Ji Yekîtiya Nivîskarên Îranê hişyariya ji ber şer û zextê
Yekîtiya Nivîskarên Îranê di daxuyaniya nû de zêdebûna zextên navxweyî ya hikûmeta Îranê şermezar kir û diyar kir ku gelê Îranê ‘xwediyê tekane yê çarenûsa xwe ye’.
Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Nivîskarên Îranê, îro bi sernavê ‘Ne hêzên talanker ne jî rejîma zordar; Gel xwediyê tekane yê çarenûsa xwe ye’, daxuyaniyek weşand. Yekîtiyê di mijara encamên şer, krîza aborî ya ku kûr dibe û zêdebûna zexta siyasî û civakî de, hişyarî da. Yekîtiya Nivîskarên Îranê ku saziyeke sivîl û çandî ye, diyar kir ku êrîşên leşkerî yên Emrîka û Îsraîlê li ser Îranê ne tenê bûne sedema mirina sivîlan û wêrankirina binesaziya welêt, di heman demê de destkeftiyên têkoşîna bi salan e ya gel ji bo azadî û wekheviyê girtiye jî, kiriye bin siya xwe. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gotinên ku şer wekî rizgarker nîşan dide bi tevahî hilweşiyaye. Ezmûna çend hefteyan a pevçûnên leşkerî eşkere kiriye ku şer ne çareseriya krîzan e; berovajî vê, ew wêranî, zordarî û bêewlehiya civakî kûrtir dike.”
Hişyariya derbarê krîza aborî û debara jiyanê de
Yekîtîyê, bal kişand ser encamên aborî yên şer û tekez kir ku zêdebûna cidî ya bêkarî, enflasyon û xizaniyê nîşaneyên krîza ku civaka Îranê pê re rû bi rû ye ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşek mezin ji gel ji her demê bêtir ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn ên jiyanê têdikoşe. Daxuyanî wiha dom kir: “Gelên ku bi xwîna xwe daxwaza azadiyê kirine, îro ber bi têkoşîna jiyanê ve hatine birin. Zexta aborî ya ji ber şer û dorpêçan çêbûye, li gel polîtîkayên hikûmetê, newekheviyên civakî kûrtir kiriye û jiyana bi taybetî ya beşên xizan û lawaz, kiriye nav krîzek cidî.
Rexneyên zêdebûna zextê ya di atmosfera ewlehiyê de
Di beşek din a daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku hikûmeta Îranê ji ber bikaranîna qada şer ji bo zêdekirina zextê hate rexnekirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her çiqas pevçûnên leşkerî bidomin jî, sînorkirinên siyasî û yên têkildarî ewlehiyê dijwartir dibin û qada zextê berfireh dibe. Li gorî Yekîtiya Nivîskarên Îranê qutbûna înternetê ya bi mehan, girtina aktivîstên civaka sivîl, rewşên windakirina bi zorê û zêdebûna zexta li ser girtiyên siyasî di nav pêkanînên ku di şert û mercên şer de zêde dibin de cih digre.
Yekîtiyê diyar kir ku şer û zordarî nikarin ji hev cuda werin nirxandin û wiha got: “Şer bi serê xwe sedema tecrîd û hilberîna rewşên îstîsnayî ye. Ev yek bingehek ji bo sînorkirinên bêtir li ser azadiyên sivîl û berfirehkirina polîtîkayên xwe yên ewlehî-navendî yên hikûmetan amade dike.”
‘Gel ne mecbûr e di navbera du hêzan de hilbijartinê bike’
Yekîtiya Nivîskarên Îranê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku her du hêzên biyanî li pey berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ne û hikûmeta Îranê, şert û mercên şer, ji bo xurtkirina pozîsyona xwe ya siyasî û aborî bi kar tîne. Di beşa dawî ya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Gel ne mecbûr e di navbera hêzên talanker û rejîmek zordar de hibijartinê bike. Gelê Îranê Xwediyê tekane yê çarenûsa xwe ne. Tevî şer, zilm û dijwariyên cûrbecûr, ew dikarin bi rêxistinkirina hişmend û hevgirtina civakî têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bidomînin.”
Bertekên civaka sivîl ên li dijî şer û zextan didomin
Daxuyaniya dawî ya Yekîtiya Nivîskarên Îranê di demek ku gelek rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û komeleyên pîşeyî jî di hefteyên dawî de li ser encamên şer û zêdebûna pratîkên ewlehiyê yên li welêt hişyarî didin hate weşandin.
Aktivîstên civaka sivîl destnîşan dikin ku bi krîzên ji ber şer çêbûne, serdegirtinên ewlehiyê yên li ser rojnamevan, nivîskar, çalakvanên siyasî û bikarhênerên medyaya civakî jî zêde bûne; gelek rexnegir bi lêpirsîn, binçavkirin û gefan re rû bi rû mane.
Yekîtiya Nivîskarên Îranê ku di salên borî de gelek caran rastî zextên ewlehiyê û qedexeyên fermî hatiye, di daxuyaniya xwe ya dawî de helwesta xwe ya li dijî şer, sansûr û zilmê dubare kir û daxwaza parastina mafê diyarkirina çarenûsa gel kir.