê kir, careke din av li ser gelê Til Temirê qut kir û careke din civak rû bi rûyê krîza avê ku dê di demên pêş de veguhere kareseteke hişt."

Ji bo gel û 3 hezar koçber tenê 5 bîrên avê!

Hemdiya Hisên da zanîn ku Daîreya Avê di nav hewldanên peydakirina rê û çareseriyên alternatîf ên peydakirina avê de ne û wiha xebatên ji bo vê mijarê tên kirin anî ziman: "Rast e em xwedî derfetên kêm in lê dîsa jî em tiştên di nav destên xwe yê heyî bi gel re parve dikin. Mînak, niha me kanîkek avê ango bîreke ava koland û veguherandiye menhel, 30 gundên dikeve aliyê xeta Xabûr ji ava wê sûd digrin. Her wiha sarincên sivîl jî avê ji bîrê dadigrin û bi pereyên erzan difroşin koçberan, her xizanek 15 l.s dadigrin. Bi giştî 5 menhel girêdayî me ne û hemû jî dikevin xizmeta gelê Til Temir û gundewarên wê."

Ruxsetên kolana bîran tên dayîn li hemberî wê jî ava binerd kêm dibe

Hemdiya Hisên da xuyakirin ku ji bo gel ruxsetên kolan û aktîfkirina bîrên avê pêşkêş dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rast e av şor e lê belê weke alternatîf ruxsetên kolana bîrên ava şor pêşkêş dikin. Îsal tenê 49 bîr li Til Temirê û gundewarên wê hatine kolandin û ketine xizmetê. Projeya kolana bîran demkî ne û li gorî pêwîstiyên pêvajoyê tên çêkirin, ji lewre bi vî awayî ancax heta 3 salên din em bikaribin av bidin gel. Ji ber her sal avhewa diguhere zuhabûn zêde dibe û ava binerd kêm dibe."

Hemdiya Hisên bal kişand ser avdana daran û wiha got: "Ji bo beşa ekolojiyê, me sarincek ava veqetandiye ji bo darên li bajar av bidin da ku hişk nebin, her oksîjenê bidin da ku germahiya heyî jî kêm bibe û xweşikbûna bajar her dem zindî bimîne.

Bersiva pêşniyarên gel çareseriyên demdirêj û alternatîfên bihêz

Hemdiya Hisên ji alternatîf û çareseriyên demkî girîngî da pêkanîna çareseriyên demdirêj û wiha behsa wan kir: "Di vê rewşa ku em nav de dijîn, em ê nikaribin demdirêj di warê avê de xizmeteke baş bikin. Çareseriyên demdirêj û alternatîfên bihêztir jî ev in; berdana stasyona Elok û kolana bîrên deryayî ne. Em pêşniyar û gazinên civakê ber çavan re derbas dikin lê belê nabe ku em bîrên şor bikolin û li ser torên avê girê bidin da ku bigihîje her malekê. Sedema ku em nikarin piştgirî bidin projeyekî wiha xwe dispêre gelek sedeman, yek jê ava şor wê torên avê birizîne ji ber ku rêjeya herî zêde xwê ye. Ya din jî zarok bi şaşîtî herin avê vexwin wê ne bi tedurist be û bibe sedema derketina gelek nexweşiyan. Wiha jî wê krîza heyî kûrtir bibe, li şûna ku bibe cihê çareseriyan. Li gorî endeziyarên biyolojîk ên ku ev proje lêkolîn kirin û baş xwendin, dîtin ku projeyeke ne serkeftî ye û xwedî gelek zirarên madî û tendirustî ne."

Projeya kolana bîrên deryayî û derfetên daîreya avê

Hemdiya Hisên di dawî de bang li rêxistinên mirovî kir û wiha got: "Gundek 5 km. dûrî bajar e, ava wê jî şêrîn e. Ji lewre ji bo ku em bikaribin vê krîzê di çend salên pêş de telafî bikin, heta ku çareseriyek ji stasyona Elokê re bê dîtin divê em li wir 2 bîrên deryayî bikolin û bi torên ava Til Temirê ve girê bidin û hefteyê 2 rojan av bigihîje gel û koçberan. Projeyek wiha giran û derfetên daîreya avê wekhev nabin, ji lewre pêwîstî bi rêxistinên mirovî heye ku bi erkên xwe ve rabin û bi me re alîkar bin da ku em bi hev re bikaribin krîza avê ku barê gel û koçberan giran kiriye, sivik bikin."