Peşnûmeya Qanûna Çarçoveyî di parlamentoyê de hate pejirandin
Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, piştî nîqaşan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi 468 dengên erê hate qebûlkirin. Wê qanûn ji aliyê Serokkomar ve bikeve meriyetê.
Navenda Nûçeyan – Pêşnûmeya bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ku ji bo danîna bingeha yasayî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû amadekirin, piştî nîqaşan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi piraniya dengan hate pejirandin.
Qanûna çarçoveyî ji dengdayinê re hat pêşkêşkirin. Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî bi 468 dengan hat qebûlkirin. 88 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan û 6 kesan jî ne neyînî û ne jî erênî deng dan.
Qanûn dê piştî rapora teyit û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ji aliye Serokkomar ve bikeve meriyetê.