‘Peyama Rêber Apo ji bo jinê û civaka Êzidî vejînek e’
Endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî diyar kir ku naskirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî bi taybetî ji bo jinên Êzidî bûye vejîn û cejneke nû û banga xwedîderketina li peyama Abdullah Ocalan kir.

MEDYA HAWAR
Şengal – Peyam û banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku mohra xwe li raya giştî ya cîhanê xist, hê jî di rojevê de ye û ji aliyê her beşên cuda ya civakê ve tê nirxandin û şîrovekirin. Bi taybetî peyama Ocalan a ji jinan re şandibû û di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hatibû parvekirin, rastî eleqeyeke mezin a jinan hat. Ev banga Ocalan a ji jinan re, li her derê ji bo jinan bû mijara esasî û niha li her derê jin banga Ocalan a ji bo jinan dinirxînin û şîrove dikin.
Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ji jinan re şandiye de balê dikişîne gelek xalên girîng û radighîne ku banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk dê di heman demê de ji bo jinan bibe Ronesans. Endama Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî derbarê girîngiya bang û peyama Abdullah Ocalan de, ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo jinan destpêka pêvajoyek nû ye’
Sûham Şengalî diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo hemû beşên civakê bi taybetî ji bo jinan destpêka pêvajoyeke nû ye û wiha got: “Em di meheke pîroz, di meha Adarê de ne. Di vê mehê de rojên gelek girîng hene. Bi taybetî 8’ê Adarê û Newroz. Roj bi roj, sal bi sal em têkoşîna xwe mezin û berfireh dikin. Niha em nêzîkî Newrozê jî dibin. Newroz cejna azadiyê ye. Newrozê li hemû gelên bindest, li civaka kurd, li civaka Êzidî pîroz dikim, li hemû mirovahiyê pîroz dikim. Bi taybetî Newrozê li Rêber Apo û di şexsê Mazlûm Dogan de li şehîdên Newrozê û hemû şehîdan pîroz dikim. Rêber Apo di 27’ê Sibatê de bi bangekê dîrokî ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelê Rojhilata Navîn, deriyê demokrasî û aştiyê vekir. Bi destpêkirina pêvajoyek nû ji bo hemû beşên civakê bi taybetî ji bo jinan, deriyek mezin vekir. Rêber Apo di nameya 8’ê Adarê ku ji jinan re şand de gelek xalên girîng anî ziman. Bi taybetî wekî jin pêwîst e gotinên nameya Rêbertî em yek bi yek bixwînin, lêkolîn bikin fêm bikin û pêk bînin. Rêber Apo di nameya xwe de bale dikişîne ser têkoşîna jinan. Xala herî girîng dibêje pirsgirêka jin ji pirsgirêka Kurd kûrtir e.”
‘Li hemû cîhanê pirsgirêka jinê kûr e‘
Di axaftina xwe de Sûham Şengalî destnîşan kir ku pirsgirêk ne girêdayî qadekê ye yan jî herêmek e, li tevahiya cîhanê pirsgirêka jinê pirsgirêkek kûr e û ev nirxandin kir: “Îro bi saya rojên wekî 8’ê Adarê jin li hev kom dibin. Bi rastî van rojan vediguherînin rojên têkoşînê. Bi taybetî wekî jinên Êzidî banga Rêbertî bû deriyek ji bo ku em hîn zêdetir, xurtir ber bi azadî û demokrasiyê ve bimeşin. Rêber Apo dibêje çiqasî hûn min fêm bikin hûn ewqasî nêzîkî min in û ez nêzikê we me. Em jinên Êzidî, li ser van gotinên Rêbertî, di nava xwe de wekî mijarên perwerdê, wekî mijara zanîstî digirin dest. Bi taybetî dibe wesîleyeke wekî jinên Êzidî di vê sedsalê de herî zêde komkujî jiyane, qirkirinên herî mezin jiyane. Rêber Apo balê dikşîne ser êşên ku jinên Êzidî di fermanê de jiyane. Di nivîsên xwe yên berê de, di hevdîtinên xwe yên berê de civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî li ser axa Şengalê li ber xwe didin, çawa dikarin hîn zêdetir asta xwe ya zanîstî, asta xwe ya têkoşînê bilind bikin. Ev banga Rêber Apo destpêkek nû ye. Em dikarin hîn bi awayekî xurtir têkoşîna xwe di hemû aliyan de berdewam bikin. 8’ê Adarê bi vî ruhî hat pîrozkirin. Banga Rêbertî û nameya wî ji hemû jinan re bû. Em hezar carî spasî, silav û hezkirinên xwe ji Rêbertî re dişînin. Wekî jinên Êzidî em ê layiqî van gotinên girîng bibin û ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya civaka xwe em ê bikaribin li ser van perspektîfan hîn zêdetir li çand, civak û hebûna xwe xwedî derkevin.”
‘Divê herkes bi ruhê berxwedanê xwedî li bangê derkeve‘
Sûham Şengalî bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê û ragihand ku Newroz bi xwe cejneke li beramberî desthilatdariyê serkeftineke hatiye bidestxistin e û wiha pê de çû: “Em nêzîkî Newrozê dibin. Di rojên îro de şerên gelek mezin çêdibin, talan û dagirkerinên gelek mezin çêdibin. Civak li ber qirkirinê ne. Bi sedan, bi hezaran însan tên qetilkirin. Bi taybetî beramberî vê zilma heyî, li beramberî vê dagirkeriya heyî pêvajoya ku Rêber Apo bipêş xistiye, dikare bibe deriyekî çareseriyê, deriyekî aştiyê. Bi vî awayî wekî jin wekî civak wekî ciwan wekî hemû beşên civakê li her deverê cihanê pêwîst e em xwedî li banga Rêber Apo derkevin, çawa ku di 8’ê Adarê de jin bi ruhekî serkeftî bi ruhekî pîroz xwedî li banga Rêber Apo derketin. Di vê Newrozê de jî li her derê şîara wê hatiye diyarkirin wekî Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her deverê girîngiya vê cejnê dayînê gelekî girîng e. Di vê Newrozê de tenê ne li Kurdistanê divê her deverê ku Kurd lê dijîn, bi vî ruhî tevlî vê pêvajoyê bibin û destê Rêber Apo xurt bikin. Ger ku em bi her awayî têkoşîna xwe li vir berdewam bikin em ê bikaribin zûtirîn vî şerî rawestînin û deriyê demokrasî û aştiyê vekin.“
‘Naskirina me ya bi Rêber Apo re ji bo me vejînek e, cejnek e’
Sûham Şengalî bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘E pêvajo dê ji bo civaka Êzidî bikaribe bibe destpêkek nû, vejînek nû’ û ev nirxandin kir: “Wekî civaka Êzidî yê li Şengalê dijîn, piştî fermanê dest bi jiyanek nû kirin. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya dawiyê de dibêje banga min a dîrokî ji bo civaka Êzidî dikare bibe destpêkeke nû, vejîneke nû, ronesanseke nû. Civaka Êzidî bi taybetî jinên Êzidî bersivek bi vî awayî dan, naskirina me ya bi Rêber Apo re ji bo me vejînek e, cejnek e. Wekî civaka Êzidî em li vê rastiyê binhêrin, ger em rewşa jinên Êzidî beriya fermanê û piştî fermanê bînin ber çavên xwe em ê ferq û cudahiyên di nav civaka Êzidî de hatiye jiyankirin, bibînin. Civaka Êzidî, fikrên Rêber Apo nas kir, fam kir di jiyana xwe de pêk anî, dît ku Êzîdîtiya rast li ser vê axê çiqas bi berxwedanên dîrokî hatiye çêkirin. Dijminên me çima dixwaze vê çandê tune bike, bi taybetî çima êrîşî jinên Êzidî dikin? Dikarin vê yekê hemû fêm bikin û ji bo van êrîşan, fermanan rawestînin, ji bo hebûna xwe berdewam bikin, îro di nav berxwedanek bê hempa de ye. Berxwedaniya ku civaka Êzidî nîşan dide, bi saya naskirina fikrê Rêber Apo ye. Dîrokek civaka Êzidî, jinên Êzidî, tije berxwedanî heye. Civaka Êzidî dikarîbû bi naskirina fikrê Rêber Apo li vê çand û dîroka xwe xwedî derkeve, lê vegere û bibîne li ku derê xeletî çêbûne, kêmasiyên berê çêbûne tespît bike. Rêber Apo dema behsa rêxistinbûnê dike, civakek ku rêxistinbûna wê nebe zehmet e hebûna xwe berdewam bike. Civaka Êzidî li ser vê xwe kûr kir. Di fermanên berê de gelek caran dema êrîş çêdibûn jin, civak, ciwan li ber didan, şer dikirin, dijmin têk dibirin lê ji ber ku rêxistinbûyinek mayînde nebû careke din dihat wê astê ku bi ferman û qetlîaman re rû bi rû bimîne.”
‘Banga Rêber Apo ji bo civaka Êzidî deriyek nû ye’
Di dirêjahiya axaftina xwe de Sûham Şengalî destnîşan kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji bo civaka Êzidî deriyekî nû ye û wiha got: “Divê herî zêde civaka Êzidî xwedî li vê bangê derkeve. Ji ber em li çanda xwe ya Êzidî binhêrin, berî ku ji xwe re dia bikin ji 72 miletan re dia dikin. Ev tê wateya ku civaka Êzidî gelek nêzîkî aştiyê ye. Civaka Êzidî nêzîkî banga Rêber Apo ye. Dikare zû fêm bike û li Şengalê li deverê din jî xwedî li vê bangê derkeve. Gelek caran em rast tên dema şer, komkujî çêdibe, xwîn tê rijandin, civaka Êzidî dia dikin û dibêjin bila ev şer û komkujiya li ser rûyê erdê raweste. Ev bang xewn û xeyala civaka Êzidî û hemû civakan e. Bi awayekî hemû civak bigihê mafê xwe, bi çanda xwe bi hebûna xwe jiyan bikin. Bi her awayî xwedîderketin û rast famkirin bi vê bangê çêbibe. Dibe di vê pêvajoyê de gelek şerê taybet were meşandin, lê ya rast bi taybetî wekî civaka Êzidî banga Rêber Apo ku dibêje banga min ji bo civaka Êzidî bibe vejînek nû, em çawa dikarin li ser van gotinan xwe hîn zêdetir kûr bikin, van gotinan fêm bikin di nav civaka Êzidî de pêk bînin?”
‘Newroza îsal dê ji Newrozên din cudatir be‘
Sûham Şengalî da zanîn ku îro herî zêde jin dikarin fikrên Abdullah Ocalan bi taybetî fikrên netewa demokratîk di Şengalê de pêk bînin û wiha got: “Bi vî awayî wekî jin û civaka Êzidî 8’ê Adarê pîroz kirin, em cejnên xwe yên tên jî bi vî ruhî pîrozî bikin. Têkoşîna xwe mezin û berfireh bikin. Ji ber ku hîn rêyek dûr û dirêj a berxwedanê li pêşiya me ye. Hê jî şer, êrîş ranewestiyane. Hê jî şîdet û êrîşên li ser jinê ranewestiyane. Di vî alî de divê em xwedî li vê bangê derkevin. Newroza îsal dê ji Newrozên din cudatir be. Ji ber ku banga dîrokî ya Rêber Apo heye. Pêwîst e li her derê bi milyonan kes bi vî ruhî pîroz bikin. Bi şîara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û demokrasî û aştiyek mayînde û hemû civak bighê mafê xwe, divê herkes bi vî ruhî beşdarî Newrozê bibe.“
Bi ruhê berxwedanê banga tevlibûna Newrozê
Sûham Şengalî axaftina xwe bi vî awayî bidawî kir: “Ez bang li hemû jin, ciwan û civakê dikim em bi ruhê banga dîrokî, bi ruhê azadiyê, bi taybetî jin bi ruhê Jin- Jiyan-Azadî li qadên Newrozê bi rengê, xwe bi ruhê xwe yê têkoşînê cih bigirin û bi vî awayî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşîna xwe mezin bikin. Em vê Newrozê bikin wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bikin wesîleya aştî û demokrasiyek mayînde.”