Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin

Bi tevlîbûna nûnerên 24 rêxistin û saziyên jin ên ji çar parçeyên Kurdistanê, ‘Platforma Yekîtiya Jinên Kurd’ hat avakirin.

Navenda Nûçeyan- 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên li Kurdistanê xebat dikin, ragihandin ku ‘Platforma Yekîtiya Jinên Kurd’ ava kirine. 

‘Yekane tiştê pêwîst avakirina yekîtiya neteweyî ye’ 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de, dîzaynkirina sîstema cîhanê bi avabûna dewletên netewe li Rojhilata Navîn û parçebûna Kurdistanê bû û wiha gotin: “Piştî sedsalekê, em ketin pêvajoyek dîzaynkirinê ku di encamê de netew dewlet hatin hilweşandin. Ya ku ev guhertin pêk anî, têkoşîna azadiyê bû ku gelê me yê sedan salan di bin dagirkerî û qirkirinê de bû, li her çar parçeyan bi êşên mezin li ber xwe da. Bi dilsoziya gelê Kurd a ji bo azadiyê û têkoşîna xwe ya bê westan pergala qirker û dagirker têk çûye. Lê belê di vê pêvajoya dîrokî de hem xeterî û hem jî derfetên mezin ên azadiyê hene. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de jî wek gelek netewên din soza dewletbûnê ji gelê kurd re hat dayîn û nexşe hatin xêzkirin, lê serokên gelê Kurd tenê bi herêmên xwe ve sînordar man, bi yekîtî tevnegeriyan û encam bi peymana Lozanê bû çar perçe û welat înkar kirin. Ji ber vê sedemê ji bo ku pêvajo di berjewendiya gelê me de bi serkeftî bi dawî bibe, yekane tiştê pêwîst ew e ku yekîtiya neteweyî pêk were. Ger nebe gelê me tu îradeya siyasî efû nake.” 

‘Yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd têkoşîna azadiyê ye’ 

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo me jinên Kurd yekîtiya netewî tê wateya azadî û rûmetê. Kurdistan di bin dagirkeriyê de tê wateya ku bedena jinê di bin dagirkeriyê de ye. Jinên Kurd ev sed sal in di bin kolonyalîzma hovane de dijîn, destavêtin, komkujî û revandin. Kolonyalîzm pirsgirêka jinê ye û ji bo azadiya jinê şertê yekemîn rizgarbûna ji dagirkeriyê ye. Parçebûna neteweyî bingehê domandina dagirkeriyê dide. Yekane rêya ji holê rakirina sedemên tundî û koletiya li ser jinan li Kurdistanê yekîtî û çalakiya hevpar a di nava yekîtiya neteweyî de ye. Di vê wateyê de yekîtiya neteweyî ji bo me jinên Kurd têkoşîna azadiyê ye. 

Li ser vê bingehê em weke nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, di bin navê “Civîna yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd” de ji bo pêşxistin û avakirina yekîtiya neteweyî de di 7’ê Nîsana 2025’an de hatin cem hev. Bi kurtasî mijar û biryarên me yên nîqaşê yên bingehîn: Yekîtiya neteweyî teng nebînin, yekîtiya partiyên siyasî û li ser esasê rêxistinbûna demokratîk û yekîtiya siyasî ya demokratîk bipêş bixin. Di hemû aliyên civakî, aborî, siyasî, çandî, perwerdeyî, hiqûqî, şaredarî, parlementerî û sendîkayên çandî de yekîtiya neteweyî bipêş bixin. Her sal li parçeyek Kurdistanê Festîvala Jinên Kurd bê lidarxistin. Ji bo zarokên mexdûrên şer û xizaniyê yên li çar perçeyên Kurdistanê toreke hevpar a bê avakirin. Di demeke nêz de konferansa jinên Kurd a netewî bê lidarxistin. Ji bo pêkanîna van biryaran weke "Platforma Yekîtiya Jinên Kurd" xwe bi rêxistin bikin. 

Bang li hemû rêxistinên jinan hate kirin 

Banga me ya weke "Platforma Yekîtiya Jinên Kurd" ji hemû jinên Kurd re ev e: Em bang li hemû nûnerên jinên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên li Kurdistan û dîasporayê dikin ku beşdarî vê platformê bibin. Werin em bi hev re yekitiya neteweyî wekî hezkirina azadiyê, hişmendiya wekheviyê û erkek mezin a welatparêziyê ava bikin. Li Kurdistanê bêyî yekîtiya neteweyî ti têkoşîn û siyaset bi ser nakeve. Dîrokê azmûnek daniye ber me hemûyan; Divê jinên Kurd û gelê Kurd vê carê yekîtiya neteweyî pêk bînin, eger nebe her parçebûn wê bibe sedema berdewamiya dagirkeriyê û wendakirina destkeftiyan.  Ger em yekîtiya neteweyî pêk bînin, wê Kurdistana azad û statûya jina azad wek rojê li ser axa me derkeve. Werin em hemû bi hev re vê tavê li welat bilind bikin. 

Banga me ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re ev e: Yekîtiya netewî di heman demê de pêşxistina demokrasiya Kurdan e. Parçebûn ji nepêşxistina demokrasiya gelê Kurd tê. Yekîtî ew e ku mirovên cuda werin cem hev û pirsgirêkên hevpar û çareseriyên hevpar bibînin. Niha dem hatiye ku ramana hevpar a Kurdan pêk were. Bila çarenûsa gelê me û jinên Kurd êdî nebe azar û zilma ji ber perçebûnê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî bi zanabûnên bilind tevbigerin, fedakariyên xwe bikin, teng nêz nebin. Weke jin û mêrên Kurd ên azad, em jî weke hemû neteweyên azad, layîq in ku bi azadî û wekhevî di nava yekîtiyê de bijîn.” 

Rêxistinên ku di platformê de cîh girtine ev in: 

“Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) 

Yekîtiya Jinên Kurdistan 

Rêxrawî Xuşkanî Îslamî Kurdistan 

Kongra Star 

Tevgera Jinên Azad (TJA) 

Partiya Yekîtîya Demokrat (PYD) 

Komîsyona Jinê ya KNK’ê 

Tevgera Goran 

Partiya Demokrasî û Wekhevîya Gelan (DEM Partî) 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 

Rêxirawî Jinanî Zexmetkêşanî Kurdistan 

Hizbî Şûî 

Hizbî Sosyalîst 

PDS 

Rêberên Aşitiyê 

Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) 

Bûroya El Wahdé 

Komeley Afratanî Kurdistan 

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) 

Rêxirawî Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) 

Şepêla Pêşeroja Kurdistan 

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê 

Partiya mirov û Azadîyê (PİA) 

Komelgeha Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)”