Piştî şerê li Îranê: Jin ji kar tên derxistin

Bi dawîbûna şer re, ji bo jinên Îranê pêlek nû ya derxistina ji kar, bêaramiya kar û pêvajoya tesfiyeya bêdeng destpê kir.

RONAK ŞEHBAZÎ

Tehran – Êşa jinên li Tehranê ji ber kaosa şerê 12 rojan ê di navbera Îran û Îsraîlê de hişt, zêdetir dibe. Ev êş, nîşan dide ku li Îranê jinbûyin ji nasnameya civakî veguheriyê rewşekî ku roj bi roj xeternak dibe.

Li gorî statîstîkên fermî, li Îranê beşdariya jinan a aborî di bin rêjeya ji sedî 15 de ye; ev rêje yek ji rêjeyên herî kêm ên cîhanê ye lê di dema şer de û piştî agirbestê herî zêde karên jinan û karkerên jin zirar dîtin. Em ê di vê nûçeyê de, çîroka çend jinên ku ji ber rewşa heyî çavkaniya xwe ya aborî winda kirin an jî dahata wan kêm bû û li welatekî ku bi cudakariyên zayendî tê birêvebirin de her dem di sînora ewlehî, debara jiyanê û rûmetê de dijîn, vebêjin.

‘Di şirketê de ji 8 jinan 6 ji kar hatin derxistin’

Di roja me ya îro de ji bo derxistina ji kar, peyva "bi zorê" tê bikaranîn. Di pêvajoyên qeyranê de derxistina ji kar ne bûyereke nû ye lê li Îranê ev pirsgirêk bi salan e bi qeyranên aborî yên heyî ve girêdayî ye û tê dîtin ku şert û mercên ji ber şer ava bûne, ji bo kardêran hinceteke nû diafirînin. Ji ber ku jin di girtina kar û xwegihandina pozîsyonan de her dem dibin vebijêrkên dawî. Di destpêkê de ew ji kar tên derxistin.

Nazanîn Ezîzî, yek ji wan jinan e ku tevî çend salan di şirketek reklamê de xebitî, piştî agirbestê ji kar hat derxistin. Nazanîn Ezîzî, der barê jiyana xwe ya kar de wiha axivî: “Di şirketa me de ji 8  jinan 6 ji kar hatin derxistin. Rewşa darayî ya şirketê demek dirêj xirab bû lê şirketê nikaribû hemû karmendên xwe di carek de ji kar derxe. Bi hincetnîşandana şer, gotin ‘em xemgîn in, rewşa aborî nebaş e’… Di nava 6 jinan de tenê du jin ji ber salên dirêj kar kirine, xwedî sîgortayê bûn.”

Li dijî jinan cihêkarî

Ahengiya hêza kar, ji rojên destpêkê yên şer ve şêwe girt. Gelek karkerên bi kontrart ên ji ber şer ji kar hatin derxistin, hê jî venegeriyane karên xwe. Şîma Ehmedî ya li Tehranê di acenteyeke geştiyariyê de dixebite, yek ji wan jinan e ku tevî ku bi gelek zehmetiyên darayî re rû bi rû ye heta niha jî nizane bi awayekî fermî li karekî din bigere yan jî li bendê bimîne. Çîroka Şîma Ehmedî wiha ye; “Em li kar digerin û ew tenê bersiva ‘em ê piştre li we bigerin’ didin. Min bi midûrê şirketê re têkilî danî û jê re got pêdiviya min bi karek heye lê midûr ji min re got ‘hevjînê te heye, tu çima ewqas bi fikar î?’ Niha destpêkê girîngî didin mêran.”

‘Ji bo karsazên jin piştgirî tune’

Ji bilî karkerên jin, karsazên jin jî ziyanên darayî yên mezin dibînin. Ev karsaz, di siya cudakariya zayendî de ji bo ji nû ve sazkirina xwe jî piştgiriyê nagirin. Elaheh Shaygan, li Tehranê rêvebera tesîsa hilberandina cil û bergên jinan e. Elaheh Shaygan jî wiha axivî: “Piştgiriyê nadin cihên kar ên jinan. Em di pêvajoya şer de hatin talankirin û gelek ekîpmanên me yên pir buha hatin dizîn. Tu sazî hesab nade û şert û mercên şer hincet nîşan didin. Em 30 jin nêzî mehek e bêkar in û nikarin hilberînê bikin. Beriya şer rewşa giştî nebaş bû lê em bi hêvî bûn. Ez niha li krediyê digerim lê miqdarên krediyê kêm in, faîz zêde ye û di demek kurt de nayê dayîn.”