Dayîkên Aştiyê li Wanê: Divê hewldanên aştiyê bi ser bikevin
Merasîmên sersaxiyê yên li bajarê Wanê ku bi hezaran kes tevlî bûn bûn qada banga aştiyê. Dayîkên ku di serdanan de axivîn, bal kişandin ser berdêlên ku di têkoşînê de hatine dayîn û gotin: “Em serkeftina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dixwazin.”
MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN
Wan – Li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê, merasîmên sersaxiyê yên ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane didomin.
Li Wanê, merasîmên sersaxiyê yên di navbera 10-11-12’ê Îlonê de hatin lidarxistin, bi girseyî hatin ziyaretkirin, peyamên piştgiriya xurt ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane û xwedîderketina li têkoşîna azadiyê hatin dayîn.
Dayîkên Aştiyê, yên ku serdana merasîma sersaxiyê kirin, îsrara xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet anîn ziman û daxwaza berdewamkirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kirin.
‘Ew şehîdên me hemûyan in’

Husna Tanayir ku zarokek xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir, têkildarî gerîlayên ku navên wan nû hatine ragihandin wiha got: “Ew şehîdên me hemûyan in. Bila serê dayîkan û gel sax be. Em dixwazin pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Hemû duayên me ji bo aştiyê ne.”

Hatîce Balci daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan kir û got: “Em dixwazin kuştin bi dawî bibin û aştî pêk bê. Bila ne polîs, ne leşker û ne jî zarokên me neyên kuştin. Êdî bes e. Em bi saya şehîdên xwe gihîştine vê rojê. Girîng e ku em mîrasa wan biparêzin. Bila hewldanên wan bi aştiyê tacîdar bibin.”
‘Şehîdan ji bo gelê Kurd bedel dan’

Kubar Numaş, got ku weke dayîkan ew êdî naxwazin beşdarî merasîmên sersaxiyê bibin û xwest kes neyê kuştin û wiha got: “Bi hezaran ciwanên me şehîd bûn. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Bi dehan sal in hêstirên dayîkan kêliyek jî nesekinîn. Wan gelek êş kişandin. Bila êdî tu dayîk negirî. Bila azadiya fizîkî ya rêberê me bê misogerkirin. Êdî bes e, em ziman û nasnameya xwe dixwazin.”

Delîla Abî bal kişand ser yasaya di çarçoveya pêvajoyê de hatiye derxistin û ev tişt got:
“Bila deriyên girtîgehan bên vekirin û girtiyên me werin berdan. Heta ew kesên ku cezayên xwe temam kirine jî nayên berdan. Wisa nabe divê ji bo vegera zarokên me yên li çiya garantî bidin. Nasname û mafên me hê nehatine dayîn. Em çawa baweriya xwe bi wan bînin? Em aştiyê dixwazin, em dixwazin dayîk êdî negirîn. Mehek e, li Kurdistanê merasîmên şehîdan hene, Kurdistan mehek e êşê dikşîne. Dayîk merasîmên cenazeyan naxwazin, ew aştiyê dixwazin, ew dixwazin zarokên wan bi wan re bin.”
‘Ez tu ciwanan ji kurê xwe cuda nakim’

Pakîze Duman wiha got: “Bila êdî dilê dayîkan neşewite, bila êdî hêstirên dayîkan nerijin. Bila êdî xwîn raweste, em aştiyê dixwazin. Em aştiyeke rast û mayînde dixwazin. Hemû şehîdên ku em îro li vir bi bîr tînin, zarokên me ne. Ez jî dayîka şehîdek im, xwişka şehîd im. Ez tu ciwanên ku em bi bîr tînin ji kurê xwe cuda nabînim. Divê gelê Kurd xwedî li şehîd û malbatên wan derbikeve.”
‘Bi saya şehîdên xwe em îro serbilind in’

Semra Abî, diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane şehîdên gelê Kurd bûn û got: “Bi saya şehadeta wan îro serê me bilind e. Hemû dayîkên cîhanê heman êşê dikşînin. Em ne yên yekem in û ne jî yên dawî. Bila serê malbatên wan, gelê Kurd û Abdullah Ocalan sax be. Em ê xwedî li keda ku wan di têkoşîna azadiyê de dane derbikevin. Em aştî û biratiyê dixwazin, em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin. Em dixwazin girtî bên berdan û ciwanên li çiyayan bigihîjin malbatên xwe.”