‘Pêwistiya jinan bi bihêzkirinê heye’

Seroka Komeleya “Basmet Îbda” ya ku navenda wê li Qahîreyê ye Îman Îbrahîm têkildarî tundî û pirsgirêkên jin dijîn axivî û got ku herî zêde pêwistiya jinan ji her alî ve bi bihêzkirinê heye.

ESMAA FETHÎ

Qahîre – Komeleyên herêmî yên Qahireyê ku di asta bingehîn de dixebitin, bi taybetî ji bo ku çanda civakî ya têkildarî jinan veguherînin û şêwazên jiyanê yên biçûkxistina jinan biguherînin, di qadên ku hewldanek zêdetir dixwazin de, xwedî rolên girîng in. Ji ber ku ev şêwazên jiyanê di encama serdestiya hêza bavsalar a di civakê de û veqetandina hemû cûdakariyan a ji bo xwe de ava bûye.

Ji bo ku em gelek aliyên jiyanên jinên li taxên gel, bi taybetî jî pirsgirêkên tevlihev ên ku mafên wan binpê dikin baştir fam bikin, me bi Seroka Komeleya “Basmet Îbda” ya ku navenda wê li Qahîreyê ye Îman Îbrahîm re hevpeyvînek çêkir.

*Gelek bernameyên Komeleya “Basmet Îbda” hene. Qadên sereke yên xebata we kîjan in?

Komele, li taxên ku desteka rasterast a pereyî nekarî mîna amûrek bihêzkirin û alîkariyê bê piştguhkirin, girîngiyê dide qada alîkariyên civakî. Ji ber ku piraniya van herêman, ji derdorên ku hewceyî desteka bi vî rengî ne, pêk tên.

Em bi taybetî girîngiyê didin bernameyên ji bo jinan. Em ji bo jinan ji bo ku di aliyê aborî de bihêz bibin perwerdehiyên ne kevneşopî, yên pîşeyî û hunera dest didin. Mînak, projeyên wek çêkirina deterjanê, hem bi pereyek kêm çêdibin hem jî di nav cîranan de bazara wan hêsan dibe. Her wiha em di qadên wek terzîtî û “hard jel” de jî xizmetê didin jinan. Armanca me, dûrxistina jinan a ji karên ku zirarê didin jinan û tundî li jinan dibe ye.

Her wiha em bernameyên ku jinan têkildarî zayîn û ewlehiya dîjîtal zana dike, çêdikin. Ji ber ku gelek jin rastî şantaja dîjîtal û xapandinê tên. Lewma jî me dayîna perwerdehiyên bi vî rengî, wek berpirsyariyek dît.

*Li taxên gel wateyek taybet a xebata li ser ewlehiya civakî heye. Çi bû sedem ku hûn bala xwe bidin vê qadê?

Gelek jinên ku rastî şantaja dîjîtal a bi vîdeoyê hatine û aşkera bûne, serî li komeleya me dan. Bûn qurbanên van binpêkirinan. Lewma me got ku ev mijar di bin berpirsyariya me de ye û me dest bi xebata li ser vê mijarê kir. Me bangên aşkera li dildarên komeleya xwe û jinên li derveyê komeleyê jî kir û hewl da ku em dildarên nû bikşînin ba xwe. Her wiha di mijara pêkanînên ewlehiya civakî de çend pêşniyar kirin. Jinên ku perwerde bûn, tiştên ku di van perwerdehiyan de lê digeriyan, dîtin. Di mijara têkoşîna li hember cureyên cuda yên tundiya civakî de, xizmeta desteka teknîkî stendin.

*Di xebatên we de tengasiyên herî girîng ên ku hûn lê rast tên kîjanin? Jin beşdarî bernameyên haydarbûnê dibin?

Her çiqas di aliyê girseya hedef de pirrengiyek hebe jî, çawaniya taxa gel, zêdetir bandor dike. Lewma jî em berî her tiştî girîngî didin pêdiviyên ku gel dixwaze. Jin eleqeyek mezin nîşanî bernameyên ku komele pêk tîne didin. Em seansên desteka derûnî pêşkêş dikin. Piştî demeke, dizanin ku çiqas zor û taybet be jî, qadeke ku binpêkirinên lê rast hatine ya bi ewle dîtin. Em bi xurtkirina ekonomîk re, karûbarên şanazî û çalakiyên curbicur dimeşînin. Jin dema ku dest bi hînbûna mijarên wek perwerdekirina zarokan û perwerdekirina keçikan dikin, zûzûka tevlî bernameyê dibin û dest bi xwestina zêdetir çalakiyan dikin.

*Wek kesek ku her tim li vê herêmê ye, li gor nêrîna we krîzên ku jin li taxên gel dijîn ji yên herêmên din cuda ne?

Tundî, bi hemû cureyên xwe yek ji pirsgirêkên jinan ên bingehîn e. Di civakê de qebûlkirineke berfireh a tundiyê heye. Mêr, xwedî gelek îmtiyaza nin: Tevgerên jinan kontrol dikin, di hemû qadên jiyana wan de, li ser navê wan biryar didin. Ev jî, binpêkirinên bi pir alî bi xwe re tîne. Piraniya jinan, ji ber ku asta wan a perwerdê kêm e di karên basît de dixebitin û di kargehên cuda de jî rastî tundiyên curbicur tên. Bi giştî wek karkerên malê dixebitin. Tundî bi piranî bi awayê êrîşa fîzîkî ango lêdanê pêk tê. Jin gava ku tên ba me, vê tundiyê diparêzin jî; ji ber ku dibînin ku bav, bira û xizmên wan ên din ku mêr in jî heman tiştî dikin. Ev jî, dibe sedema normalîzekirina pêkanînên bi vî rengî. Jin nafikirin ku serî li riyên yasayî jî bidin. Ji ber ku rewşa aborî gelek xirab e, naxwazin lêçûnên dozê bidin. Bi ser de ji ber ku ev jin jixwe binpêkirinan normal dibînin, vêya mîna tiştek ku rûmeta wan dişkêne an jî divê bê sererastkirin nabînin.

*Li gor we pêdiviyên herî bingehîn ên jinan çi ne? Ji bo çareserkirina van krîzan divê rêbazên çawa bên bikaranîn?

Jin berî her tiştî, hewceyî şanaziya derbarê mafên xwe de ne. Gelek ji wan, hê nizanin tundî çi ye jî. Tundiyê mîna tevgerek xwezayî û dikare bê erêkirin dibîne. Ji ber ku bi vî awayî hatine mezinkirin. Ji bo ku em ji jinan re di aliyê rizgarbûna ji krîzan de bibin alîkar, pêwîst e ku bihêzkirina ekonomîk a ku dê bikaribe derfetên nû bide, bibe qada xebatê ya sereke. Yek ji tengasiyên herî mezin ên dertên pêşiya me, mêr hewl didin ku tevlîbûna jinan a li komeleyê asteng bikin. Ditirsin ku jin şanaz bin û bihêz bin, lewma jî zextê didin ser wan. Ev jî nahêle ku em xwe bighînin wan û destek bidin wan. Li herêmê hêza kar bi piranî bi karên rojane peyda dibe. Lewma jî dahata ku tê, têra lêçûnên malbatê nake. Jin neçar dimînin ku di karên malê de bixebitin. Ev jî, dibe sedem ku zarok bi rîskên girîng re rûbirû bimînin. Ji ber ku heta diya wan ji kar vegere malê, ji bo zarokan tenê stargehek heye, ew jî kuçe ye.