Peyama ‘Em ji mirinê mezintir in’ nehişt dagirker bighên armanca xwe
Tam salek beriya niha, gelên ji çar aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin û xwe li ber êrîşên li hember Bendava Tişrînê kirin mertal, gotin “Em ji mirinê mezintir in” û nehiştin ku dewleta tirk û çeteyên xwe qadên xwe yên dagirkeriyê berfireh bikin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dirêjahiya 4 mehan de bi riya berxwedana li bendava Tişrînê dikaribûn herêma xwe ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên cîhadîst biparêzin û hebûna xwe di diyarkirina pêşeroja Sûriyê de mîsoger bikin.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên bejahî û hewayî
Di kanûna 2024’an de Sûriye di veguhertineke bingehîn re derbas bû. HTŞ’ê Sûriye kir bin kontrola xwe û dawî li sîstema Rejîma Baasê hat. Dewleta tirk û çeteyên wê ku ev tevlihevî wek derfeteke zêrîn dît, yekser planên xwe yên dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir pratîkê û êrîşeke berfireh bipêş xist. Di destpêkê de êrîş li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin, piştre êrîş berfirehtir bûn û gihîştin bajarê Şehbaya ku bi piranî koçberên Efrînê lê dijiyan û gelek kamp lê hebûn. Di 4’ê Kanûnê de çeteyan bê ser û ber Şehba dorpêç kir û bombebaran kir. Di encamê de bi hezaran koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê ber bi kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyelê ve careke din koçber bûn. Piştre yekser dewleta tirk û çeteyên wê êrîşa li hember kantona Minbicê birêxistin kir ku di navbera 10 rojan de bê navber li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Şehba û Minbicê pevçûnên dijwar rû dan. Di nava ev êrîşan de, dewleta tirk li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anî ku binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî rûxand.
Li dijî êrîşan seferberiya şerê gel ê şoreşgerî
Di Kanûna 2024’an û Çileya 2025’an de şer û pevçûn li aliyê Bakur ê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li kantona Firatê û Minbicê dijwar bûn û gihîştin lûtkeyê. Piştî êrîşên li ser Minbicê, armanca dewleta tirk ew bû ku bi riya pira Qereqozaq û bendva Tişrînê xwe bighînin Kobanê, Sirîn û Tebqayê. Ji bo vê jî çeteyan di 18’ê Kanûna 2024’an de rasterast dest bi êrîşa li ser bendava Tişrînê û Qereqozaq yên li Başûrê Kobanê ne, kirin. Balafirên şer û yên bê mirov, çekên giran û êrîşên bejahî bikar anîn. Hêzên QSD’ê bi hemû beşên xwe ji bo xurtkirin û parastina eniyên Tişrîn û Qereqozaqê, hemû hêza xwe kirin dewrê û berxwedaneke bê hempa raber kirin. Pevçûnên dijwar û hewildanên dewleta tirk, heta Çileya 2025’an bi dijwarî berdewam kirin. Di wê navberê de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji 2012’an de di berxwedana xwe de şerê gel ê şoreşgerî weke pîvaneke sereke bingeh digrin û bi riya wê ev 14 sal in şoreş, destkeftî, hebûn û pergala xwe diparêzin, biryarek girtin. Gelan çarenûsa êrîşan bi temamî veguherandin û nehîştin ku dewleta tirk û çeteyên wê bendav û pirê derbas bikin.
Karwanên nemiran û berxwedana bê hempa
Di 8’ê Çileya 2025’an de ji seranserî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel xwe birêxistin kir û wek karwanek fedayî ber bi bendava Tişrînê ve herikîn ku piştgiriyê bidin hêzên xwe û di eniyên destpêkê de, herêma xwe biparêzin. Zarok, ciwan û jinên herêmê tevî ku dizanibûn li pêşiya wan êrîş û bombebarana dewleteke ku bi salan e hemû rêbazên wan yên êrîşan jiyane hene, bi biryardarî û îsrareke mezin xwe gihandin bedena Tişrînê. Dewleta tirk di dirêjahiya rêya bendavê de karwan bombebaran kir, gelek kesan li se rê û di erebeyên xwe de qetil kirin, bi dehan birîndar çêbûn, dîsa jî gel ji rêya xwe venegeriya. Bi baweriya şerê gel ê şoreşgerî, felsefeya ‘em ji mirinê mezintir in’, sloganên ‘Berxwedan jiyan e’ û tilîliyên jinan, gel meşiyan û li dijî her topeke dewleta tirk û çeteyên wê, sed gav avêtin û xwe gihandin bedena bendava Tişrînê. Ji bo vê jî eger mirov karwanê gel yê xwe gihand Tişrînê bi karwanê nemiran bi nav bike, ne şaş e.
Destaneke nemir
Tişrîn ji bo herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû mertalê parastin û xwedî derketina li rûmetê. Ji bo vê jî bi nobedariya zêdetirî 100 rojan, sekna gelan, hêza jinan û biryardariya ciwanan Tişrîn bû pireke ku bi vîna berxwedêran hatiye avakirin û serkeftinê mîsoger kir. Di ser vê pêvajoya berxwedan û lehengiya ku çarenûsa Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguhert re, salek derbas bû. Jinên ku di karwanê yekê de cih girtin û piştre careke û du caran jî berê xwe dan Tişrînê, wan rojan û bûyerên ku jiyan kirin, mîna destaneke nemir pênase dikin.
Gel bersiva xwe da; em li vir in

Kelîme Demir a ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ de cih girtibû, 3 caran xwe gihandiye Tişrînê ku heta ji ber bombebaranê ji çavên xwe birîndar bûye jî. Kelîme ku destnîşan kir ku parastina welat ji jiyana wan girîngtir bûye û wiha axivî: “Dema ku dewleta tirk û çeteyên wê hewl dan ku pira Qereqozaq û bendava Tişrînê desteser bikin, rastî berxwedaneke mezin hatin. Weke gel yê bû sedema ku em xwe bikin mertala parastina van herdû deveran jî, mîrateya ku ji berxwedana Kobanê maye bû. Sekneke wiha xwe raber kir ku gel got em amade ne ku jiyana xwe ji dest bidin, lê ne amade ne ku dewleta tirk bi riya Tişrîn û Qereqozaqê bajarên me dagir bike.”
Em tevî bombebarana dijwar jî meşiyan
Kelîme Demir diyar kir ku serkeftina berxwedana bendavê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger kiriye û wiha domand: “Ji bo ku em xwe neghînin bendavê, dewleta tirk bi balefirên bê mirov em bombebaran kirin ku heta gelek şehîd jî çêbûn. Bersiva me çi bû? Em tevî bombebarana dijwar jî meşiyan û me xwe gihand bedena Tişrînê. Bi baweriya ku parastina bendavê parastina hemû Rojavayê Kurdistanê ye, gel karwan bi karwan xwe gihandin bendavê û hebûna xwe dan diyarkirin.”
Gelê ji mirinê mezintir: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Wehîde Ehmed a ku li aliyekî tevlî berxwedana bendavê bû û li Kobanê jî tevlî seferberiya gel bûye, wiha behsa pêvajoyê dike: “Dema ku em rojên seferberiyê bibîr dixin, laşê me hemû dilerize û em hestên tevlihev dijîn. Wê demê zarok, jin, ciwan û extiyarên vî welatî hemû ketin rewşa seferberiya xweparastinê. Ji ber dema ku mijar dibe rûmet, ax, welat û hebûn, ne pêkan e ku tu kes xwe bêdeng bike û bi erka xwe ranebe. Ji bo vê jî gel xwe birêxistin kirin ku li aliyekî herikîna ber bi bendavê hebû û li aliyekî jî xwe parastina cewherî, amedekirina xwarinê, bicihanîna pêdiviyên jiyanî û hwd hatin meşandin.”
Wehîde got ku “Me teqez kir ku em ji mirinê mezintir in”, wan rojan wiha vegot: “Kehrebe û ava vexwarinê tunebûn, metirsî gelek bûn û gef pir zêde bûn. Tevî van hemû astengiyan jî hêrs û îsrara gel cihê serbilindî û coşê bû. Yanî ku em helwesta wê demê tînin bîra xwe, bi rastî jî tiştekî ku nayê bawerkirin e. Lê me jiyan kir, dema ku me got ‘em ji mirinê mezintir in’ ew rastiya ku li bendava Tişrînê û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat jiyîn, şênberiya vê gotinê bû.”