Peyam zelal e: Divê dagirker ji axa me derkevin
Fatima El-Elî ya ku bi 8 zarokên xwe re li dibistaneke navçeya Til Temirê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan tê dijî, got: “Em li dibistanên zarokên xwe jiyana koçberan dijîn. Divê dagirker ji axa me derkevin da ku zarok vegerin dibistanên xwe."
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Çar sal li ser ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî derbas bû. Gundewarên navçeya Til Temir a girêdayî Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dikeve ser riya M 4 jî 4 sal in bi êrîşên hewayî û bejahî, çekên giran û hemû cureyên çekan re rû bi rû dimînin. Li navçeya Til Temirê ku 4 sal in rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû yê, 32 gundên navçeyê hatine dagirkirin û 23 jî di xeta agir de ne, perwerde û xwendina zarokan jî ji êrişên dagirkeriyê bandor bûne.
Ji 128 dibistanên navçeyê tenê 76 çalak in
Beriya dagirkirinê 128 dibistanên navçeya Til Temirê û gundewarên wê hebûn. Niha ji wan 76 dibistan çalak in û li ser dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hatine dabeşkirin. 66 dibistanên seretayî (4007) şagirt, navîn 9 dibistan (329) şagirt û amadeyî jî dibistanek (121) xwendekaran dihewîne.
16 dibistan di bin dagirkeriyê de ne
16 dibistan di bin dagirkeriya Tirk de ne û piraniya wê veguherandine nuqte û baregehên leşkerî ku ev kiryar li dijî zagonên navdewletî ye. 13 dibistan di xeta agir de ne, piraniya dibistanan di encama topbaranê de hatine hilweşandin, heta ku neyên tamîrkirin wê ji bo xwendinê neyên bikaranîn.
23 dibistan jî koçber lê bi cih bûne ji wan 7 dibistan di navbera koçber û xwendekaran de hevpar in. Her wiha li ser xetên agir ên bi dewleta Tirk û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê re, malbatan 6 mal ji bo xwendina zarokên xwe, veguherandine dibistanê.
Li ser rewşa perwerdeyê û zarokên ji xwendinê hatine bêparkirin, Fatima El-Elî koçbereke ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê ye û dayika 8 zarokan e li dibistana Welîd El-Rîfiyê ya navçeya Til Temirê ya Herêma Cizîrê dijî, axivî.
Dagirkeriya Tirk zirarê dide sîstema perwerdeyê
Fatima El-Elî di destpêkê de behsa perwerdeya beriya dagirkeriya Tirk kir û wiha got: "Rewşa perwerdeyê beriya dagirkeriyê baş bû, têkiliyeke baş di navbera mamoste û xwendekaran de hebû lê bi dagirkeriyê re sîstema perwerde û dibistanan jî xira bû. Ne tenê sîstema perwerdeyê, di aliyê civakî û jiyanî de jî bandorê li me kir. Dagirkeriya Tirk ewlehiya ku em û zarokên xwe nav de bûn, têk bir. Erdogan ji bo gelê xwe biparêze qaşo, gel da koçberkirin, ji bo perwerdeya zarokên xwe baştir bike, zarokên me da koçberkirin û bi dehan jin di van êrişan de hatin qetilkirin. Li şûna zarokên me li dibistanan perwerdeyê bibînin, em li şûna wan bi nasnameya ‘koçberbûnê’ lê bi cih dibin."
Fatima El-Elî pirsek ji Erdogan kir û got; “Tu hatî kê ji kê rizgar bikî? Tu dibêjî ez hatime vî gelî xilas bikim lê ez vê jê diprisim; tu hatî ji kê û çi xilas bikî, kesek gazin ji te re kir an jî bangewazî li te kir û got; were me ji Rêveberiya Xweser xilas bike? Çi yê te li ser axa Sûriyeyê heye, dayik bav an jî malek te li vir heye? Ev der welatê me ye ger tu hatibî êrîşî gelê Kurd bikî, zanibe ku ez jî wek ji wan im, em bi hev re li ser vê axê hatine dinyayê. Tu li ser koka me çi digerî? Rêveberiya Xweser û hêzên me ji bo parastina welat li dijî DAIŞ’ê û terorê şer dikin, tu hatî kê azad bikî? Te gel dan koçberkirin lê ev ji te re namîne."
'Ancax bi derketina dagirkeriyê nifşekî zana mezin bibe'
Fatima El-Elî bal kişand ser UNICEF’ê û ev tişt anî ziman: "Ji kerema xwe re bila werin li rewşa zarokên koçer binêrin, zarok jî psîkolojiya wan di nav koçberiya çar salan de zirarê dîtiye. Gelek zarok ji xwendinê bêpar mane û ev hemû jî xeteran li ser pêşeroja me bi xwe re tînin. Ev zarok pêwîstiya wan bi lênêrîna tenduristî, dibistan, stargehek li gorî şert û mercên wan û piştgiriya psîkolojîk heye. Divê ku UNICEF li hemberî van zarokan bi erkên xwe rabe."
Fatima El-Elî bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Pir girîng e ev nifşên nû yên ku bi koçberiyê re rû bi rû man, ji cehaletê werin parastin. Divê dagirker ji axa me derkeve da ku ev nifş dîsa li refên dibistanên xwe vegerin bixwînin û nifşeke zana mezin bibe. Em naxwazin rewşa ku me jiyaye, zarokên me jî bijîn û wiha mezin bibin."