Peyama jinên Efganî ji bo jinên Îranê: Em êşa we baş fêm dikin
Sê çalakvanên Efganî di nameyeke vekirî de ku ji jinên Îranî re şandin, dilsoziya xwe ya bi jinên Îranê re anîn ziman û gotin: “Bila ji bîra we neçe milên xwîşkên we yên Efganî yên birîndar li kêleka we ne, ji ber em êşa we fêm dikin.”

Navenda Nûçeyan – Sê çalakvanên Efganî, Saima Sultanî, Hêlîn Farman û Mujda Mehrgan, di nayeke vekirî ku ji bo jinên Îranê şandî de diyarkirin ku rûxandina rejîma Îranê divê bi têkoşîna jinan û hêza berxwedana civakê pêk were. Ezmûna Efganistanê wek belgeyekê ye ku destûrdayîna leşkerî ya Rojava azadî nayê, li cihê vê zordarî bi awayek din vegeriyaye.
Di nameyê de wiha hate gotin:
“Em poşman in ku vê nameyê di rojek wisa de, di dema serhildana Jin, Jiyan, Azadiyê de dinivîsin. Me hêvî dikir ku di demek nêz de, bi peyamek tijî evîn, şahî, heyecan û hêviyê, serkeftina we ya li ser rejîmên kujerên jinan, govendê ji bo serkeftina hevbeşiya jinan bigerînin.
Em poşman in di nivîsa vê nameyê de, di demekê de dema Komara Îslamî, ku hêmanek zindî ku rejîma Îslama dijî jinan ji dîrokê ve biryar dabû berxwedan û xebatê jinan ji nav bibe û heta hetayî li ser nexeşeya desthilata giştî di vê xalê de were jêbirin.
Bi dilekî tijî xemgînî û hêrs, em di demekê de ji we re dinivîsin ku rûpelên hikûmetek şermezarker ku jinan dikuje, karkeran dike kole, jiyana zarokan distîne û xewnên Kurdan û koçberan ditepisîne. Ev dirindeya darvekirin û cûdakarî nedibû bibe karek yê lîstokên siyasetmadarên emperyalîzmê mêrsalarî de, evane gelek çavkanî û darayî di rejîma Îslama jinkuj debû, li Asya, Efrîqa, ji Îran bigre heta partiyên cîhadîst ên li Efganistanê, ji Talîbanê bigire heta DAIŞ û El Qaîdeyê bûne. Bedenê rizî yê Komara Îslamî diviyabû di bin gavên we yên hişk de bihata veşartin, ne bi mûşekên kesên ku destên wan bi xwîna bi hezaran jin û zarokan li Filistîn, Efganistan, Sûriye, Yemen, Sûdan, Lubnan û niha jî li Îranê sor in. Rûxandina vê rejîmê diviyabû di dîroka têkoşîna we de bibûya rûpelek nû, ne di rûpelek nû yên di tomarên cîhanê yên sûcên rejîmên emperyalîst de.
‘Komara Îslamî heq dikir ku bi destên jinên pêşeng hilweşe’
Komara Îslamî heq dikir ku bi destên jinên pêşeng hilweşe ku tenê ji ber jin in û daxwaza azadiyê dikirin, di girtîgehê tarî yên vê rejîmê de bi dehan salan diman bi keramet û hêza xwe bersiva vê desthilatê dide bûya.
Ev hilweşîn diviyabû encama mafê Zeyneb Celaliyan bûya ku nêzîkî bîst salane di hucreyên mirinê deye û bêyî ku ji îradeya û prensîbên xwe gav paşde biavêje. Divê şerefa serkeftinê zêdetir layîqî Spêde Qulyan, Leyla Husên Zade, Spêde Reşnû, Şerîfe Mihemedî, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Gulrox Îrayî bi hezaran jinên din ên azadîxwaz. Bi dilê germ û gora wan, bingehê van gendelîkariyan ji holê rakira, rejîmek ku bê pêwîstî bi çek, muşek, an zorkêşî, divê dawiay vê desthilatê dengdana hewara û giryana jinek bûya ku di nava şanan de. Di di navtengiyê de serî hildide û ala berxwedanê û kerametê bilind dike.
Belê, diviyabû Komara Îslamî bihata hilweşandin, lê ne bi destên rejîmên xwînxwar ku zêdetirî 20 sal berê bi sozên derew ên demokrasî, rizgariya jinan, mafên mirovan û şerê li dijî terorîzmê hatin Efganistanê, ev du dehe jin tu azadî bi dest nexistine. Di dawiyê de carek din kete bin destê rejîma Talîban.
‘Trajediya jinên Efganistanê belgeya zindî ye’
Dîroka trajîk a jinên Efganistanê belgeya zindî ya rastiya rizgariya jinan e, ne ji mûşekên sermayedar û kolonyalîstên mêr. Berevajî vê, ev çek her gav amûrên yasadan bi kolonyalîzmê, jenosîdê, talankirin û wêrankirina malan û birçîkirina hejaran û zordarîkirina jinan ji bo baznaya hejaran. Şer, dagirkerî û koçberbûn û dûbare hiberîna tundiyê û zorî û kotrolkirin bû.
Cewhera vê komkujiya civakî ya dîn ti eleqeya xwe bi parastina axa Îsraîl û Amerîkayê ve tune ye û hewla azadkirina jinan li Îranê ve nîne. Nûnertiya parastineke rastîn a gelê Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve nake. Ya ku em dibin şahid, nîşandanek tirsonek di serdestiya destê mêrên desthilatê ku wek pîşesazî û hilberînê nêzî şer dibin. Girîngî nadin mirinê.
Ev komkujî ne şerên bêserûber in, beşek ji planek sîstematîk û bi zanebûn a pergala kapîtalîst in ku bi rêya bazirganiya çekan û belavkirina şeran ji bo berjewendiya çînek serdest a biçûk lê dinyayê qezenc bike û dewlemendiyê kom bike ye. Ev pilane bi qazanc û kontrolkirina erdnîgarî û siyasetê ne razîne. Piştî tevgera jinan civak û nerazîbûna beşa karkeran, hemû serhildan ku komên marjînal pêşengtiya wê dikin, ji bo hegomoniya xwe xurtir bibe, bi zêdetir û dem dirêj kontrola xwe ferz bike ye.
Em dizanin ku hûn roj û şevên dijwar derbas dikin, em dizanin ku dilê we tijî hêrs, xemgînî, girî û êş e. Em baş dizanin ku çiqas bi êşe zordestiyek bikeve destê sermayedarek din, piştî 40 salên ku tê de can û sotemenî, mal û baweriya xwe li pey xebatê bexşkir, em jinên Efganistanê em êşên we gelek baş fêm dikin.
Lê di nav vê wehşetê de, ji bîr nekin ku milê xwişkên we yên Efganî, li kêleka we ne, em wateya êşê dizanin; Me di sirgûn û koçberiyê de jiyaye û dilê me bi her serhildana we re xurtir lê dide.
‘Emê biserkevin’
Di nav vê nameyê de ji aliyê sê hemayên desthilata mêr ve, Xameneyî, Netanyahû, Trump, ji bîr nekin ku hûn ne bi tenê ne. Dil û destên me bi we re ne, em jin, careke din hîs dikin ku ew xaka ku welatê me têde nîne, ji me tê dizîn, carek din bombarduman dike, planan ji bo koçkirinê didanin. Carek din diyar dike ku û di çargoşeya yekem de danin. Lê belê ya ku em bi xwe bi dest nexin em qebul nakin. Em bi hevre yekgirtîne û biryardarin ji caran din li ser riya xwe bidomînin. Ji ber ya me dike yek ne tenê êşe, xeyala azadiyê ye , em ê berdewam bikin ji bo nifşên nû pêşeroja jinan û komên marjînal, di herdû sînoran de, neçar nebin di nava mayîn û mirinê yekê hilbijêrin. Yan bi destxistina jiyanê bin û hemû caran ji sifrê destpê bikin, lê belê emê berdewam bin ger tenê yek roj xebat û meyîne mabe jî, di dawiyê de emê di vî şerî de serkeftî bin, tenê ger ruhê me ji me bistîne jî.”