‘Pêşnûma Destûrê ji bo pêşeroja Sûriyeyê xeter e’

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Ebir Hesaf, diyar kir ku nikarin Sûriyeyê bi feraseta desthilatiya yekdest diparêze birêve bibin û got: “Pêşnûmeya destûra ji bo Sûriyeya nû hatiye amadekirin, ji bo pêşeroja Sûriyeyê gefek e.”

NUCAN ARAS

Hesekê – Ji roja ku rejîma Baasê hilweşiyaye ango ji 8’ê Kanûna 2024’an ve Sûriye, guherîn û veguherînên bi lez dijî. Piştî ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ket destê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) ya cîhadîst, Pêşnûmeyek Destûrê ya ku pirrengî û pirdengiya li  Sûriyeyê piştguh dike û mafên pêkhateyan dike xeterê, mohr kir. Ev pêşnûmeya ku hemû pêkhateyên li Sûriyeyê nagre nav xwe, rastî bertekan hat. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Ebîr Hesaf, da zanîn ku Pêşnûmeya Destûrê bawerî û çandên cuda tune dihesibîne. Ebîr diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Esad, li Sûriyeyê serdemek nû destpê kiriye, di vê serdemê de nediyarî, kaos û qeyran hene.

'Pêşnûmeya Destûrê, dubareya rejîma Baasê ye'

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku pêşnûmeyê gelek pirrengiyên çandî û bawerî yên li ser vê axê, tune dihesibîne û hêviyên gel şikandiye. Ebîr Hesaf, wiha got "Ev pêşnûme wek dubareya rejîma Baasê ye” û da zanîn ku di nav sê mehan de pêşveçûnên girîng çêbûne û tiştên diqewimin, ji aliyê gelan ve bi tirs û xof hatiye pêşwazîkirin. Ebîr Hesaf wiha berdewam kir:  “Pêwîst e ku li ser navê gelên ku yekîtiya Sûriyeyê peyda dikin û pirrengiya wê pêk tînin, divê Destûr ji nû ve bê nivîsandin. Ev pêşnûme ji bo dîroka esîl a Sûriyeyê û avabûna wê ya çandî, gefek e.” 

'Bila mafên hemû pêkhateyan bê misogerkirin'

Ebîr Hesaf destnîşan kir ku divê pirrengiya hemû civakên li Sûriyeyê û hebûna wan bê misogerkirin. Ebîr Hesaf axaftina xwe bi van gotinan bidawî kir: “Pêşnûmeya Destûrê ya nû her çiqas ji bo serdemek hatibe amadekirin jî, dê di pêşeroja nû ya Sûriyeyê de bingehek ava bike. Em dibînin ku qanûnên şirîetê bi taybetî li jinan ferz dike. Mafên gelê Kurd û gelên cuda di Destûrê de hê jî nediyar in. Em hêvî dikin ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Pêşnûmeya Destûrê ya ku mohr kiriye, ji nû ve binirxîne. Pêwîst e ku hebûna hemû pêkhateyên li  Sûriyeyê û mafên wan, di çarçoveya destûra demokratîk de misoger bikin û biparêzin.”