Li Îzmîtê hovîtiya li dijî zaroka Sûriyeyî

Li bajarê Tirkiyê Îzmîtê keçeke Sûriyeyî ya 15 salî rastî êrîşa zayendî hat. Tevî ku temenê wê di îfadeyê de 19 salî hate nîşandan û malbata wê xistin navenda vegerandinê jî, bi îtîrazan rastî derket holê û gumanbar hatin girtin.

Navenda Nûçeyan – Di meha Tîrmehê de li navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê zarokekî keç a 15 salî ya ji Sûriyeyê rastî "êrîşa zayendî ya biwesf” hat. Di îfadeya hat dayîn de, hate diyarkirin ku di dîroka 7’ê Tîrmehê de W.A. ya 15 salî ji aliyê N.T. ve bi hinceta karê paqijiyê di malekî de hatiye kilîtkirin û rastî destdirêjiyê hatiye.

Li gorî nûçeya T24’ê, piştî giliyê M.G. û du kesên din ku tê îdiakirin alîkariya wî kirine, hatin binçavkirin. M.G., di bin şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî mehekê, 3 kesên hatin gilîkirin ji nû ve hatin binçavkirin û girtin. Hate ragihandin ku di biryara destpêkê ya derbarê M.G. de hatiye dayîn de, benda rapora tipa edlî hatiye sekinandin.

Temenê zarokê kirin 19 salî

Li aliyê din, hate destnîşankirin ku temenê W.A. yê 15 salî, di girtînameya îfadeyê de wekî 19 salî hatiye tomarkirin. Wergêrvan, li dijî vê rewşê îtîraz kir û daxwaznameyek pêşkêşî dosyayê kir. Wergêrvana ku diyar kir wê temenê zaroka keç wekî 19 salî wernegerandiye, wiha got:

"Piştî ku min temaşeyî girtînameya îfadeyê kir, min fêm kir ku beşa derbarê temenê keça gilîkar de beyannameyê nîşan nade. Dayîka gilîkar, di dema wergerandinê de ji min re got ku keça wê 15 salî ye. Lêbelê, di girtînameya îfadeyê ya hatiye sererastkirin de, îfadeya 'Keça min 19 salî ye’ tê dîtin. Ez difikirim ku ev pirsgirêk ji xeletiyek çapkirinê ya girîng ku di dema nivîsandina îfadeyê de çêbûye, çavkaniyê digire."

Malbat şandin navenda vegerandinê

Demek piştî bûyerê, malbata ji Sûriyeyê şandin Navenda Vegerandinê. Piştî îtîrazên qanûnî, malbat ji Navenda Vegerandinê hatin berdan.

Hate ragihandin ku ji ber ku statuya malbatê ya "parastina demkî" "girtî" ye, nikarin ji mafên tenduristiyê sûd werbigirin. Her wiha hate diyarkirin ku zaroka keç a 15 salî jî piştgiriya derûnî negirtiye û ji muayeneya tenduristiyê nehatiye derbaskirin.