Polîsan 11 jin binçav kirin
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna li hemberî komeleya jinê ya bi navê “Kaktus” de 11 jin binçav kirin.
Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komara Tirkiyeyê ya Stenbolê de ku li dijî komeleya jinê ya bi navê “Kaktus” da destpêkirin 11 jin hatin binçavkirin.
Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de biryara binçavkirina 21 jinan da. Di çarçoveya biryara binçavkirinê de polîsan bi ser 19 navnîşanan de girtin û 11 jin binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi îdîaya “endametiya rêxistinê” biryara binçavkirina 21 kesan hate dayin.